Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Di nav sê mehan de 13 mirinên bi gûman

ÎHD’a Enqereyê diyar kir ku li girtîgehên herêma Anatoliyê Navîn di sê mehên dawî 13 girtiyan canê xwe ji dest daye û 52 girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane û 32 girtî jî berdana wan hatiye astengkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirina mafan a sê mehên ewil ên sala 2023’yan li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn li avahiya komeleyê aşkere kir. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen rapor xwend û diyar kir ku di nava 3 mehan de ji 24 girtîgehên yên Herêma Anatoliya Navîn 89 û ji girtîgehên din jî 39 kesan bi giştî 128 kesan serî li ÎHD’ê dane.

13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye   

Çevîrmen da zanîn li 399 girtîgehên vekirî û sergirtî 349 hezar û 893 girtî hene û ji serê sala 2023’yan vir ve 2 jê jin bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Çevîrmen destnîşan kir ku 4 girtiyan ji ber nexweşînên li wan peyda bûne jiyana xwe ji dest dane û 4 girtî jî bi sîlehê hatine kuştin û 6 girtî jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

‘Herî kêm 52 girtî rastî îşkenceyê hatin’

Çevirmen anî ziman ku li girtîgehên Anatoliya Navîn herî kêm mafê tenduristiyê yê 32 girtiyan hatiye binpêkirin û diyar kir ku herî kêm 52 girtî jî bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane.

‘Pêşiya berdana 32 girtiyan hat astengkirin’  

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Mahîr Ûslû jî daneyên têkildarî cezayên disiplînê û taloqkirina înfazê parve kir. Ûslû destnîşan kir ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê herî kêm mafên berdana 32 girtiyan a bi şert û serbestiya bikontrol hatiye binpêkirin.

‘Divê Wezareta Dadê û saziyên berpirsiyar bi wezîfeyê xwe rabin’  

Endamê Komîsyonê Girtîgehan a ÎHD parêzer Ûmît Can Akbulut jî diyar kir ku derbarê van sê mehên salê de çend girtî hatine sewqkirin daneyên bi dest nexistine û 8 girtiyan daxwaza desteka hiqûqî kiriye. Akbûlût destnîşan kir ku ji bo dawî li binpêkirinên mafan, îşkence û muameleya xerab were anîn ew Wezareta Dadê û saziyên berpirsiyar vedixwînin wezîfeyê û berpirsiyariyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar