Meclisa Tenduristiyê ya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya meha adara îsal aşkera kir. Li gorî raporê di meha adarê de 14 jê bi vîrûsa koronayê (Covîd-19), bi giştî 113 karkeran di meha adarê de jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎG’ê destnîşan kir ku di vê mehê de jî mafên tenduristî, tevdîr û parastinê yên karkeran hatiye paşguhkirin.
Bi domdarî jî ÎSÎG’ê da zanîn ku dewletê ji bo parastina ji vîrûsa koronayê, tu tevdîr ji bo 20 milyon karker û malbatên wan negirtine û wiha domand: “Gelek karker ji kar hatin derxistin, derxistin destûra bêheq û karker bêhtir tên xebitandin. Derdê patronan ne karker, berjewendî, zêdexebitandin û performansa karkeran e. Dibe ku hejmara karkerên bi koronayê dimirin, zêdetir bibe.”
Rapor wiha didome: “Ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 11 jê jin û 102 jî zilam in. Herî zêde di karên çandinî, zexîre, buro, metal, enerjî û tenduristiyê de mirin çêbûne. Her wiha du zarokên di karên çandinî û metalê de dixebitîn jî jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 18 jê bi ser 51 salî bûn. Her wiha ji van karkeran 6 jê ji Sûriyeyê, yek jê ji Afxanistanê, yek jê ji Gurcistanê, yek jê ji Ozbekistanê û yek jî ji Rûsyayê ye. Ji van karkeran tenê yek jê sendîkayî bû”
Di berdewamê de jî ÎSÎG’ê tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar rêz kir û diyar kir ku divê karker ji ber xemsariyê ji canê xwe nebin. STENBOL