Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyonên xwe yên li dijî çeteyan didomînin.
Li ser rêveçûna pêngavê, ji fermandarên HSD′ê yên herêma Firatê Fîras Çekjîn axivî û got: “Operasyona ewlehiyê piştî ku demeke dirêj çalakiya çeteyan hate şopandin bi hevkariya HSD′ê pêk hat.”
Çekjîn wiha domand: “Hedefgirtina nuqteyên HSD′ê û Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê ya beriya mehekê, hemwextî êrîşên bênavber ên dewleta tirk ya dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Ji ber ku di navbera DAIŞ′ê û dewleta tirk ya dagirker de koordîneyeke aşkere heye.”
Çekjîn wiha pê de çû: “Bê guman DAIŞ′ê hewl da ji nû ve xwe bi rêxistin bike û bi taktîkên nû êrişî herêmê bike. Me ev xeteriya ku gefan li gelê me dixwe, nas kir û me li gorî wê operasyona ewlehiyê ya serdegirtina şaneyên DAIŞ′ê li herêmê diyar bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da destpêkirin.”
Çekjîn diyar kir ku pêngav li gorî plansaziya hatiye danîne tê birêvebirin û ev tişt got: “Hêzên me gelek çete girtin, mîqdareke mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî yên ku DAIŞ′ê amadekariya bikaranîna wê li dijî hêzên me û welatiyan dikir, desteser kirin. Me jî plansaziyên ku DAIŞ′ê û piştgirên wan dikirin, hedef girtin.”
Çekjîn ev tişt anî ziman: “Di navbera hêzên ewlehî û şêniyên herêmê de hevkariya baş heye. Em helwestên wan ên mezin di vê pêngavê de pîroz dikin. Divê welatî her tiştekî gumanbar dîtin agahiyê bidin.”
Fermandar Fîras Çekjîn wiha dawî li gotina xwe anî: “Di salvegera rizgarkirina Kobanê de peyamên aşkere yên dewleta tirk ya dagirker û çeteyên wê hene. Ew hewl didin derbeyê li îstîqrara herêmê bidin. Lê bi ruhê berxwedana Kobanê ku DAIŞ′ê di aliyê erdnîgarî de li Sûriyê bi dawî kir em ê vê fikirê, jêder û piştgiriyên wan têk bibin.”
HSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn çarşema borî Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê ragihandibû.a