Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Di Komxebata Helwesta Neteweyî de stratejiya hevpar hat destnîşankirin

Di Komxebata Helwesta Neteweyî de xalên ku hatin destnîşankirin wiha ne: “Stratejiya hevpar şert e, li dijî êrîşên dagirkeriyê divê xwedî li berxwedanê bê derketin û DYE û Yekitiya Ewropayê divê dest ji 'krîmînalîzekirina PKK'ê' berdin.”

Navenda Nûçeyan |

Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê dewam dikin, partî, rêxistin, rewşenbîr, hunermend û rojnamegerên ji çar parçeyên Kurdistanê, ji bo helwesteke neteweyî li dijî dagirkeriyê nîşan bidin, di komxebata Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de li hev civiyan.

Komxebat bi rengekî online pêk hat û ji Hewlêr, Silêmaniye, Duhok, Kobanê, Qamişlo, ji Ewropa, DYE û Rûsyayê zêdeyî 200 kesayet tev li bûn. Ji bo têkbirina êrîşên dagirkerî û tunekirinê yên li ser başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê, girîng e helwesteke kurd a hevpar û neteweyî tavilê bê nîşandan. Rêbaz û rengê vê helwestê di pêşnûmeyê de hatiye diyarkirin ku tê payîn rojên bê ji raya giştî ya kurd re bê aşkerakirin.

Çend ji tespît, nirxandina rewşê û bangên ku di komxebatê de hatin kirin wiha ne:

Stratejiya hevpar: Ji Efrînê heta Serêkaniyê, ji Şengalê heta Avaşînê, dewleta tirk di çarçoveya konsepteke tunekirinê de operasyonan dimeşmîne. Berxwedana ku li dijî vê yekê bê nîşandan, eger di nava stratejiyeke hevpar de bê meşandin wê encamê bigire.

Xxwedîderketina li berxwedanê: Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku bi rojane li dijî êrîşên bi her cûre amûrên şer ên dewleta tirk li ber xwe didin, divê bi tenê neyên hiştin. Ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê li çar aliyên cîhanê divê xwepêşandan û hevdîtinên dîplomatîk bên kirin.

Banga li DYE û Yekitiya Ewropayê: Tevgera PKK’ê ku heta niha bi tena serê xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê têdikoşe, hêzeke ku ji bo azadiya gelê kurd têdikoşe. Divê neyê krîmînalîzekirin û di serî de DYE û Yekitiya Ewropayê, welatên rojavayî wê ji nava lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ derxînin.

Helwesta hevpar: Bername û îdeolojiyên me yên cuda, divê li pêşiya helwesteke hevpar a li dijî dewleta tirk nebe asteng. Çawa ku beriya niha ji bo Kobanê gelê kurd rabû ser pêyan û bi rengekî hevgirtî tevgeriya, wezîfeyeke neteweyî ye ku heman helwest niha jî bê nîşandan.

Divê kes bêdeng nemîne: Hin hêz û organên medyayê yên başûrê Kurdistanê ku li hemberî êrîşan bêdeng in, divê ji aliyê her kesî ve bên rexnekirin. Divê heyet bê avakirin û bi kesên bêdeng dimînin bi taybetî bi rêveberiya başûrê Kurdistanê re hevdîtin bên kirin. Divê neyê jibîrkirin ku eger ev êrîş bi ser bikeve, wê dagirker êrişî yên bêdeng dimînin jî bikin.

Yekhelwest şert e: Gelê kurd li dijî êrîşên dewleta tirk divê bi yek helwestê bikin ku hêzên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bîne. Eger em bibin yekdeng em ê dengê xwe baştir bigihînin cîhanê. Bi taybetî divê armanca van êrîşan ji medyaya cîhanê re bê vegotin.

Armanca dewleta tirk: Di salvegera 100’î ya Peymana Lozanê de dewleta tirk dixwaze vê pêvajoya guhertinê ya li Rojhilata Navîn weke firsendê bi kar bîne û destketiyên gelê kurd ji holê rake. Mîna ku di destpêka sedsala derbasbûyî de kir, dewleta tirk dixwaze di destpêka vê sedsalê de jî kurdan qir bike.

Metirsiya li ser Başûr: Gotina ‘Ev êrîş tenê li dijî PKK’ê tê kirin’ korbûneke mezin a siyasî ye. Ji ber ku destketiyên gelê kurd ê başûrê Kurdistanê beriya her tiştî di metirsiyê de ye. Êrîşên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê parçeyek ji plana dewleta tirk a li ser Şengal û Kerkûkê ye.

Hişyariya li Rojhilat: Metirsî heye ku konsepta tunekirinê ya ku niha bi giranî li ser bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê tê meşandin, li rojhilatê Kurdistanê jî pêk were. Ji ber vê yekê pêwîstiyeke lezgîn e ku têkoşîna li çar parçeyan di rêya yekitiya neteweyî de bibin yek.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar