Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...
Pazar - 10 Kasım 2024

Mûma derewan û rastiyên têkoşînê

Gelek pisporên siyasî, civakî û aborînasan diyar dikirin ku êdî komara Tirkiyeyê (KT) hatiye dawiya rê, her ku diçê wê qeyrana heyî kûrtir dibe....

Dema Bahçelî jî qediya

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di serê cotmehê de bi silavekê re rojev guhert. Ew silava ku da DEM Partî kete rojevê û her kesî...

Di lêpirsîna Palme de ‘lîsteya PKK’ê ji MÎT’ê ye’

Derkete holê ku di lêpirsîna piştî kuştina Palme, lîsteya bê ka wê kîjan PKK’yî bêne girtin, îstîxbarata tirk daye. Li gorî raporên veşartî yên îstîxbarata Almanyaya Rojhilat jî di kampanyaya reşkirina PKK’ê de PDK jî bi rola xwe rabûye

Serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 28’ê sibata 1986’an de li Stockholmê dema ku ji sînamayê derdiket hat kuştin. Dewletên rojavayî û yên bloka sosyalist jî bi vê kuştinê şok bûn. Di serê van welatan de jî Almanya Rojhilat bi navê xwe yê fermî Komara Demokratîk a Almanyayê (DDR) hebû. Ji ber ku li DDR’ê rejîma sosyalist li ser kar bû û têkiliya wan bi Palme yê demokratê sosyal re xweş bû. Ji ber vê jî rêveberiya DDR’ê pir ji nêz ve li ser kuştina Palme sekinî.

Piştî kuştina Palme rêxistina îstîxbarî ya DDR’ê Wezareta Ewlehî û Îstîxbaratê ya Dewletê (Ministerium fur Staatssicherheit-MfS), ku bi navê Stasî dihat zanîn, ji bo ku kuştina ku wan rojan bandor li ser cîhane kiribû zelal bike, ket pey berpirsan. Piştî kuştinê bi çar rojan bi fermana Wezîrê Stasî Erîch Mîelke komisyona lêpirsînê hat destpêkirin.

Ev komisyona bi rêveberiya Gunther Jackel, raporên ku ji agahiyên sîxûrên xwe yên li alman û welatên din der barê kuştina Palme tomar kirin, rojane li ber wezîr Mîelke datanî.

Niha beşek ji van raporan ku ji 8 klasoran û bi sedan rûpelî pêk tê, li arşîva Ajsana Qeyde Stasî, yên dewleta alman de, têkilî ‘şopa kurd in’ ku piştî kuştina Palme hatiye amadekirin.

ANF ya ku li van raporan hûr bûyî, hin agahiyên êrîşa li ser PKK’ê ku di bihara 1986’an li ser PKK’ê hatibû destpêkirin, derxiste holê.

Di raporên ku li ser kuştina Palme di raporên îstîxbaratê de di 7, 11, 12 û 16’ê adara 1986’an hatine amadekirin de beşên bi kurdan û PKK’ê re têkildar hene. Di rapora 7’ê adarê de orjînala daxuyaniya çapemeniyê ya Nûnertiya Ewropayê ya PKK’ê ku di 3’yê adarê de dabû, cih girtiye.  Di vê raporê de tê gotin ku PKK’ê aşkera kiriye ku li pişt kuştinê ew nînin, kanên Swêdê jî weke gumanbarên sereke îstîxbarata tirk qebûl dikin.

Di rapora Daîreya 22’yan a Stasî de ya di 11’ê adara 1986’an tê gotin îstîxbarat û polîsên tirk der heqê endamên PKK’ê de alîkarî dane yekîneyên lêpirsînê yên Swêdê.

Li gorî raporê yekîneyên ewlehiyê yên tirk belgeyên lêpirsînê yên derheqê PKK’yiyan navdar de, dane. Di raporê de agahiyên berfireh ên der barê Cemîl Bayik û Alî Haydar Kaytan ên PKK’yî de hene.

Di rapora 12’ê adarê de jî agahiyên derheqê Cemîl Bayik û Alî Haydar Kaytan spartine ser dosyaya lêpirsînê ya Midûrtiya Emniyetê ya Alman (BKA). Di raporê de ku îstîxbarata Almanyaya Rojhilat ji muxabîrên bi ser wan ve standine, tê gotin Cemîl Bayik ê bi navê kod, ‘Şiyar’ li Sûriyê dijî, Alî Haydar ê bi navê kod ‘Fuat’ û ‘Hawar’ gelek caran diçe Almanyaya Rojava.

Di wan raporan de ku Stasî hazir kiriye yek ji tiştekî din ya balkêş ev e ku di kampanyaya reşkirina PKK’ê de ya piştî kuştina Palme, rola rêxistinên kurd e. Di rapora 3 rûpelî de ku Daîreya 2’yan 16’ê adara 1986’an hatiye amadekirin, tê gotin Partiya Demokrak a Kurdistana Iraqê (PDK-I) PKK’ê ji kuştina Palme berpirs dibine. Di vê raporê de ku ji hevdîtinên sîxûrên Stajî li Rojavayê Berlînê bi rayedarên payebilind ên PDK-I hatiye hazirkirin, bi kurtî tê gotin PDK’yî ji ber van du sedeman dibe ku PKK’yiyan Palme kuştibin:‘’PKK jixwe ji mêj ve kampanyayeke dijî Palme dike. Piştî kuştina li Swêdê PKK’yî hatin binçavkirin, PKK jî ji bo ku tola vê hilîne dibe ku Palme kuştibin. Her wiha Palme jî pir ji kurdan hez dikir û dewleta tirk ji vê aciz bû. Dibe ku bi navbeynakariya sîxûrên di nav PKK’ê de hatin bicihkirin, ev cinayet pêk hatibe.’’

Olof Palme di salên 1969-1976 û 1982-1986’an de li ser kar bû û dixwest dawî li zextên li ser kurdan were. Lê seyr e, kuştina Palme kirin stûyê kurdan.

Piştî kuştinê bi heftiyekê li Swêdê bi ser malên kurdên welatparêz de girtin, gelek kurd hatin binçavkirin. Ev êrîşa li ser kurdan a li Swêdê piştre li Almanyayê jî dubare kir.

Saziyên çapmeniyên yên alman û swêd û çapemeniya tirk ji bo ku kuştinê bikin stûyê PKK’ê li pey hev nûçeyên derewîn dan. Ne pir dûr, piştî du salan kuştina Palme sala 1988’an bû kana ‘Doza PKK’ê ya li Dusseldorfê, ku komeke PKK’yî hatin darizandin û di nav wan de Duran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî jî hebûn.

Li qada navneteweyî kurdan, lîderekî ku ji dil heqê wan diparast winda kir, kuştin kirin stûyê PKK’ê û bi vî rengî bû operasyoneke kurdan reş bikin. Jixwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştre, rûdanên piştî kuştina Palme, weke ‘gava pêşî ya komploya navneteweyî ya li ser xwe’ nirxandibû.

Piştî 36 salan di 10’e hezîrana 2020’an Swêdê bi fermî ragihand ku tu têkiliya kurdan û PKK’ê bi kuştina Palme re nîne.

Serdozgiriya Swêdê aşkera kir ku gumanbarê kuştina Palme Stîg Engstrom ê Swêdî ye ku di sala 2000’î de miriye û bi vî rengî ser dosyaya Palme hatiye girtin.

Lê li gel vê jî hikûmeta Swêdê bi awayekî fermî ji kurdan û tevgera azadiya kurdan lêborîn nexwestiye.

Çavkanî ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar