Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di nava 5 mehan de 62 jin hatin kuştin

Li gorî daneyan li rojhilatê Kurdistanê di nava 5 mehan de 62 jin an hatin kuştin an jî dawî li jiyana xwe anîn

Li gorî ajansên navxweyî yên Îran û rojhilatê Kurdistanê di nava 5 mehên dawîn de li rojhilatê Kurdistanê 62 jin an hatine kuştin an jî dawî li jiyan xwe anîne. Piraniya bûyeran li bajarê Îlam û Kirmaşan pêk hatine.

Li gorî daneyan, ji van 10 jin ji aliyê hevser, bav û birayê xwe ve hatine kuştin, 4 jin bi xwe şewitandinê jiyana xwe ji dest dane. 48 jin din jî bi xwe hilawistandin, derman û şêwazên din dawî li jiyana xwe anîne.

Xwekuştin û kuştina jinan ji zarokên 10 salî destpê dike û heta jinên 60 salî diçe. Temenê 18 kesan di nava 10 heta 20 salî de ye. 13 jin temenê wan di navbera 20 heta 30 salî de û 31 jin din temenê wan di navbera 30 heta 60 saliyê de ne.

Bûyera herî dawî li bajarê Pîranşarê pêk hat. Di 24’ê gulanê de jinek temen 16 salî bi ben hat xeniqandin û tê gotin ku wê xwe bi xwe dawî li jiyana xwe anîye. Her wiha hefteya borî du xwîşkên bi navê Şayste (23) û Esra (22) bi destê bav û birayên xwe bi kêrê hatin kuştin. Ev bûyer rastî gelek nerazîbûnan hat. Xelkê Merîwanê li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinan derket. Lê rastî astengiyên hêzên ewlehiyê hatin û hejmarek çalakger hatin binçavkirin.

Tundî li her derê heye

Berpirsa Komîteya Dîlpomasî ya Komelgeha Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine li ser mijarê axivî û diyar kir ku şîdeta li hemberî jinan ne tenê li rojhilatê Kurdistanê heye û wiha got: “Li seranserî Îranê bûyerên şîdetê belav bûne, lê li Rojhilat zêdetir e. Divê li şûna ku jin hebûna xwe ji holê rabikin, hewl bidin wê hişmendiya ku li ser wan tê ferzkirin bişikînin. Yekgirtinê di nava xwe de çêbikin.”

Her wiha Sine bal kişand li ser rola rêxistin û aliyên siyasî û da zanîn ku divê rola wan di rêxistinkirina civakê û jinan de hebe û piştgiriya hemû jinên ku xwe bi tenê hîs dikin bikin da ku ev diyarde nemîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar