Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di nava 6 mehan de 378 zarok rastî tecawizê hatin

Li Rihayê di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de, 378 zarokên temenê wan di navbera 12 û 16’an de, rastî tecawizê hatin

Li Rihayê di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de, 287 jê zarokên keç, 91 jê zarokên lawik bi giştî 378 zarok rastî tecawîzê hatin û ev yek derbasî qeydên fermî bû.

Her wiha derket holê ku 21 zarok, di encama tecawizê de ducanî bûne. Ev hejmara mijara gotinê ye, hejmareke ku hatiye aşkerakirin lê li gorî pisporan tecawiza li dijî zarokan li gorî salên bihurî hîn zêdetir bûye. Pispor dibêjin ku li bajarê ji bo parastina zarokan hewl dane lê pir kêm mane, dozger û navendên şopandina zarokan bûyerên tecawizê yên li dijî zarokan ji raya giştî vedişêrin.

Temenê zarokên mexdûr di navbera 12 û 16’an de ne

Hat destnîşan kir ku piraniya zarokên rastî tecawizê hatine temenê wan di navbera 12 û 16’an de ne û temenê bersûcan jî di navbera 27 û 28’an de ne.

Hejmara bûyerên wiha yên li navçeyên Rihayê pêk hatin wiha ye: “Ji sedî 70’î bûyerên tecawîzê li navçeyên Kaniya Xezalan, Herran û Serê Kaniyê rû dan. Ji sedî 20 jî li navçeyên Hilîliye, Eyyûbiye û Karakoprû û ji sedî 10 jê li navçeyên Sîwereg, Bêrecûk, Wêranşar, Xelfetî, Curnê Reş, Hewag û Pirsûsê bûyerên wiha rû dane.”

 21 zarok ducanî bûn

Hat diyarkirin ku di bûyerên tecawîzê de 21 zarok ducanî bûne û hemû welîdîne. Hat destnîşan kirin ku dewletê zarokên ku welîdîne kirine bin parastinê û ji 378 bûyerên tecawîzê jî 21 jê bûyerên ensestê ne.

72 zarok hatin zewicandin

Dîsa herî zêde li Rihayê zarok tên zewicandin û di 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de 72 zarok bi darê zorê hatine zewicandin. Hev hejmar, hejmareke ku tê zanîn, lê di rastiyê de ev hejmar zêdetir e. Li gorî tê gotin ev hejmar di navbera 700 û hezarî de ye.

Ser bûyeran tê girtin

Koordînatora Navenda Mafê Zarokan a Baroya Rihayê parêzer Esra Yûrûm Aktaş derbarê vê hejmara 6 mehan de axivî û diyar kir ku li bajarên herêmê bûyerên wiha pir zêde ne, lê ji raya giştî tên veşartin. Aktaş bal kişand ser veşartina bûyerên û wiha got: “Ji ber civaka feodal û kevneperest bûyerên wiha tên veşartin. Ji bo ku pêşîlêgirtina bûyer wiha bê girtin, divê raya giştî bê zanekirin.”

Bûyerên zewicandina zarokan zêde bûye

Aktaş da zanîn ku ev pirsgirêka zewicandina zarokan li Rihayê kronîk bûye û ev tişt anî ziman: “Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê û hatina penaberan a herêmê, ev hejmar zêdetir bû. Ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, divê civakên sivîl di nava hevkariyê de bin. Divê ev sazî di warî hiqûqî û civakî de xebatan bi rêve bibin. Baroya Rihayê rasterast mudaxileyî dozên bûyerên wiha dike û dibe şopdarê dosyeyên van bûyeran. Lê ev hewldanên me kêm û qels dimînin. Li dijî bûyerên wiha divê hemû civak bi hestiyar tevbigere. Bingeha civakê hatiye rizandin. Sedema vê yekê jî rêveberiya desthiladar a zilam e.”  RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar