Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Di kilamên kurdî de nifir

“Xerabo” strana serpêhatiyeke li herêma Omeriyan a Mêrdînê ye û beşeke stranê wiha ye;

Ez ti nifira li te nakim, tu dûrî dest î

Xwedê teala bike, rebî!

goştê canê te bihele

Li hewa bimîne komek hestî…

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Azîz Ogur bi sernavê ‘Nifir çeka mezlûman e’ têkildarî nifiran û hunermendên ku di stranên xwe de nifiran dikin nivîsand.

Tevahiya nivîsa Ogur wiha ye;

“Nifir tê wateya duaya ji bo belayek an xirabiyekê were serê kes an mirovên dijber. Di hin zimanan de jî mîna “Beddua” cih girtiye. Peyveke hûnandî ye. Ji “bed” a farisî ya bi maneya ‘xirab’ û “dua” ya erebî bi maneya niyaza ji xwedê hatiye çêkirin. Yanî bi hev re tê maneya ji xwedê niyazkirina xirabiyê ku werê serê kesekî yan jî hin kesan.

Lê di kurdî de diyar e mîna biwêj, dijûn û pesindayin û hwd. nifir jî xwedî cihekî xurt in. Di zimanê rojane de, bi taybetî di jiyana gundewarî de cihekî wan ê girîng heye. Bi pirranî beranberî zext, neheqî, zilm û çavsoriyê, nifir mîna çeka mezlûman e. Di nava kurdan de ji ber ku herî zêde jin tê çewisandin û zext lê tê kirin, herî zêde jî ew nifiran dike. Lê belê mêr jî di rewşên hêrsbûn û bêzariyê de radihêje rêbaza nifiran.

Di kurdî de nifirkirin nîşandana dijminatiyê ye jî. Di hin rewşan de nifirek mîna guleyekê giran e.

Baweriya ku hin nifir diqubilin (bi cih tên) di nava kurdan de lê ye. Piştî hin pevçûnan yan nifiran, pêkhatina felaketan yan bûyerên xirab timî bi nifiran ve hatiye îzahkirin.  Car caran di nava axaftina asayî de bilêvkirina hin nifiran li rasta nerazîbûnên mezinan dihat û wan digot, “bi henekan jî nifiran nekin, xwedê dibîhîzê û dibe ku nifira we qebûl bike”.

Li Kurdistanê hemû herêm û deverên pîroz, ziyaret û mişayix, dîsa kesayetên olî yên dîrokî jî hem navnîşanên duayan, hem jî yên nifiran in. Di nifir a bi ziyaret û mişayixan de mîna ku hêza pêvedanê ya mekan û kesayetên pîroz hebe, gotina, “…. bi te ve bide” tê bikar anîn. Her wiha di nava nifir û duayan de mirov dikare derbarê dîrok, erdnîgarî û pêşengên olî yên herêman de jî bibe xwedî agahî.

Hin nifirên balkêş ên di jiyana rojane de ku li bîra min mane ev in:

“Qotik li te xe”, “Ava reş bi çavê te de were”, “Tu bi êşa zirav bikevî” (yan jî nexweşiyeke din), “Kezeba te di devê te ve derkeve”, “Parçêyê te yê mezin guhê te be”, “Sitara te nebe”, “Sukra te bişke”, “Gerdena te bixele”, “Çavê te birije”, “Şape li te rabe”, “Nan siwarî be, tu peya bî”, “Xwedê rûyê te reş bike”, “Ez te bi destê xwe veşêrim”, “Topa xwedê li te bikeve”, “Xwedê ji te re nehêlî”, “Tu xêrê ji ciwaniya xwe nebînî”, “Xwedê miradê te neke”, “Ax li ser te bibare”, “Xwelî li ser”, “Berfa Serhedê li te bibare”, “Di kezaba te de were”, “Brûska biharê li te bixe”, “Tu bibî parsekê mala û tûrê te qul be”, “Kevçiyê te qul be”, “Mala te li ser pişta xezalê be, tu bi kûsî bide pey”, “Nan hebe dew tunebe, dew hebe nan tunebe, her dû hebin tu ne li mal be”, “Belqitiyo/yê”, “Tu bê dûnde bimîne”, “Ferfitiyo”, “Tede hato”, “Xwedê bela xwe bide tê”, “Xwedê bedena te şîn neke”, “Xwedê tûxmê te bi qelîne” û wekî din.

Di kilamên kurdî de nifir

Hunermendê gorbuhişt Bavê Selah di strana xwe ya bi navê “Meyrema Miho Begê” de ji bo fesadên ku dixwazin wan ji hev qut bikin dibêje:

Heçî di navbeynê me du dilan keve

xwedê wan bixwîn û dilekî sar,

Bila sukrê xwe bişkê

li pêşî malê nemîne ne golik

û ne dewar

Meşkê xwe hişk bimîne li dar,

li pêşî malê nemînin ne berx û ne kar

Hinebûk û zava di malê xwe de

nemîne,

bimîne berdîwar

Cih û warê wî bikavil be,

li pêş malê ne tên dîtin ne gul,

ne çîçek û ne dar…

Nifira Zergayê ya qubilî!

Di stran an serpêhatiya Mihemedê Daqorî, an Mihemedê Seîd Axa de “nifir”a jina evîndar Zerga li Mihemed dike heye. Li gorî baweriyê, di bûyera Sînemeya Amûdê ya trajîk de mirina Mihemedê Seîd Axa ji ber nifira Zergayê ye. Zergayê dibêje;

Mihemed Axa,

tu heq û sebebê te li min tine lo.

Te dil û navê min helandiye,

hêviya min ji rebê alemê heye ku te jî bihelîne.

Nifira li Xerabo kirî

“Xerabo” strana serpêhatiyeke li herêma Omeriyan a Mêrdînê ye. Stran îsyan, gilî û gazinca jinekê ye li dijî xiyaneta mêr, qanûnên civakî yên kevneperest û çarenûsa ferzkirî. Jina evîndar hem nifira li yên bûne sebeba ji hev qûtbûna wan, hem jî nifira li Xerabo bi xwe dike:

Heçî ji xerabê min re bêje,

u xerab î…

Bila sed olçek genimê sor

li binê beriya Mêrdînê biçîne

li şûnê, bila qerezîwana reş rabe!

ê mayî bila kuliyê par û pêrar lê rabe!

Bila salekê, bînê ser bênderê,

gêrê bike û bidêre, ew jî jêre bi ka be!

Kulmek zad ji wan re safî nabe!!

Ez ti nifira li te nakim, tu dûrî dest î

Xwedê teala bike, rebî!

goştê canê te bihele

Li hewa bimîne komek hestî…”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar