Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di nava 10 rojan de 13 jin hatin kuştin

Li Tirkiyeyê zilam di 10 rojên dawî de 13 jin kuştin.  Jina ciwan Îpek Er piştî tecawiza çawişê pispor Musa Orhan dawî li jiyana xwe anî. Remziye Yoldaş tevî serî li qereqolê da û alîkarî xwest jî nehat parastin û ji aliye hevjînê xwe ve hat kuştin. Li gel Yoldaş di nava 10 rojan de li  Tirkiyeyê 15 jin hatin kuştin. 13 jin bi destê mêr hatin kuştin. 2 jin bi awayekî guman hatin kuştin.

Li Stenbol, Riha, Eskîşehîr, Amed û gelek bajarên din jin hatin kuştin. Jinan li dijî zêdebûna kuştina jinan hikûmetê rexne kir û diyar kirin ku ji ber Peymana Stenbolê naxin meriyetê jin tên kuştin.

‘Unîforma dikin zirxê parastinê’

Hevseroka Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn anî ziman ku kuştina jinan encama polîtîkayên hikûmetê ye û wiha got: “Kujerên jinan bi unîformayê tên parastin. Unîforma wekî zirxê parastinê bikar tînin. Li Êlihê çawişê pispor Musa Orhan tecawizî Îpek Er kir. Piştre Îpek dawî li jiyana xwe anî. Divê jiyana Îpek ne ewqas erzan bûya. Berdana Musa Orhan nayê qebûlkirin. Dadgehê li ser daxwaza îktîdarê Orhan serbest berda.”

‘Divê Peymana Stenbolê têxin meriyetê’

Akşahîn diyar kir ku bi taybetî li herêmê tacîz, tecawiz û cînayet encama polîtîkayên pergalê ye û ev tişt anî ziman: “Dixwazin cînayetan bikin perçeyekî jiyanê. Em kuştina jinan qebûl nakin. Em ê li dijî vê helwesta îktîdarê li ber xwe bidin. Divê ji her aliyê Tirkiyeyê li dijî vê yekê derkevin.”

Her wiha Akşahîn da zanîn ku ger Peymana Stenbolê têxin meriyetê dê jin neyên kuştin û wiha got: “Ger Peymana Stenbolê xistibûna meriyetê dê Îpek Er, Nadira Kadirova, Remziye Yoldaş niha bijiya. Ger ku serlêdana jinan a qereqolê esas bihata girtin dê jin nehatina kuştin.”

‘Hikûmet ji bo peymanê nexe meriyetê li ber xwe dide’

Hevseroka Şaxa Tum-Bel Sen’ê ya Amedê Nîhal Yanik jî anî ziman ku li gel ewqas jin tên kuştin hikûmet ji bo Peymana Stenbolê nexe meriyetê li ber xwe dide û wiha got: “Em niha bi îktîdara ku feraset û hişmendiya mêr diparêze re rû bi rû ne. Em ê şopdarê cînayetên jinan bin. Em berdana Musa Orhan tu carî qebûl nakin. Em ê pêşiya vê dozê bernedin.”

‘Jinên parastina peymanê kirin bûn hedef’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Berîtan Oner jî anî ziman ku piştî hikûmetê Peymana Stenbolê ku jinan diparêze kir hedef kuştina jinan zêde bû û ev tişt anî ziman: “Bi hinceta pandemiyê zagona înfazê di meclisê re derbas kirin. Bi vê yekê sûcdar berdan. Sûcdarê tacîz, tecawiz û kuştinê hatin berdan. Jiyana jin û zarokan xistin talûkeyê. Li Dîlokê zilamê hevjîna xwe kêr kir û hat girtin, piştî zagona înfazê hat berdan. Zilam çawa hat berdan, çû keça xwe ya 9 salî kuşt. Li Serêkaniyê zilam xwişka xwe Nurbarî kuşt. Musa Orhan tecawizî Îpek Er kir û Er dawî li jiyana xwe anî. Orhan zanîbû ku dewlet dê wî biparêze suc kir. Dîsa Veysî Yoldaş piştî ji girtîgehê fîrar kir hevjîna xwe Remziye Yoldaş kuşt.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar