Rêxistina Amedê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi şiyara ‘Em bi ruhê yekitiya neteweyî ber bi civaka azad ve dimeşin’ 5’emîn kongreya xwe ya awarte pêk anî.
Kongre li Navenda Demîrok a li navçeya Rezanê tê lidarxistin û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenter û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek ji şêniyên bajêr tev li bûn.
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Garîp Kandemîr li kongreyê axivî û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, şermezar kir. Kandemîr diyar kir ku sîstema tecrîdêya Îmraliyê Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve dehf dide.
Di kongreyê de li ser têkoşîna demokrasî û azadiyê ya siyaseta kurd sînevîzyonek hate nîşandan.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi şermezarkirina komploya navneteweyî dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku komplo ne tenê li dijî Ocalan her wiha li dijî hemû gelan hate kirin.
Guven anî ziman ku li dijî êrîşên li hemberî kurdan divê ew yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin, bi yekitiya neteweyî têbikoşin û wiha got: “Armanca me ya sereke divê yekitiya neteweyî be. Bi ruhê yekitiyê û yekbûnê divê em li hev kom bibin. Ev kar karekî pîroz e, em ê bi hev re vî karî bikin.”
Her wiha Guven diyar kir ku li cîhanê gelê herî birêxistinbûyîn û xwedî li mafê xwe derdikeve kurd in û wiha bi dawî kir: “Rayedarên tirk çi dibêjin bila bêjin, ne xema me ye. Em berê xwe didin gelê xwe. Em ê bi gelan re bi ser bikevin. Îro çi dibe bila bibe, encam wê bêhempa be.”
’Divê em bi hev re li ber tecrîdê rabin’
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî bi bîr xist ku tecrîd 21 sal in didome û ev tişt anî ziman: “Bi hiqûqa şer xwestin Tirkiyeke bi faşîzmê bê rêvebirin biafirînin. Li her herêma Kurdistanê tecrîdê ferz dikin. Di şexsê Ocalan de gelê Rojhilata Navîn hatiye tecrîdkirin. Divê em bi hev re li ber tecrîdê rabin.”
Aydenîz ji bo parastina destketiyên kurdan bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û wiha got: “Ne ji bo berjewendiyên şexsî divê em li berjewendiyên gelan bifikirin. Tirkiye ne tenê bi hêza xwe, bi hêza ku ji dewletên neteweyî werdigirin êrîş dike. Divê kurd bibin yek.”
Piştî axaftinan Seval Gulmez û Mehmet Bakir ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Amedê hatin hilbijartin. AMED