Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku ji sala 2017’an û vir ve 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Li girtîgehan dest bi pêkanîna rejîma tirsê hatiye kirin.”

Înîsiyatîfa Azadiya Girtîgehên Nexweş, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 259’an de li ber Şaxa Komeleya Amafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Endam Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûran Çevîrmen, daxuyanî da û diyar kir ku di salên dawî de binpêkirinên mafan zêde bûne, hemû gilî û serlêdan bên encam dimînin.

Çevîrmen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ligel ewqas mûameleyên xerab ên li girtîgehan jî tu lêpirsîn nehatine vekirin û derbarê berpirsiyaran de lêpirsîna hiqûqî nehatiye dest pê kirin. Li girtîgehan dest bi pêkanîna rejîma tirsê kirine. Îşkence û muameleya xerab li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Xerpêtê ku weke girtîgeha pîlot hatiye diyar kirin dewam dike. Ji ber binpêkirinên mafên mirovan, mûameleyên xerab û îşkenceyên heyî, ceza di nava ceza de ferzî girtiyan dikin.”

73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Çevîrmen da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş her roja diçe girantir dibe û wiha bilêv kir: “Ji sala 2017’an û vir ve, 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji girtiyên jiyana xwe ji destdan dan 39 jê girtiyên nexweş bûn.”

Ev 7 salin birîna wî vekiriye

Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmet Akin ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale girtiye û Yûsûf Bor ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê û wiha axivî: “Îsmet Akin di sala 2012’an de bi awayekê birîndar hat girtin û rakirin Fakulteya Tipa Dîcle. Piştî hat emeliyatkirin, wî şandin Girtîgeha Tîpa D Amedê. Akin sê salan li vê derê dimîne. Dûre wî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale dikin. Ligel ku bi ser emeliyata wî re 7 sal derbas bûn jî hîna birîna wî baş nebûye û vekiriye. Divê Akin di tedawiyek baş re derbas bibe. Lê neyê darman kirin.”

Ji sedî 95 nabîne

Çevîrmen, derbarê rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûf Bor ê 52 salî de jî agahî dan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bor ji sedî 95 nabîne û ligel vê jî nayê derman kirin. Ligorî gotinên hevjîna wî ger di demê xwe de bihata derman kirin wê rewşa wî evqas giran ne bûya. Bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe dewam dike. Divê demildest bê derman kirin. Bi windarkirina çavên xwe re rû bi rû ye. Ji bo ku di şert û mercên baş de bê dermankirin, divê cezayê wî bê taloqkirin û li gel malbata xwe bê dermankirin.”ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar