Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Di meseleya Israîl û Filistînê de rêya 3’yemîn

Bi gelek wechên xwe yên dîrokî û rojane ve, meseleya Israîl û Filistînê, cardin bi xisareke giran û xetereyeke mezin ber bi rewşeke xeternak ve diçe. Dîroka Israîl-cihû û ereban-misilmanan, piştî sedsala 20’emîn, serwerkirina dîn û baweriyan û şewq û qonaxên kapîtalîzmê helbet di vê aloziya îro de faktorên curbicur û karîger in.

Di 73’emîn salvegera damezirandina dewleta Israîlê de (14’ê Gulana 1948’an) alozî, şer û pevçûnên di navbera dewleta Îsraîlê û rêveberî û rêxistinên filistînî de careke din gur bûn. Di nav hefteyekê de gelek kesan di encama van aloziyan de jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hatin birîndarkirin, bi dehhezaran kes ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Heta niha ji herdu aliyan û bêhtir jî sivîl bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da. Bajar, bi moşekan û bi êrîşên asmanî tên bombebarankirin.

Ji ber gelek taybetmendiyên xwe, meseleya Israîl û Filistînê wek girêkekê bingeha gelek aloziyan e li Rojhilata Navîn, lewre jî encam û serencama vê meseleyê, bandora xwe li ser gelek aloziyên din jî dike li deverê. Ji ber ku dîn-qewmiyet, dewlet û kapîtalîzm bi hevdu ve hatine lehîmkirin, loma jî veguherîn û veçirandina vê girêkê hem gelek dijwar hem jî maliyeteka giran ji bo gelan derdixe meydanê. Di vê labîrentê de pergala heyî nikare bibe derman û bersiv ji bo van aloziyan. Ji bo wê jî meseleya Israîl û Filistînê ne tenê meseleya wan e, bi encamên xwe bandorê li ser hemû gelên herêmê jî dike. Zanyarê mezin ê filistînî Edward Said gotibû “têkoşîna ku ji bo Filistînê hatî dayîn, ji Filistînê mezintir e”. Ev tesbîtên Said îro cardin nîşan dide ku ev mesele êdî meseleyeke navneteweyî û herêmî ye.

Li ser paşxaneyeke wiha, cardin meseleya Israîl û Filistînê îro di rojeva herêmê û cîhanê de ye. Ev meseleya ku niha wek gulokeke êgir hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê bûye mijareke sereke, ji sala 1948’an vir ve ji wê deverê derketiye û bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Ji encamên jenosîdê bigire heta xewn û îdeaya “welatekî azad”, ji dagirkerî û hikmkirina terîtoryal a Israilê bigire heta serboriya berxwedan, întîfada, koçberkirin û penaberiyê, meseleya Filistînê wek meseleya Kurdistanê îro cardin veciniqî. Di 70 salên borî de, ev pirsgirêk nehat çareserkirin û her ku çû giriftî zêdetir bûn û îro rêbaza çareseriyê ya herdu aliyan û sîstema cîhanê ya ku rê li ber van gengeşeyan vedike jî nikare ji vê pirsgirêka ku rehên wê digehê gelek qonaxên dîrokê çareser bike. Kapîtalîzm, qewmiyet û Leviathanparêzî, îro wekî bedenekê ne û hemû pirsgirêkên herêmê kûrtir û aloztir dikin. Îro tabloya li Israîl û Filistînê derketiye holê, cardin nîşan dide ku jeopolîtîka Rojhilata Navîn a xwe dispêre vê qewmiyetparêziya paşverû û desthilatdar, aramî û aştiya temamî herêmê jî dixe bin xetereyeke mezin. Lewre ji her demê zêdetir pêdivî bi rê û rêbazeke 3’emîn heye ku ew jî di halê heyî de miqabilî pergaleke konfederatîf tê ku dikare bibe sîwan ji bo hemû pêkhateyên herêmê ku tê de hemû nirx û taybetmendî tên parastin, bibêşvebirin. Parvekirina desthilatiyê, belavkirina hêz û temsîliyetê ji navendê ber bi perîferiyan ve, rêbaza herî aqilane, mirovî û civakî ye ku şopên wê di dîroka gelên herêmê de hene.

Her çiqas bê lokalîzekirin, nebinavkirin jî îro li Rojhilata Navîn, li Kurdistan, Iraq, Sûriye, Filistîn û Israîl jî di nav de li herêmê Şerekî Cîhanê yê 3’emîn diqewime. Ji ber ku piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn êdî wesf û rehenda şeran guherî û karekterekî civakî li şeran hat barkirin, loma jî îro ev pêvajo, hêdî hêdî lê giran giran diqewime. Bi rewş û çarçoveya heyî, ji bilî aloziyê, êdî derfeta çêbûn, nûbûn û belavbûna modernîteya kapîtalîst nîne ku bikaribe xwe biparêze. Tabloya riziyayî û belavbûyî ya pergalê, sedem û bingehên wê tabloyê îro cardin nîşan dide ku demokratîzekirina modernîteyê rêya herî baş û kêrhatî ye ji bo gelan. Ev yek bi her awayî ji bo alozî û qeyranên qewmiyetê jî rêya herî rast e ku bi xwe re neteweyê jî demokratîze dike. Ne tunekirina Israîl û cihûyan, ne dagirkirin û koçberkirina Filistîn û ereban, ne jî reçeteya ku wek “cot-dewlet” tê nivîsîn, heta niha çareseriyeke mayînde bi xwe re neanî. Wextê ku gelên herêmê, êl û eşîrên ku di nav van aloziyan de ketine qirika hevdu li ser vê esasa demokratîk ên netewesaziyê bên avakirin, ev yek hem vegera li kok û dîrok û şaristaniya xwe ye bo gelan, hem jî rê li ber mudaxele û destwerdana hêzên emperyalîst û cîhanî digire.

Hilbijartinên 2020’an a Amerîkayê anku guherîna serokê Amerîkayê ji bilî Iraq, Sûriye û Ûkraynayê, li Israîl û Filistînê jî geşedanên nû û girîng bi xwe re anîn. Bi taybetî piştî hilbijartinên Amerîkayê, doktrînên polîtîk ên globalîstan, hevsengeke nû derxist meydanê. Siyaseta Trump a Israîlê, nexşerêya ku wek “Peymana Sedsalê” hatibû binavkirin û piştî wê peymanê normalîzebûn û geşbûna têkiliyên Israîl û dewletên ereb ên derdorê jî rê li ber vê şer û aloziyên nû negirt û bi ser de ev pêvajo anî qonaxeke nû.

Rojhilata Navîn hem selexaneya gelan, baweriyan, çandan û zimanan, hem jî hêlîna nirxên hevpar û qedîm ên şaristaniyê ye. Ev serborî û tecrûbeya ku li bêjinga dîrokê hatiye xistin, îro li Rojhilata Navîn zêdetir danûstandin û diyalogê û li dor nirxên demokratîk, pirrengî û pirdengiyê, avakirina jiyaneke nû li ser gelan ferz dike. Netewesaziya ku ji qewmiyetparêziyê hatiye şûştin, bawermendiya ku ji olperestiyê hatiye veqetandin, civakparêziya ku ji zayendparêziyê hatiye parzûnkirin, zanistiya ku ji pozîtîvîzmê hatiye cudakirin, tenê dikare pêşeroja gelên herêmê ronî bike û pêkvejiyanê misoger bike.

Heta ku meseleya Israîl û Filistînê, çareser nebe, hem li Rojhilata Navîn hem jî ki cîhanê pirsgirêkên civakî yên bi heman karekterî jî nikarin bên çareserkirin. Hemû rêbazên ku îro sedem û bingeha vê meseleyê ne, piştî evqas tecrûbeyên giran hîn jî wek reçeteya vê meseleyê tên dîtin. Û xetereya herî mezin ew e ku îro ev alozî wek mîras ji nifşên nû re tê neqlkirin û herî zêde jî xisare dide hêviya avakirina pêşeroja azad. Di şerekî cîhanî yê nebinavkirî de, pêşeroja azad û çarenûsa gelan bi hevdu ve girêdayî ne. ji Efrînê heta Ramalahê, bilindkirina têkoşîna hevpar li dijî dagirkeriyê, mifteya hemû çareseriyan e.

Nûçeyên Têkildar