Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Di nav 10 rojan de li Efrîn û Girê Spiyê 18 kes hatin revandin

Dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete li Efrîn û Girê Spiyê deh rojên dawî herî kêm 18 sivîl revandin

Navenda Nûçeyan

Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan ku di navbera 1-10’ê çileyê de ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin kirin, aşkera kir.

Li gorî raporê, li Efrîn û Girê Spî 3 jê jin, 4 jê zarok bi giştî 18 kes ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin.

Agahiyên berfireh ên raporê wiha ne: “1’ê çileyê li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek, 2’yê çileyê li navçeya Raco kesek, 3’yê çileyê li navçeya Cindirêsê 4 kesên ji heman malbatê, li taxa Mehmûdiye ya Efrînê jî 4 kes ji heman malbatê, 7’ê çileyê li Cindirêsê kesekî 41 salî û 8’ê çileyê li Cindirêsê sivîlek hatin revandin. Her wiha li Girê Spiyê jî 6’ê çileyê 2 jê jin 6 kes hatin revandin.

Mehên dawî bi sedan kes li herêmên ku dewleta tirk dagir kirine, hatin revandin. Aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn. Revandina mirovan a ji bo fîdye, gefxwarinê, îşkence û talanê, rojane rû dide.

22’yê kanûnê li navçeya Mabata ya Efrînê, çeteyên dewleta tirk Cephe Şamiye avêtin ser malan û herî kêm 150 sivîl revandin.

6’ê kanûnê li gundê Zidî yê navçeya Silûkê ya Girê Spiyê 7 kesên ji heman eşîrê ji aliyê dewleta tirk ve hatin revandin.

15’ê kanûnê li gundê El Elî Baciliye yê Girê Spiyê bav û kurek ji aliyê çeteyên tirk ve hatin revandin.

10’ê kanûnê li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê herî kêm 15 sivîl hatin revandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar