Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Di nava 2 mehan de zêdetirîn 29 jin hatin revandin

Roj bi roj jiyana jinên Efrînê bi sedema binpêkirinên artêşa tirk û çeteyên wê, vedigere dojehê. Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di nava 2 mehan de zêdetirîn 29 jin hatine revandin û îşkencekirin

Ji dema dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa tirk û çeteyên wê ve heta niha, jin bi gelek binpêkirinên mîna kuştin, îşkence, revandin û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Ji bilî wê jî rewşên xwekuştinê yên bi sedema destdirêjiyên çeteyan jî hene.

Çete binpêkirinên xwe yên bi mafên şêniyên kantona Efrînê, bi taybet li ser jinan bi hewldana çewisandina nasnameya kurdî û guhartina çand kurdî, zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka meha tebaxê ve 2 kiryarên desteserkirina çeteyan ên malên ku tenê jin û zarokên wan tê de, belge kirin da ku malbatên çeteyan tê de bi zorê bi cih bikin.

Çarenûsa bi dehan jinan ne diyar e

Jinên Efrînê ji hêla AKP’ê ve pir azaran dikişînin. Hê jî çarenûsa bi dehan jinên di 2 mehan de hatine revandin, ne diyar e.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, zêdetirî 25 jinan bi bihaneyên cihêreng hatin revandin. Hin ji wan dema ji malên xwe derdikevin ku pêdiviyên xwe bikirin, tên revandin û hin jî bi zora çekê bi armanca xizmên wan fîdyeyan bidin, tên revandin. Fîdye heta milyon û nîvekê jî derbas dike.

Jinên ku ji navçeya Cindirêsê hatine revandin wiha ne; Dilşan Koçer, Zelox Husên, Zêneb Mihemed, Fîdan Husên, Stêrvan Esed ji gundê Kefersefrê ne. Ji navçeya Şêrawa jî Yildiz Ebdo, Sûad, Valantîna Ebdo Celbir û Zêneb Betal ji gundê Basûtê. Ji navçeya Raco jî Nebîha Xelîl, Letîfa, Mewloda Xelîl, Wîdad Weqas, Emîra Cehîha û Heyfa Bekir a ji gundê Qude. Ji navçeya Mabetayê Hêvîn Ubêd a ji gundê Berko, hevjîna Mihemed Ezo ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ye. Ji navçeya Şerayê jî Zêneb Dirar ji Kefercenê. Ji bajarê Efrînê jî Fila Ebdo, 2 jinên niştecih li Efrînê û niştecihek ji Humsê hevjîna Rehmûnî, Sêlîna Tewîla û Rûken Misto ji Maratê, 2 jin ji Dêrikê ji Mabata Mihemed Baqî û Narîman Mihemed ji gundê Qota yê navçeya Bilbilê hatin revandin.

Her wiha jinên Efrînê bi sedema tirsa revandin, astengî û destdirêjiyên ji hêla komên çete yên li Efrînê ve nikarin ji malên xwe derbikevin. Di çarçoveya van astengiyan de xwekuştin di nava jinên ciwan ên Efrînê de zêde bûye. Jin an xwe bi dar ve dikin an jî xwe diavêjin avê.

Îşkenceyê lê dikin û dikujin…

Şêniya bi navê Hûriyê Mihemed Bekir (70) bi rojan rastî îşkenceya çeteyên Cebheta El Şamiyê tê. Bekir di 6’ê îlonê de ji ber îşkeceya giran jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve şêniya bi navê Stêrvan Hesen di encama şerê li gundê Kefersefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê de rû daye, birîndar bû. Piştî vê Hesen ji hela Firqet El-Hemzat ve tevî zarokên xwe hat revandin û hê jî çarenûsa wan ne diyar e.

Ji bo Efrînê bang

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Cîhan Elî têkildarî kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê bang li saziyên navdewletî û hiqûqnasan kir ku destwerdana lezgîn bikin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar