Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di Newroza Goteborgê de ji bo PKK’ê îmze hatin komkirin

Agirê Newrozê li Swêdê li bajarê Goteborgê bi şahiyeke ku bi hezaran kes tev li bûn, hat dadan. Di şahiya Newrozê de ji bo PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin, gelek îmze hatin komkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Swêdê, bi pêşengiya partî û saziyên ji çar hêlên Kurdistanê li qada Brunnsparkenê pêk hat.

Ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran kurdên li Swêdê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda Ey Reqîb, nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd) axivî û got “Mixabin li her deveran Kurdistanê şer û bûyerên giran diqewimin. Tenê bi yekitiya xwe em dikarin pêşî li vê êşê bigirin. Em hêvîdarin ku Newroz bi xwe re yekitî, wekhevî û azadiyê ji bo tevahiya kurdan bîne.”

Di pîrozbahiyê de nûnerên rêxistinên Asûrî-Suryanî û Partiya Çep a Swêdê peyam dan.

Piştî axaftinê koma defê ya jinan li ber dengê defê agirê Newrozê dada.

Di şahiya Newrozê de ku bi dirûşma “Yekitî, azadî û jiyana hevbeş” hat lidarxistin, Koma Jinan a Hejîn, Dahol û Zirne, Ferîborz Keremî, Awat Mistefa, Hemîd Resûlî û Jonatan Pinto derketin ser dikê û coşa Newrozê zêde kirin.

Di pîrozbahiyê de ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ gelek îmze hatin komkirin.

Newroz wê 26’ê Adarê li bajarê Malmo, 27’ê Adarê jî li Goteborgê ji aliyê NCDK-Swêd ve bê pîrozkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar