Serokvezirê Herema Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo rêveberiya xwe xurt bike, rêvebiriya Kerkûkê ji tirkmenan re berdide.
Kerkuk ji ber cihê xwe yê stratejîk û dewlemendiyên ser erd û bin erd hertim buye qada şerê hundirîn û derve. Piştî rûxandina Rejîma Sedam Huseyîn Kerkûk her demê rastî destwerdana dewletên derve hatiye û bûye sedemên pirsgirêkên kûr yên di navbera hikumeta Hewlêr û Bexda yê.
Hetanî 16 îlona 2017’an li rexmê pirsgirêkên heyî Kerkûk bi awayekî hevpar ji aliyê hukumeta Bexda û Hewlêr ve dihat rêvebirin. Piştî dagirkirina hukumeta Iraqê Kurdan bê bedel xwe paşde kişand û bandora xwe ya li Kerkûkê bi temamî wenda kirin. Ji 2017’an û şunde pirsgirêkên Kerkukê yên ewlekarî, siyasî, leşkerî, îdarî û civakî kûr bûn û roj bi roj berbi kaoseke mezin ve di herike. Kerkûk herî zêde rastî destwerdana Tirkiyê tê. Dewleta tirk dixwaze xwe bi rêya tirkmenan li Kerkukê bi rêxistin bike.
CIVÎNÊN RAYEDARÊN BEXDA Û HEWLERÊ
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di mehên borî de bi navbeyînkariya Amerîkayê di navbera hukumetên Bexda û Hewlêrê de li Bexdayê civîneke berfireh hat lidarxistin. Di wê civînê de mijarên ewlekarî, hêzên leşkerî û avakirina Meclisa Îdareya Kerkukê hatin nîqaşkirin. Cara duyem di 4’ê Sibatê de dîsa bi navbeyînkariya Amerîkayê di navbera berpirsên leşkerî yên Iraqê, şandeyek ji Wezareta Parastinê û berpirsên Wezareta Pêşmerge li Hewlêrê civiyan. Di wê civînê de gelek biryar hatin girtin. Yek ji van biryaran jî ji bo her herêmekî avakirina komîtek hevbeş bû. Lê tu pêngavên berbiçav nehatin avêtin û Kerkûk ma di halê xwe yê kambax de.
BÊENCAM MAYINA HEVDÎTINÊN PDK Û YNK’Ê
Demeke dirêje ku hewildanên avakirina Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dikir. Lê her carî ji ber li hevnehatina meqaman hevdîtin û hevpeymanên ku pêkdihatin vala derdiketin. Herî dawî di 5’ê gulanê de hevpeymanek din di navbera PDK û YNK’ê de hat îmze kirin. Di wê hevdîtinê de tişta ku hatî guhertin wê du alîkarên Serokatiya Herêmê bên hilbijartin. Ji wan alîkarê yekem û 9 meqaman ji bo YNK’ê, alîkarê duyem û 4 meqaman jî ji bo Tevgera Goran bên hiştin. Meqama Serokatiya Herêmê û Serok Wezîr û li gel 12 meqamên din ji bo PDK’ê bên hiştin. Di wê hevpeymanê de di kabîneya hikumetê de ji bo tirkmenan meqamekî nehat diyarkirin.
NECÎRVAN BARZANÎ DIXWAZE LI KERKÛKÊ ÇI BIKE?
Li gorî wê hevpeymanê, hikumet hat sazkirin lê pirsgirêkên siyasiyên herêma Kurdistanê bi dawî nebûne. Nîqaşên li ser meqama îdareya Kerkûk û meqama Wezirê Dadê berdewam dikin. Yek ji sedemên herî bingehîn yên çaresernekirina pirsgirêka îdareya Kerkukê PDK’ye. PDK daxwaza her du meqaman jî dike, lê YNK ji berê de îdareya Kerkukê weke mafê xwe dibîne. PDK ji bo wan meqaman bi dest bixe serî li rêbazên cuda dide.
Serokê herêmê hetanî niha ji aliyê gel ve dihat hilbijartin lê PDK û YNK’ê bi biryarekê ev zagon guhertin. Êdî Serokê heremê di parlementoyê de tê hilbijartin. Hefteya borî li parlementoyê 5 namzet hatin diyarkirin. Yek ji wan Nêçîrvan Barzanî ye. Her çi qasî namzetên cuda hatibin diyarkirin jî têzanîn ku wê Nêçirvan Barzanî were hilbijartin. Ji bo hilbijartina Nêçirvan Barzanî herî zêde tirkmen li kêleka PDK’ê cih digirin. Herî dawî Endamê Desteya Rêveber a Eniya tirkmenên Iraqê Aydin Maruf bi xwe got: “Em weke tirkmen piştgiriya Nêçirvan Barzanî dikin, ew namzetê meye. Seredana Wezirê Karê Derve Mewlud Çavuşoglu tê wateya, tirkmen Nunerên herî giring yên Tirkiyê ne”. Eger Nêçirvan Barzanî namzetê tirkmenan be ev tê wê wateyê ku Tirkiye piştgiriyê dide Nêçirvan. Ev daxuyaniya Maruf pirsa, “Gelo tirkmen li hemberî çi piştgiriya Nêçirvan dikin ?” di hişê mirovan de ava dike. PDK’ê li gel meqamên ku di hikumetê de bidestxistîne heke di daxwaza îdareya Kerkukê de israr bike dizane ku wê rastî nerazîbunan were. Ji ber wê jî dibe ku di hilbijartinên îdareya Kerkukê de alîkariyê bide aliyê tirkmenan. Aliyê herî nêzî wan û xala wan ya hevpar bi Tirkiyê re tirkmen in.
ERDOGAN KERKÛKÊ WEKE BAJARÊ TIRKMENAN PÊNASE DIKE
Balyozê Tirkiyê yê Iraqê Fatih Yıldız piştî cejna Qurbanê ya 2018’an du caran çûbû seredana Bajarê Kerkûkê û di her du seredanan de jî rastî nerazîbûnan hatibû. Yildiz diyar kiribû ku wan ji hikumeta Iraqê ji bo Kerkukê daxwaza destûr dayina vekirina konsolosxaneyekî kirine. Ji xwe Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan di gelek daxuyaniyên xwe de Kerkûkê weke bajarekî tirkmen pênase dike. Li ser axaftinên Erdogan Balyoz Fatîh Yildiz jî di seredanên xwe yên Kerkukê de Kerkûk weke bajarê bav û bapîrên tirkmenan pênase kiribû. Hikumeta Başurê Kurdistanê û PDK’ê tu carî li dijî xwedî derketina Tirk û tirkmenan nerazîbûna xwe diyar nekiriye.
Mijara careke din vegera Pêşmergeyan a herêmên Kurdistanê yên bi nakok demeke dirêje di rojeva medya Başur û bi taybet medya PDK’ê de cih digre. Li ser mijarê dem bi dem hevdîtin bi hikumeta Iraqê re tên kirin. Di demeke ku mijara avakirina hikumeta Federal ya Başurê Kurdistanê di rojevêde ye mijara vegera pêşmergeyan a herêmên kurdistanê yên bi nakok mirov dike nav gumanan. Hinek pirs bi mirov re çêdibin. Gelo pêşmerge li beramberî çi vedigerin? Ger mijar tenê çeteyên DAİŞ’ê bin dema ku Kerkûk û herêmên din ji hêla hikumeta Iraqê ve hatîn dagirkirin jî DAİŞ hebû û bi hêztir bû.
PDK BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ ESAS NAGIRE
Rêveberê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan diyarkir ku wan li wezareta pêşmergeyan 5 tîm ji bo navçeyên parêzgeha Selahedîn, Kerkuk, Mexmûr û bo rojavayê rojhilatê Mûsilê avakirine. Hikumeta Iraqê jÎ bi heman şêweyî pênc tîm avakirine. Lê di wê derbarê de hetanî niha tu pêngav ne hatine avêtin. Li gorî pêngavên ku hatine avêtin hêzên pêşmerge tu carî weke berê nikarin vegerin herêmên Kurdistanê yên bi nakok bi taybet jî Kerkûkê. Pêvajoya ku niha heye naşibe pêvajoya beriya 2017’an. Her çi qasî dem bi dem hewildanên xwedî derketina li Kerkûkê di çapemeniya PDK’ê cih bigrin jî wisa diyare ku PDK’ê weke demên berê Kerkûk ji çav derxistiye. Ji berjewendiyên neteweyî zêdetir berjewendiyên desthilatdariya xwe difikire. Dixwaze hêza ku li Kerkukê bibe desthilatdar têkiliyên xwe pêre xurt bike û berjewendiyên desthilatrdariya xwe pêk bîne. Wisa diyar dike ku ew alî jî tirkmen in. HEWLER