Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di meha îlonê de 36 hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) û Meclisa Jinan, derbarê cînayetên jinan ên bi guman de, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliya Stenbolê civîna çapemeniyê lidar xist. Di civînê de wêneyên jinên jiyana xwe ji dest dayîn hatin hilgirtin. Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîn daxuyanî da.

Ataselîm bal kişand ser cinayêtên jinan û wiha got: “Di encama newekheviya zayendî ya civakî de, di meha îlonê de 16  jin hatin qetilkirin û 20 jin bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev jin ji aliyê xizmên xwe ve, di malên xwe de hatin kuştin. Ji ber ku van jinan xwestin derbarê jiyana xwe ji de biryar bidin hatin kuştin.”

Peymana Stenbolê

Ataselîm diyar kir ku rawestandina kuştinên jinan û bi dawî anîna tundiya li dij jinê mijarên bi hev ve girêdayî ne û ev tişt anî ziman: “Ya ku vê bi cih bîne Peymana Stenbolê ye. Ji bo ku Peymana Stenbolê bê bicihanîn, bi salan e em têdikoşin. Gavên hatin avêtin û qanûnên hatin derxistin jî di vê çarçoveyê de pêş ketin.”

Ataselîm da zanîn ku ji bo rawestana qetilkirinên jinan tenê 12 meh bes in û ji bo rawestandina cînayetên jinan, 12 madeyên çareseriyê pêşniyar kir

12 madeyên çareseriyê yên hatin pêşniyar kirin wiha ne:

  • Divê xala 6284 bê aktîfkirin,
  • Divê navendên pêşîlêgirtina tundiyê û stargeh bên zêdekirin.
  • Lazim e ku pêvajoya hev berdanê bê rehetkirin û ger tundî hebe, lihevkirin neyê pêşniyarkirin.
  • Pêwîst e ku di jiyana kar a jinan de, tevlibûnek wekhev û bi ewle bê pêşxistin.
  • Divê di sûcên li dijî jinan de, ne cezakirin bi dawî bibe û edalet bê bicihanîn.
  • Divê lêpirsîna di pêvajoya qetilkirina jinên biguman de, bi awayek paqij bê kirin û rastî derbikeve holê.
  • Divê biçekirina takekesî bê qedexekirin.
  • Lazim e ku  ji bo jinan xeta alîkariya lezgîn bê avakirin.
  • Pêwîst e wekheviya zayendî ya civakî di mufredata perwerdeyê de bê bicihkirin.
  • Divê cudakarî ji holê bê rakirin.
  • Lazim e ji bo jinan wezareteke cuda bê avakirin.
  • Divê di navbera saziyan de, koordînasyonek bê avakirin. STENBOL
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar