Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di medyaya Başûr de cihê jinan

Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Ragihand, Çap û Belavkirinê li Herêma Kurdistanê 122 kanalên navxweyî û 35 kanalên asmanî û 160 radyo weşanê dikin. Ji derveyî van bi sedan, malper, kovar û rojname hene. Ragihandina taybet girêdayî jinan tiliyên destan derbas nake. Ji van Jin Tv, rojnameya Jiyanewe, Kovara Rêwan, Tiruske, Malpera Jin Magazîn, Kovara Jin û hwd.

Li gorî agahiyên ji Rêveberê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Heme Emîn hatine girtin, rêjeya beşdarbûna jinan li nava karê ragihandina başûrê Kurdistanê û Kurdistanê bûye ji sedê 20. Lê ev rêje di asta xwesteka jinan de nîne.

Dîroka beşdarbûna jinên Başûr a di ragihadinê de

Yekem car di sala 1926’an de nivîsa Guzîde Ezîz di rojnameya Jiyan de hatiye belavkirin. Her wiha di sala 1958’an de Nesrîn Fexrî li Bexda spîkera radyoya kurdî bû. Piştre heta sala 1966’an de jinek di kanala Bexdayê dibe spîker û piştre jî bi heman awayî di kanala Kerkûkê de jin hebûn. Piştre Nîhayet Xelat di salên 1970’an de bernameya ‘Afretên Kurdistanê’ di Radyoya Bexdayê de çêdike.

Piştî salên raperîna başûrê Kurdistanê di warê teknîk, kamaravaniyê û montajê de jî Kuwêstan Mihemed ku niha Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ye û Parêzer û parlamentera berê Peyman Ezîz xwe pêş xisitne û bixwe bername amade kirine, pêşkêş kirine û di kanala Gelî Kurdistanê de weşandine.

Di roja îro de jin û medya

Niha li başûrê Kurdistanê di piraniya beşên medyayê de jin cihê xwe digirin. Lê di warê çendeyetî û çawaniyê de di asta pêwîst de nîne. Rolekî parçebûyî heye. Mêran dest daniye li ser medyayê û naxwazin baweriyê bi hêza jinan bînin. Piraniya bernameyên germ, siyasî, aborî û fikrî ji aliyê mêran ve tên amadekirin û pêşkêşkirin. Bernameyên hunerî û civakî jî didin jinan. Di warê amadekirina rapor û nûçeyan de jî bi heman awayî ye.

Li başûrê Kurdistanê bi dehan jin edîtor an jî berpirsên dezgehên ragihandinê ne. Di nava medyayê de herî kêm bernameyên jinan û beşên taybet ên jinan hene. Her wiha ew rapor û mijarên ku tên weşandin li şûna ku balê bişînin li ser pirsgirêk, hêz û serkeftina wan, kar li ser biçûkxistin û tawanbar nîşandana jin û derxistina bedena wan dikin. Ev jî belgeyeke jinan bi zihniyeta jinan qebûl nakin. Di çarçoveya zihniyeta mêrsalarî de bernameyan ji bo karê jinan çêdikin.

Pirsgirêkek din a li pêşiya karê jinan, qebûlnekirina xwezaya jinê ye û azadbûna hilbijartina cilûberg e. Ev jî bi taybat di derketina hinek kanalên televîzyonan de ji bo wan diyar dikin û dezgeh jê re diyar dike ku divê cilên balkêş be. Divê bala bîner bikişîne li ser xwe. Hinek caran di nava dezgehek ragihandinê de yan jî derve gengeşe derdike, lê tu caran di nava bîlançoya binpêkirina Sendîkaya Rojnamegerî û Navenda Metro de cihê xwe nagire. Ji ber ku jin ji aşkerakirinê ditirsin.

Tevî hemû astengiyan jî, jin destgirêdayî nînin û timî hewl didin ku xwe pêş bixin û astengiyan bişikênin. Ger hejmara wan gelek kêm jî be, karîne berpirsyartiya dezgehê, yan jî beşek girîng a dezgeha ragihandê li ser milê xwe bigirin. Her wiha bi selmandina hêza xwe ew hizrandina jin nikarin kar li ser mijarên taybet ên siyasî, aborî û fikrî bikin vala derxistine. Hêza xwe ya di vî alî de îspat kirin. Niha bi dehan jin di dezgehên ragihandinê de karê kamerevanî, wênegirî û montajê dikin. Her çiqas hejmara wan jinan gelek kêm e, lê cihê kêfxweşiyê ye.

Hinek nimûne ji saziyên ragihandina jinan û saziyên girîngiyê didin jinan;

Çetir

Kompanyaya Çetir li başûrê Kurdistanê yek ji wan saziyên ragihandina kurdî ya herî ber bi çav e ku girîngiyê dide jinan. Bi giştî 39 karmendên kompanyayê hene û ji van jî 17 jin in. Ev jin jî di hemû beşên ragihandinê de cihê xwe digirin.

Girîngiya Berbebeyan

Kompanyaya Berbebeyan yek ji wan saziyane ku hemû karmendên wê jin in. Hemû bernameyên têne amadekirin bi mijara jinan ve girêdaye. Yek ji wan televîzyonên sereke ku ev kompanya bername jê re amade dike, ‘Televîzyona Jin’e.

Rojnameya Jiyanewe

Rojnameya Jiyanawe di sala 1997’an de hatiye damezrandin û zêdetirî 800 hejmar derketiye. Zêdetirê mijarên rojnameyê li ser jinan e û her 15 roj carek derdikeve.

Nêrîna komek jinên di nava saziyên ragihadinê yên başûrê Kurdistanê kar dikin;

Pêşkêşvana radyoya Meşxelan Firmêsk got ku ger jin dest biavêjin ser pirsgirêkên pêwîst ên jinan, dikarin xwedî rolek bi bandor bin û destnîşan kir ku zêdetirî saziyên ragihandinê, rewşa jinan li ber çavan nagirin û zêdetirî xwe girîngiyê didin, beden û reng.

‘Divê rojnameger rastiya jinê derbixe’

Spîkera Jin Tv Evîn Nesrîn jî derbarê tevlibûna jinan û bandora wan a li ser ragihandinê axivî û ev tişt anî ziman: “Tevlibûna jinan, rengek cuda dide ragihandinê. Ji ber jin xwedî armanc in dikarin xizmetek baş bikin. Divêvê derketina jinan li ser bingeha rengdayîna rastiya jinan be.”

Em zihniyeta zilamsalariyê red dikin’

Spîkera televziyona Aryen TV Çawan Fayeq diyar kir ku di aliyê teknîkî û amadekirina bernameyan de, di televziyona wan de zêdetirî xwe karmend jin in û da zanîn ku ew bi fikrê jinbûyîna xwe kar dikin û karîne heya rêjeyek zêde fikrê zilamsalariyê red bikin.

‘Ji ber ku em jin in, binpêkirin hemberî me tên kirin’

Rojnameger Sazyan Talîb balkişan ser astengiyên hemberî jinan û destnîşan kir ku jin carek ji ber pîşeyê xwe û carek jî ji ber jinbûyîna xwe binpêkirin hember tê kirin. Wek sedem jî Sazyan got ku ji ber ku dema jinek bi kamereya xwe diçe kolanan û dixwaze bûyeran ragihîne, temaşekirina xelkê jî astengiyek û tund û tujî ye.

Tevî hemû pirsgirêkan Sazyan balkişand ser dewamkirina têkoşînê û ev tişt anî ziman: “Her ku diçe jin dadikevin qadan û ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Em serî natewînin. Divê em hemû vê peyama ‘Jin wê têkoşînê dewam bikin’ bidin civakê.”

‘Jinan wek metirsîdar dibînin’

Rojnameger Hana Şiwan jî balkişand ser ragihandina başûrê Kurdistanê û da zanîn ku hizb bi fikrek zilamsalariyê têne rêve birin. Hana diyar kir ku heman tişt li saziyên ragihandinê jî têne dîtin û wiha got: “Zêdetirî ragihandinan hizbîne û rê nadin tu wezîfeyek girîng ji bo jinan bê dayîn. Hemû jî jinan di navendên saziyan de, weke metirsîdar dibînin. Rêveberên qenalên televîzyonan ne bi çavê rêzdariyê, lê bi çavê rêgeziyê temaşeyî jinan dikin. Gelek caran rêveber ji bo spîker nêzî xwe bike, dema karkirina wê diguhere û jê re pirsgirêkan derdixe. Zextê dike heya ku tiştên cûda lê ferz bike.”

Çareser

Li gorî Hana Şiwan ger jin li her saziyekê de piştevaniya hev bikin, wê ne rêveber ne jî tu kesek din nekaribe ji xwe re kar bîne û got ku divê jin xwe perwerde bikin, hêz bikin û li hemberî tu binpêkirinan bêdeng nemînin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar