Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di mehekê de li Efrînê 130 sivîl hatin revandin

Talan û wêrana dewleta tirk û çeteyên wê ya li Efrînê berdewam e. Di vê çarçoveyê de di 37 rojên dawî de hêzên dagirker li Efrînê 3 sivîl qetilkirin, 130 sivîl revandin, bi hezaran darên zeytûnan şewitandin û gelek deverên dîrokî talan kirin

Dewleta tirk û çeteyên wê di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kirin. Ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê heta niha dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê bi sedan sivîl qetilkirin, bi hezaran sivîl revandin û aqûbeta gelek sivîlên li Efrînê jî hê nediyare. Dewleta tirk li hêla din jî şêniyên efrînî koçber dike, deverên dîrokî dirûxîne û xwezaya Efrînê jî tune dike. Yek ji polîtîkayên dewleta tirk ên li Efrînê jî ew e ku demografyaya herêmê biguherîne. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk li şûna gelê Efrînê, malbatên komên çete û tirkmenan bi cih dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ya bi îmzeya Cafer Cafo binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê yên ji destpêka meha tebaxê û destpêka meha îlonê wiha ne:

*Di mehek û 7 rojan de derdora 130 sivîl ku piranî jê ji gund û navçeyê Efrînê ne, hatin revandin. Ji van 21 yek jê ji naçeya Mabatayê, 13 jê ji navçeya Bilbilê, 7 jê ji navçeya Şiyê, 33 jê ji navçeya Şerayê, 8 jê ji navçeya Racoyê, 16 jê ji navçeya Cindirêsê, 2 jê ji naçveya Şêrawayê û 30 sivîl jî ji navenda Efrînê û gundên derdorê wê ne. Çaranûsa piraniya van welatiyan ne diyar e.

*Di heman demê de yek jê jineke temenmezin, sivîlekî ji Şêrawayê û yek ji navçeya Şiyê,  bi giştî 3 sivîl hatin kuştin.

Şewitandindar darên zeytûnan û daristanan

*Artêşa tirk û çeteyên wê li gelek deverên Efrînê darên zeytûnan şewitandin. Bi vê rêbazê hewl dide çavkaniya aboriyê ya welatiyan têk bibe û rê li ber koçberiyê veke.

*Artêşa tirk û çeteyên daristanan dibire û darên wan jî derbasî Tirkiyeyê dikin. Di vê çarçoveyê de hema hema hemû çiyayên Efrînê bêdaristan hiştine.

*Ji destpêka tebaxê heta hefteya destpêkê ya îlonê, çeteyan 300 darên li daristana Mabatayê û yên li gundê Rûta yê Şiyê birîn.

*Komên dagirker bi sedan darên zeytûnan ên temenê ser 70 salî yên li Mabata, Şera, Cindirês û Racoyê birîn û agir berdan darên zeytûnan ên Şerayê û daristanên Basûta, Şêrawa û Çiyayê Qaziqlî yê Cindirêsê. Gelek darên li gundê Umera û gundên Hec Qasim, Dela û Rûta yên Mabatayê hatin şewitandin.

*Komên çete yên Lîwa 112 û Lîwaya 3’yemîn, zêdetirî hezar darên zeytûnê yên Mabetayê şewitandin. Li heman navçeyê li gundê Xazyana çeteyan zêdetirî 5 hezar darên zeytûnê birîn.

*Tê payîn ku ji roja destpêkê ya dagirkeriyê heta niha artêşa tirk û çeteyên wê zêdetirî 15 hezar hektar ji darên zeytûnê û daristan şewitandî ne.

*Hêzên dagirker tevî kuştin, revandin û qutkirina çavkaniyên debarê, bacên mezin li ser gel ferz dikin.

Bacê li ser welatiyan ferz dikin

*Hat zanîn ku ‘Meclisa Herêmî ya Bilbilê’ mal li gorî hejmaran dabeş kirine da ku kiryarên talankirinê hêsantir bikin. Li gorî rêzehejmara malan jî li ser şêniyan pere tê ferzkirin. Bi taybet li gundên Qizilbaşa û Bêlê yên Bilbilê li ser her malbatekê 200 dolar hatiye ferzkirin.

*Koma çete ya Siltan Silêman Şah (El-Emşat) di 10’ê tebaxê de biryarek girt û li gorî vê, xwediyên zevî û milkan dê hezar dolar bacê bidin. Yên ku nedin jî dê mal û milkê wan jê bê standin û ji Efrînê bên derxistin.

Talankirina berhemên dîrokî

*Hêzên dagirker ji bo talankirina berhemên dîrokî, bi alavên giran ên weke tireks û bageran, li girên di navbera gundên Bîbaka, Qaşa û Şerqiyê yên Bilbilê de dest bi kolanê kiriye. Ji bo vê jî bi sedan darên zeytûnan birîne. Hat zanîn ku komên çete heta niha gundê Senar ê Şiyê, Girê Cirnas ê dîrokî û Girê Elkê yê Şerayê kolane.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar