Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Di Mihrîcana Çanda Neteweya Demokratîkde hatin cem hev

Mihrîcana Çanda Neteweya Demokratîk bi coşeke mezin pêk hat. Beşdarên mihrîcanê gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîras, çand û hevgirtina xwe ya xurt nîşanî her kesî dan.

Gelên rojavayê Kurdistanê bi xebatên cur be cur tên cem hev û çanda xwe didomînin. Ji van xebatan yek jê Mihrîcana Çanda Neteweya Demokratîk a bi dirûşma “Bi rihê neteweya demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” 2 rojan li navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê pêk hat bû.

Têkilkdarî mihrîcanê û girîngiya wê, endamnê komîteya amadekar Keder Hisên axivî. Keder Hisên got ku mihrîcan peyama; “proje û çanda neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin” da cîhanê

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî ya Kantona Hesekê Mîgirîk Mîxaîliyan jî anî ziman ku di navbera pêkhateyên herêmê de gelek tişt wekî cil û berg, ziman, adet û rihê neteweyê dişibin hev û got ku ev hemû di mihrîcanê de diyar bûn.

Cîgira hevserokatiya Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişloyê Marya Eho jî diyar kir ku beşdarbûna tevahî pêkhateyên bi cil û bergên xwe yên neteweyî hevgirtina wan nîşan dide û wiha domand: “Pêkhateyan di mihrîcanê de çand, ziman, kevneşopiya xwe bi hev dan nasandin.”

Marya Eho destnîşan kir ku Mihrîcana Neteweya Demokratîk peyama “gelên herêmê hevgirtî ne” da û wiha domand: “Me ji bo êrişkaran û tevahî kesên ku dixwazin nasnameya me biçewisînin û erdnîgariya herêmên me biguherin, da xuyakirin ku gelên herêmê hevgirtî ne û ruxmî ku çand, huner û adetên me ji hev cuda ne jî, lê em xwişk û bira ne.”

Hunermend Teleb El Nazir ê ji pêkhateyê Ereb hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Mihrîcana Çanda Neteweya Demokratîk tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn gel hev û mîrateya wan di bin sîwanekê de kom kir.”

Teleb El Nazir diyar kir ku mihrîcanê îsbat kir ku pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna bi mîras û çanda xwe ya madî û manewî ve girêdayî ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar