Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di meha nîsanê de herî kêm 36 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP’ê di meha nîsanê de herî kêm 36 jin hatine qetilkirin, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan gihiştiye asta jor û êrîş hîn didomin

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora tundiya li ser jin û zarokan a meha nîsanê aşkera kir. Li gorî raporê di meha nîsanê de 36 jin hatine qetilkirin, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan jî berdewam kiriye.

Di raporê de hat diyarkirin k udi qirkirina jinan a ku hatiye kirin de 8 jê bi awayekî bi guman hatine kirin, kuştina 5 jinan nehatiye tespîtkirin, jinek bi hinceta aboriyê û 22 jin jî ji ber ku xwestine derbarê jiyana xwe de biryarê bidin hatine kuştin û ev tişt hat gotin: “Heta ku neyê tespîtkirin jin ji aliyê kê ve ji ber kîjan sedemê tên kuştin; darizandineke adîl neyê kirin, gumanber û kujer cezayê wan ji vê pêkanînê dûr bixe neyê dayîn, wê ev tundî berdewam bike.”

Herî zêde jin li Stenbol û Îzmîrê hatin kuştin

Li gorî daxuyaniyê li Stenbolê 4, Îzmîrê 4, Edeneyê 3, Afyonkarahîsarê 3, Rihayê 3, Gurgumê 2, Bursayê 2, Manîsayê 2, Mêrsînê 1, Nîgdeyê 1, Zonguldakê 1, Erziromê 1, Malatyayê 1, Tekîrdagê 1, Kocaeliyê 1, Muglaê 1, Konyayê 1, Sakaryayê 1, Êlihê 1, Dêrsimê 1 û Osmaniyeyê 1 jin hatine qetilkirin û navê jinên ku hatine qetilkirin wiha ne: “Hamîde Gezer, Asli Yildiz Guçlu, Emîne Yildiz, Najia Arabzaî, Eda Kaymakli, Nur Muhammet Berzo, Ayla O., Reyhan Irketî, Ozge Y., Hayat Meşaîl, Sabah Meşaîlî, Mukadder Nogay, Dudu Çeştepe, Gozde Çulhaogu, Aysel Şahîn, Rabîa Bayram, Fatma Bayram, Hatîce Şahîn, Arzu S., Ş.A., Dîlan Tutucu, Gulsum Taş, Sultan Çinkir, Sîbel Akçali, Cemîle Aydin, Hulya Haney, Aycan Bozbay, Ayşe Î., Hatîce U., Gamze Unlu, Dîlek O., Gokselîn Turkel, Îlkay Sivasli, Esra K., Naciye Saygin û jineke ku navê wê hîna nehatiye tespîtkirin.”

Di raporê de hat diyarkirin ku ew bajarên li wan kuştin nehatiye kirin jî dixwazin û derbarê qanûna hejmar 6284’an û encamên wê de jî ev agahî hatin dayîn: “Li gel ku derbarê wan de nayê zanîn derbarê 29 jinên hatine qetilkirin de biryaya parastinê heye yan na ji bo 7 jinan jî tu biryara dûrxistinê yan jî parastinê tune ye. Lê dema ku li gorî qanûna hejmar 6284 ku bi têkoşîna jinan hat bidestxistin û gelek mafên parastina ji bo jinan pê hatine misogerkirin pêk bê wê jin bên parastin.”

Jin li qadan bûn

Jinan diyar kir ku ew vê mehê ji bo Rabîa Naz li qadan bûnê û di 1’ê Gulanê de jî bi dirûşma “Em ê mafê xwe yê wekheviyê bi dest bixin, tundiyê bi dawî bikin” li qadan bûne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar