Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Di kolanên Tirkiye û Kurdistanê de bibin dengê me’

Reyhan Coşmûşlû ya ji 17’ê kanûnê ve li Girtîgeha Bakirkoy di grev birçîbûnê de ye bi rêya malbata xwe ev bang li raya giştî kir û wiha got: “Di kolên Tirkiye û Kuristanê de bibin dengên me.”

Yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê de ye Reyhan Coşmûşlû ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne ye. Coşmûşlû, di sala 2016’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin, 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Coşmûşlû dest pê kê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, piştre li Girtî Tîpa T a Xarpêtê û niha jî li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê dimîne.

Coşmûşlû, di hevdîtina bi telefonê ya li gel malbata xwe, derbarê çalakiya xwe de ev peyam da: “Bi hêviyên serkeftinê em hemû gelê kurd silav dikin. Di berxwedana zindanan a dîrokî de cih girtin, hestek pîroz e. Ev çalakî roj bi roj mezin bû û belav bû. Îro bi hezaran kes bi kelecaniyek mezin beşdarî vê pêvajoyê bûn. Em başin, daxwaz û rojeva me zelalin. Bi bîr û baweriyek mezin, me dest bi vê çalakiyê kir. Em bi rihê 14’ê Tîrmehê weke şopdarên Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş heta dawiya çalakiya xwe berdewam bikin. Teqez armanca me ne mirine, berovajî em dixwazin xwe bigihînin heqîqek û jiyana azad. Ev hiqîqet jî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”

‘Xwedî li berxwedan û zarokên xwe derkevin’

Coşmûşlû da zanîn ku heta tecrîd bi dawî nebe, dê çalakiya xwe bi dawî nekin û ev bang li raya giştî kir: “Heta ku Ocalan di bin tecrîdê de be, dê çalakiya me berdewam bike. Bi taybetî dixwazim bang li gelê me bikin; xwedî berxwedana zarokên xwe derkevin. Bila di kolanên Tirkiye û Kuristanê de bibin dengê me.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar