Bermal Çem |
Ev cîhêrengî bi awayekî xwezayî pêş dikeve. Lewra her civak li gor taybetmendiyên xwezaya xwe reng digire, ev jî ji xwezaya erdnîgarîya ku li ser dijî qut nîne. Di nav civakan de komên cuda û avahiyên çandî, ji dewlemendî û cîhêrengiya bêhempa tê. Di vî warî de çand ango avahiyên çandî di nav sînorên netew-dewletan de nikare were destgirtin. Ji ber çand pir alî û dewlemend e, ji xwezayê qut nikare were destgirtin. Xwezaya civakan dijberê hebûna netew-deweletan e. Ev jî sekn û berhemdariya jinan e ku pêşketiye. Di vê wateyê de hêza bingehîn a çanda ku bi destê jinan hatine avakirin herikîna jiyanê ye. Herikîna ku jiyana wekhev digire nav xwe.
Çanda demokratîk û komûnal li hember çanda dewletê xwe parastiye
Lewra em dibêjin çand şêweyê jiyana civakê ye û her civak bi nasnameya xwe xwedî wateyek e. Di vê wateyê de civakên bê çand û bê nasname ne. Ango wek biyaniyek dijîn û bi reng û çandên gelên din dijîn. Di heman demê de di nav pergalên biyanî de dihelin. Jiyan bê çand nabe. Lê pirsa ku em jixwe bikin ‘çandek çawa’ ye. Di serdema niha de desthilatdarî çandên gelan dihelînin û tune dikin. Lewra em dibêjin çandek azad, komûnal û demokratik ji bo ku hemû gel bi nasnameya xwe bijên, pêwîst e feraseta çanda komûnal pêş bikeve. Çanda komûnal û demokratîk, beriya pergala dewletê hebûye û dihat jiyîn. Hemû gelan di nav xwe de dihewand. Pergala netew-dewlet, çanda demokratîk û komûnal di dîrokê de her tim ber xwe daye û heta rojame jî tê jiyîn. Dem dem wek klan, eşîr ango etnîsîte nav lê hatiye kirin. Di cewhera xwe de li hember çanda dewletê xwe parastinek e.
Di encama nirxên bi hezaran salan de çanda gelan pêş dikeve
Ji dîrokê heta rojame di xwezayê de mirov ji bo xwe biparêze, bi cih bibe û jiyana xwe bidomîne her tim di nava lêgerîn û hewldanê de bûne. Têkoşîna hebûnê hatiye dayîn, di encama vê tekoşînê de çand pêş dikeve û civak ava dibin. Wek tê zanîn civak jî bi pêşengtiya jin pêş dikevin. Çand ango çandînî di dîrokê de wek berhema dayik-jin pêş dikeve. Lewra dema çand û ked tê gotin bi afirîneriya jinan tê bi watekirin. Di encamên nirxên hezar salan de çanda gelan ava dibe û reng, ziman şêweyê jiyanê pêş dikeve. Yê ku çanda gelekî diyar dike, erdnîgariya wê, dîrok û şêweyê jiyana wê ye. Bi hezar salan bi pêşengtiya jinan gel di nav çandek komûnal de jiyana xwe domandine. Heta ku netew-dewlet ango desthilatdariya zilam pêşneketibû.
Di hemû çand û keşfên yekemîn de keda jinan heye
Wek tê zanîn, di destpêka civakbûnê de, di gelek gavên yekemîn de reng û keda jinan hene. Di hemû keşfên yekem de keda jinan heye. Mîmariya ku di rojame de pêşketiye, hîn çavkaniya xwe ji dema neolîtîk ku bi destê jinan hatiye keşifkirin, digire. Dîsa huner, edebiyat û ayînên olî û hunerî, her wiha çandînî çavkaniya xwe ji wê demê digire. Lewra çandek wekhev bi ked û rengê jinan hatiye avakirin û heta rojame hatiye. Di nav vê avahiyê de hemû gel bi reng û çanda xwe jiyane. Lewra Rêbertî di demê dawî de dema ku got ‘Jin wek netewek in’ em ji vê yekitiya gelan fêm dikin. Netewek ku nîjadperestî û dewlet nagire hundirê xwe. Ji ber di xwezaya jinan de ev tune ye. Di avabûna civakbûnê de jî me dît ku jin hemû gelan wek netewek hembêz dikin. Jin wek xwezaya civakê li hember pergala netew-dewlet wek netewa demokratîk jî dikare were pênasekirin. Ji ber xwezaya jin û taybetmendiyê dayikan di asta gerdunî de jiyanê hembez dike. Dema zarokek xwedî dike, ziman fêr dike û tev li civakê dike, bi van taybetmendiyan nêz dibe. Lewma zaroka dayik tovê gerdunê ye. Yê ku hemû zindiyan jî digire hundirê xwe. Di vir de feraseta dayik girîng e ku xweza wek zaroka xwe hîs dike. Ev wek hêmanê civakek polîtîk û exlaqî jî dikare were pênasekirin.
Netew-dewlet çanda komûnal ji bo xwe xetere dibîne
Di serdema niha de netew-dewlet hemû nirxên civakê dixwaze bigire nav pençê xwe û bifetisîne. Ji ber ku çanda komûnal li hember xwe xeteriya herî mezin dibîne. Mixabin bi gelek rê û rêbazan bi feraseta deweletî û desthiltdarî vê dike. Li hember vê ferasetê têkoşînek bêhempa hebe jî em nikarin bibêjin ku feraseta netew-dewlet hatiye derbaskirin. Bêguman li hember vê têkoşîna herî bi bandor avakirina netewa-demokratîk e ku Rêbertî bi berfirehî dinirxîne û ji bo înşaya wê rê û rêbaz nîşan dide. Lingê vê yê herî girîng jî çand e. Bi taybet jî ji ber ku wateya çand jin û jiyan heman tişt e, yê ku pêşengtiya vê bike jî jin in. Bi taybet jî jinên kurd in. Di rehendê avakirina netewa-demokratîk de çand wek lingek bingehîn tê destgirtin. Mirov dikare bibêje ku çand hemû rehendan jî digire nav xwe. Ji ber ku hebûna civak û mirov e. Di hemû qadên civakî de çand heye. Feraseta netewa-demokratîk ji bo ku bi beden bibe, pêwîst e ku her civak, komên etnik, formên çanda xwe bi feraseta civaka polîtîk û exlaqî bi çanda xwe ya cewherî pêş bixe û rêxistin bike. Di vê maneyê de netewa demokratîk di pêşengtîya jinan de, bi rêxistinkirina çandî, civakî, siyasî û aborî de dê pêş bikeve û bi gewde be. Ev têkoşîna dîrokî ya li hember zihniyeta dewlet û baviksalariyê ye. Mirov dikare netewa-demokratîk wek şêweyê hebûn û jiyana hemû gelan, zindiyan û gerdunê jî bigire dest. Di cewhera xwe de zimanê rastiya hebûnê ye. Bingeha xwe yê felsefîk û dîyalektîka çêbûn û pêşketina gerdunê digire.
Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê derfeta pêşketina çanda demokratîk heye
Bi taybet li rojhilatê Kurdistanê û Îranê di pêşengtiya jinan de ev dikare bi hêztir xwe bi gewde bike û pêş bikeve. Ji ber di dîrokê de mînakên ku mirov jê sûd bigire hene. Bingehek xurt heye ku bi rêya nirxên çanda hemû gelan dikarin di civakek polîtîk û exlaqî de bijîn. Dîrokek wê têr û tije heye ku pêşengtî ji netewa demokratîk re bike. Îran di warê erdnîgariyê de gelek komên etnîk digire nav xwe. Di heman demê de baweriyên yaresanî, behayî, xiristîyanî, yehûdî, ermenî û zerdûştî hene. Mezhebên şîa, sûnî, henefî û şafîî ne. Di mijara rengîniya gelan de jî Îran, welateke gelek dewlemend e. Fars, kurd, azerî (Ecem), belûç, ereb, gîlekî, mazenî, Tat û gelek kêm neteweyên din jî li Îranê dijîn.Welateke di her maneyekî de stratejîk e. cîhên ku rengên cuda lê zêde ne dewlemendiya wî jî derfeteke. Lewra bi reng û têkoşîna gelan dikare vegere jiyanek xweşik. Di rojame de ev gel, hîn zêdetir bi nasnameya farsî û bawerîya şîa dertên pêş. Ger ku milletek fras be û şia be xwedî maf e. Yên din bi serdestiyê re rûbirûne. Zimanê farsî di dîrokê de jî herê zêde zimanek ku di warê çandê de bûye xwediyê berheman. Ji ber zimanê farsî bûye zimanê fermî û gelên din jî hîn zêdetir wek fars hatine naskirin. Ev ziman bûye zimanê siyasetê û bûrokrasiyê lê bi nasnameya farsî gelek gelên etnik dijîn. Ev desthilatdariyê ye, lê di heman demê de ger ku di warê çandê de rengê van gelan derkeve pêş û were rêxistinkirin potansiyelek mezin e ji bo avakirina netewa-demokratîk.
Li devera nakokî lê zêde ne derfetê têkoşîn û pêşketinê jî zêde ye
Cîhê ku lê nakokî gelek in derfeta têkoşînê zêdetir in. Bi taybet di warê rengdariya gelan de dewlemendiyek çandê heye, ev heman demê de derfet dide ku feraseta netewa demokratik pêş bikeve. Dîrokek Îran a ku çanda dayiktiyê dijîn jî heye. Di serdema kevnar a Îranê de gelê ku li Îranê dijîyan, bi çanda dayik bawer dikirin, di lêkolînên arkeolojik de jî ev rastî dertê pêş. Ji ber çanda neolîtîkê û her wiha exlaq û felsefeya Zerdûştiyan serwer bûye, lewma têkiliyên jin û mêr ji têkiliyeke ajoyî ya cinsî zêdetir, têkilî ji bo armancên civakî hatine pêşxistin. Ev jî dibû sedem ku manewiyat bihêztir bibe û başî li ser nebaşiyê bikeve. Çavkanî: Newaya Jin