Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di meha adarê de 27 jin hatin kuştin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin rapora adara 2019’an aşkere kir û li gorî raporê nava mehekê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora tundiya li dijî jinan a meha adara 2019’an aşkera kir.

Li gorî rapora platformê ku agahî serlêdan û çapemeniyê girtin, di adarê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Platformê anî ziman ku îstîsmara li dijî zarokan û tundiya zayendî ya li dijî zarokan ji agahiyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin zêdetir e û tundiya zayendî û îstîsmara li dijî zarokan berdewam dike.

Li gorî raporê li Stenbolê 8, Mêrsînê 2, Antalyayê 2, Enqereyê 1, Edeneyê 1, Bursayê 1, Erziromê 1, Dîlokê 1, Hatayê 1, Îzmîrê 1, Kirikkaleyê 1, Kirklareliyê 1, Kocaeliyê 1, Konyayê 1, Tokatê 1, Trabzonê 1, Uşakê 1 û Gumuşhaneyê 1 jin hatin kuştin.

Di heman demê de li gorî raporê di nava 27 jinên hatin kuştin de faîlê 9 jinên hatin kuştin nehat diyarkirin, 6 jin ji aliyê zilamê bi wan re zewicîbûn, 4 jin ji aliyê kurê xwe ve, yek jin ji aliyê destgirtiyê xwe ve, jinek ji aliyê pismamê xwe ve, jinek ji aliyê zilamê ku hev berdan ve, jinek ji aliyê zavayê xwe ve hatin kuştin. 10 jin bi çekan hatin kuştin, 3 jin hatin fetisandin û 2 jin jî bi lêdanê hatin kuştin.

Her wiha navê jinên ku hatin kuştin wiha ne: Samîra Arslan, Ayşe Demîr, Sînem Gedîk, Suzan H., Elmas Aksu, Fikar Talu, Hacer Cengîz, Fatma Şengul, Ayyuş Çetîn, Ayşe Dayioglu, Ozlem S., Mîne Topçu, Seher Polat, Fatma Erdogan, Muslîme B, Nîhal Işildar, Yelîz Y, Saadet K., Kezîban Ercan, Ayşe Solmaz, Zeynep Esîn, Arzu Ozkan, Leylî E., Zeynep Ozturk, Ayni D., Ebru Erdem û jina 47 salî ya navê wê nehat zanîn. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar