Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Di navbera dewriyeya Amerîka û rejîmê de pevçûn derket

Nûçegihanên ajansa ANHA’yê ragihand ku saet di 09:30’an de dema derbasbûna dewriyeya Amerîkayê ya ji 8 erebeyan pêk dihat, di gundê Xirbet Emo re yê bi 3 km li başûrê rojhilatê bajarê Qamişloyê ye ku ji rêya M4 ya ber bi bajarê Qamişlo ve dihatin, benda kontrolê ya rejîma Sûriyê û El-Dîfa El-Wetenî rêya dewriyeya Amerîkayê tevî ku her tim di vê rêyê re derbas dibe, girt û nehişt derbas be.

Nûçegihanan got ku piştî rawestandina dewriyeya Amerîkayê, di navbera endamên dewriyeya Amerîka û endamên rejîma Sûriyê û El-Dîfa El-Wetenî de pevçûn derket û her wiha şênî li dora alavên Amerîkayê kom bûn bi keviran dan ber xwe.

Nûçegihanan diyar kir ku leşkerên Amerîkayê gule ber bi jor ve avêtin da ku derbas bibin. Lê belê rê li pêş dewriyeyê hat girtin û tenê 5 alav derbas bûn û 3 yên din li gel benda kontrolê man.

Di encama guleavêtina dualî li ser benda kontrole de, endamekî hêzên El-Dîfa El-Wetenî hat kuştin ku hin îdia dikin sivîl e û yek din jî birîndar bû. Her wiha bi wê re jî rewşa aloztir bû û gule yekser li alavên Amerîkayê hatin reşandin.

Hedefgirtina rojnamegeran

Nûçegihanan bal kişand ser ku endamên rejîma Sûriyeyê û El-Dîfa El-Wetenî rojnamegerên li gund hedef girtin, êrişî wan kir û kamerayên wan desteser kirin. Ji ber ku bi temamî rewşa ku rû daye qeyd kiribû. Her wiha nûçegihanan got ku neçar mane ji benda kontrolê ya li gund bi dûr bikevin.

Nûçegihanan destnîşan kir ku piştî rewş aloztir bû, balafirên Amerîkayê li asîmana gund geriyan, deng vekir û napoxên şewatê bi ser asîmana gund de berdan ku rejîm, El-Dîfa El-Wetenî û şêniyan ji ser alavên Amerîkayê ve bi dûr bixin, da ku ji gund bi derkevin.

Li aliyekî dîtir jî torên çapemeniyê îdia kir ku balafirên Amerîkayê nuqteyên li nêzî gund bombebaran kirin.

Rewş hat kontrolkirin

Di heman demê de dewriyeya Rûsyayê gihîşt gund, piştî nîqaşên di navbera wan, Amerîka û endamên rejîmê de rewş hat kontrolkirin û alavên Amerîkayê yên desteserkirî ji gund derketin û ber bi bajarê Qamişloyê ve çûn.

Nûçegihanan got rewş aram bû û alavên Amerîka û Rûsyayê ji wî deverê çûn.

Koalîsyona Navneteweyî: Hêzên me bersiva êrişa kesên nenas da

Daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî serheng Myles Cajins jî têkildarî mijarê diyar kir ku di dema gera dewriyeyeke hêzên koalîsyonê li nêzî bajarê Qamişloyê de, di navbera hêzên wan û nuqteyeke kontrolê ya girêdayî hêzên alîgirên rejîma Sûriyeyê de pevçûn derketiye

Myles da zanîn ku piştî gelek hişyarî û hewldanên kêmkirina rageşiyê, dewriyeya wan rastî êrîşa bi çekên biçûk a kesên nenas hatiye, ji bo parastinê hêzên koalîsyonê bersiva êrîşê daye.

Serheng Myles Cajins da zanîn ku rageşî niha sekiniye û lêpirsînê dest pê kiriye, her wiha dewriye vegeriya baregeha xwe. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar