Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di nava salekê de 46 kolber hatin kuştin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di sala 2021'ê de herî kêm 46 kolberên kurd li sînorên rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan |

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê rapora xwe ya sala 2021’an ya derbarê binpêkirinên li rojhilatê Kurdistanê de aşkera kir.

Di raporê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di sala 2021’an de herî kêm 46 kolberên kurd li herêmên ser sînor jiyana xwe ji dest dane. Ji vê hejmarê 17 kolber ji aliyê pasdaren Îranê, 4 kolber jî ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve hatin kuştin. Her wiha zarokek jî ku kolbertiyê dikir dawî li jiyana xwe aniye. 5 kolber ji ber aşutê, 3 kolber ji sermayê, 3 kolber ji çiya ketine û 3 kolber ji ber tengbûna dil jiyana xwe ji dest dane. Kolberek jî di avê de xeniqiye, 9 kolber jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.

5 kasibkarên kurd di encama êrîşa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, yek jî birîndar bûye.

Di nava salê de 47 koler birîndar bûne, ev kolber di encama êrîşên hêzên Îran û Tirkiyeyê de birîndar bûne. 17 kolber jî ji çiya dikevin û birîndar dibin, kolberek ji ber teqîna mayînê birîndar bûye, 26 kolber jî bi bûyerên cuda birîndar bûne.

Herî kêm 30 girtî jî hatine bidarvekirin, 6 girtiyên kurd hatine îşkencekirin, 6 welatiyên ji ber êrîşan direvin hatine kuştin, 4 kesên hatibûn binçavkirin ji ber kêmxemiyê û 14 kes jî ji ber teqînên mayînan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 25 kes jî birîndar bûne.

4 aktivîstên PJAK û HDK’ê li Pênciwên, Silêmanî û Hewlêrê bi destê hêzên komara îslamî ya Îranê  hatine kuştin. Ji bo 98 aktivîst û welatiyên kurd cezayê darvekirin û heta hetayî hatiye birîn.

Herî kêm di sala 2021’an de 32 jin hatine kuştin, ev kuştin bi sedemên cuda pêkhatine û piraniya xwe bi destê zilaman pêkhatiye.

Di sala 2021’an de herî kêm 6 penberên kurd ku dixwestin biçin Ewropayê, jiyana xwe ji dest dane. 421 welatî ku di nav de zarok, rojnamevan û aktivîst hene bi sedemên siyasî ji aliyê saziyên ewlekariyê ve hatine destgîrkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar