Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di navbera 18-19’ê adarê de li navçeya Bazîd a Agiriyê di navbera komek gerîla û leşkerên artêşa tirk a dagirker de şer çêbûye. Hat diyarkirin ku di şerê ku li derdora gundê Milkşê qewimî de gerîlayek dîl hatiye girtin.
Hate diyarkirin ku artêşa tirk a dagirker li gundên Meşar, Milkşe Qanik, Suphana Jêrîn, Suphana Jorîn û Zindo hê jî tevgera xwe û yê balafirên keşfê ya dijwar didomîne.
Her wiha hate ragihandin ku dagirkeran li derdora Kirê Helac û Demîr Kapiyê yê Kirê jî li gelek deveran kemîn danîne.