Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di kongeyê de daxwaza bi dawîkirina tecrîdê

 

Kongreya Asayî ya 4’emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coşeke mezin berdewam dike. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û axaftinek berfireh kir.

Bûldan di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand û ev tişt anî ziman: “Gotin ‘kurd nikarin rêve bin û bibijêrin’. Lê çi dikin bila bikin; wê kurd xwe rêve binin û bibijêrin jî. Kurd wê tenê ne bajarên xwe, em ê êdî vî welatî rêve bibin û em tên ku rêve bibin. Gelê me li sêdarê, dema hat qirkkirin û di hovîtiya li zindanan de serî netewand. Ji îro û şûnde jî em serî natewînin.”

Peyamên Yuksekdag û Demîrtaş

Piştî axaftina Bûldan nameyên hevpar ên hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag şandibûn hat xwendin. Di nameyê de peyama biyardariya têkoşînê hat dayîn û kongreyê pîroz kirin û wiha hat gotin: “Rêya te vekirî, bayê te gur be Partiya Demokratîk a Gelan! An serkeftin an serkeftin.”

Tekane çareserî Ocalan e

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di kongreya HDP’ê de axivîn.

Sedat Şengolû diyar kir ku di kongereyê de ruhê berxwedêrên Geziyê heye û ev tişt anî ziman: “Di vir de ruhê bi enyad ê serhildana Kobanê heye û serkeftina wê heye. Ruhê lehengiya Rojava heye. Di vir de berxwedan û serkeftina rojiya mirinê û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê heye. Li vir em hene. Em li ser pêya ne û em têkoşîn û berxwedana xwe didomînin. Em ji her demê bi hêztir in.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî ev tişt diyar kir: “Navê vê pergalê faşîzm e. Gelê me heta niha bi berxwedana li dijî faşîzmê hatiye van rojan. Ev sedsal in ev zîhniyet gelê kurd û gelên din tune dihesibîne. Hûn nikarin bi tasfiye û înkar û îmhayê pirsgirêka kurd çareser bikin û nikarin tu pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Pirsgirêk bi rakirina tecrîtê dikarin werin çareserkirin. Birêz Ocalan tekane navnîşana çareseriyê ye.”

Keayetên ji qada navneteweyî

Kesayetên ji qada navneteweyî yên mîna Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê û Partiya Sosyalîst a Ewropayê Kadîr Kasirga, Serokê Koma Çep a Ewropaya Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tîny Kox, Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle, Endama Polîtburo ya FHKC’ê Leyla Xalid û Berpirsyarê Têkiliyên Derver ya Partiya Tifaqa Gel a Sosyalîst a Misrê Mamdoûh Habeshî jî beşdarî kongreyê bûn û axaftin kirin.

Kesayetên ji welatên cuda ku tev li kongreya HDP’ê bûn, berxwedana gelê kurd silav kirin û destnîşan kirin ku Erdogan wê têk biçe û xwestin deriyên Îmraliyê bê vekirin.

Peyamên parçeyên Kurdistanê yên kongreya HDP’ê

Her wiha ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo kongreyê peyamên piştevaniyê hatin şandin.

Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federal Mesrûr Barzanî diyar kir ku vexwendnameya HDP’ê ya ji bo tevlibûna kongreyê gihîştiye destê wî û ev tişt got: “Hêvîdar im ku kongreya we bibe wesîleya xurtbûna aştî û biratiyê û dostaniya gelan.”

Ji Herêma Kurdistanê ya Federal Tevgera Azadî peyama ‘Bi baweriya serketina demokrasî, azadî û gelan, em ji başûrê Kurdistanê kongreya we silav dikin’  da.

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê peyamek şand. Di peyama PYD’ê de jî ev tişt hate gotin: “Bala gelê kurd îro li ser kongreya HDP’ê ye. Bi navê PYD’ê em kongreya we silav dikin û hêviya serketinê ji we re dikin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê, ji Herêma Kurdistana Federal Tevgera Gel a Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê, Tevgera Goran, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê, Partiya Keskan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê jî peyamên piştgiriyê şandin kongreya HDP’ê. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar