Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Di meha mijarê de herî kêm 30 jin hatin qetilkirin

Ajansa jinan JinNewsê çeteleya tundiyê ya meha mijdarê amade kir û li gorî nûçeyê di meha mijarê de herî kêm 30 jin hatine qetilkirin

Navena Nûçeyan

Ajansa jinan JinNewsê li ser kuştin û tundiya li ser jinan çeteleya meha mijdarê amade kir. Li gorî nûçeyê; her meh hejmara qetilkirina jinan zêde dibe û rayedarên hikûmetê jî dewsa ku li ser polîtikayên bêceazahiştinê bisekinin di bernameyên ku beşdar dibin de têkoşîna jinan hedef digirin. Lê belê jin li dijî hemû zextan îsal jî derketin qadan û li dijî tundiya mêr-dewletê dengê xwe bilind kirin.

Di vê pêvajoya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de nivî jinan li malên xwe hatin qetilkirin û hin jin li cihên karên xwe û hin jî ji wan li ber deriyê edliyeyan hatine qetilkirin.

30 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha mijdarê de daxuyand ku di meha mijdarê de 29 jin hatine qetilkirin û 10 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên me jî vê mehê herî kêm 30 jin ji aliye nasên xwe ve hatin qetilkirin, 8 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jineke hat kuştin hîn bersûcê wê nehatiye dîtin û hat xwestin 11 jin jî werin qetilkirin. Herî kêm destdirêjî 6 jinan hatiye kirin û bi destdirêjiyê re rûbirû mane. Darazê jî dev ji polîtîkaya xwe ya bêcezahiştinê berneda.

Xwe parastin

Vê mehê bajarê Îzmîr di nava bajarên herî zêde jin lê hatine qetilkirin de cihê xwe girt. Li Îzmîrê vê mehê 4 jin, li Mêrsînê 2 jin hatin qetilkirin û hat xwestin jinek jî were qetilkirin. Hema hema li her bajarên Tirkiyeyê jin hatin qetilkirin. Jin jî ji bo xwe biparêzin têdikoşin. Li Bûrsayê Îsmaîl I. xwest hevala xwe Zehra Y. bi sîlehê qetil bike. Zehra Y. a ku bi awayekî birîndar bi tundiyê rûbirû hat hiştin, xwe parast û Îsmaîl I. kuşt.

Dîsa vê mehê mêrên bi unîforma jî jinan qetil kirin. Vê mehê çawişên pispor, berbaz û cerdevanan 5 jin qetil kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar