Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di meha dawî de 913 malbatên êzdî vegeriyan Şengalê

Komên çete yên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şengalê komkujiyeke mezin kirin û bajar dagir kirin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran hatin revandin û bi dehhezaran êzdî jî koçberî cih û warên cuda bûn. Bi rizgarkirina Şengalê û bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê re Şengal veguherî yek ji cihên herî bi ewle yên Iraqê. Bi vê yekê re jî vegera ber bi Şengalê re roj bi roj zêdetir dibe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo pêşwazîkirina koçberan 15’ê gulana 2020’an de komîsyonek ava kir. Komîsyonê têkildarî karê xwe yê meha hezîranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komîsyon ji saziyên rêveberiyê û ewlekariyê yên Şengalê pêk tê û bi karê pêşwazîkirina koçberan, afirandina şert û mercên vegerê tevgeriya ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beşek ji malên şêniyên herêmê hatine rûxandin û li hin herêmên Şengalê binesaziya av û ceyranê ji ber şer hatine rûxandin û wan jî hewl dane xizmetguzariyê li wan herêman bikin.

Her wiha ji ber nebûna derfetên koçberên vedigerin, wan bi balhilgirên şaredariyê alîkariya veguhestina malê şêniyan kirine, malên wan paqij kirine û ew li malan bi cih kirine. Li gorî daxuyaniya komîsyonê, di nava mehekê de 913 şengaliyên li kampên başûrê Kurdistanê vegeriyane gund û navçeyên Şengalê û vegera wan rojane dewam dike.

Komîsyona Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê di dawiyê de bang li şengaliyên li kampan kir ku vegerin ser xaka xwe û xwedî li Şengalê derkevin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar