PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Di nav 5 salan de 233 hezar yemenî hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî aşkera kir ku di 5 salên dawîn ên şerê navxweyî yê Yemenê de 233 hezar kes hatine kuştin û xwest demildest şer were rawestandin

Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku yemenî ji ber şerê navxweyî di rewşa herî giran de ne û aşkera kir ku pêwîsatiya ji sedî 80’yê yemeniyan bi alîkariyê hene.

NY’yê aşkera kir ku di 5 salên dawîn ên şerê navxweyî yê Yemenê de 233 hezar kes hatine kuştin û xwest demildest şer were rawestandin.

Berê jî NY’yê ragihandîbû ku nêzî milyonek yemenî pêwîstiya wan bi çareseriya bijîşk û xwarinê heye û li ser 260 hezar kesan metirsiya mirinê heye û her wiha aşkera kiribû ku pêdiviya yemeniyan bi xurekên paqij heye.

Şerê navxweyî yê Yemenê yê di navbera Husiyan û hikumeta navendî de ev 5 sal in didomin. Husî ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin. Koalîsyona ereb jî alîkariya hikûmeta Yemenê dike. Niha welat di navbera her du hêzan de hatiye parçekirin û her yek parçeyekê rêvedibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar