Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Di medya kurdî de Jin Tv weke mînak hate nîşandan

Li Silêmaniyê di konferansa hêz û sînordarkirina jinan di çapemeniyê de Jin Tv  di çapemeniya kurdî de weke mînaka yekem a kanala jinan hate nîşandan

Li Hola Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê Rêxistinên Çavdêriya Medya Kurdî konferansek hate lidarxistin. Di konferasnê de 4 mijar hatin guftûgo kirin.

Yek ji mijaran ‘ Rola jin di ragihandina kurdî’ de bû. Mamostayê Beşê Ragihanê ya Zanîngeha Selahedînê Dr. Sara Muhsîn li ser axivî û bal kişand li ser kêmbûna jinan a di ragihandina başûrê Kurdistanê de.

Dr. Sara aşkera kir ku toreyên civakî û serdestiya zilaman sedemekî kêmbûna jinan a di karê çapemeniyê de ye û daxwaz kir ku tevî hemû astengiyan jî jin rola xwe bilîzin.

Piştre Hana Şiwan qala ‘Di dezgehên medyayê de serxwebûna jinan’ kir û aşkera kir ku li hinek car ji aliyê rêveberên medyayê ve jin tên bikaranin û destdirêjiya bedenî li hemberî wan tên kirin û diyar kir ku ji ber gefa dûrxistina kar bêdeng dibin û wiha got: “Rojnamegerên jin li gorî mêran mûçeyên kêmtir werdigirin.”

Hana Şiwan da zanin ku li gorî daneyan di sala 2018’an de destdirêjî li 7 rojnamegerên jin hatine kirin. Hana Şiwan got ku divê jinên rojnameger ji bo jinên din pêşeng binin û daxwaza mafên xwe bikin.

Mamostaya Beşê Ragihandinê ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Benaz Heme Reşîd axivî û ev tişt anî ziman: “Dezgehên ragihandinê zêdetir girîngiyê bi rûyê jinan didin. Salan e gelek xwendekarên jin beşê ragihandinê xelas dikin lê bê kar dimînin.”

Herî dawî aktîvîsta jin Perêz Sabîr bi navnîşana ‘Di dezgehên medyayê de neamadebûna jinan’ gotarek pêşkêş kir. Perêz Sabîr aşkera kir ku zêdetir erka derketina li ser şaşeyî didin jinan û erka edîtorî û rêveberiya nadin wan.

Perêz Sabîr bal kişand ser girîngiya kanala Jin Tv û aşkera kir ku di medya kurdî de yekane kanala jinan e û hemû karmendên wê jin in û her wiha Perêz Sabîr spasiya endamên Jin Tv’yê kir. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar