Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Di operayona Licê de 13 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê ragihand ku di 30’yê nîsanê de gava dagirker li bejahiya navçeya Licê ya Amedê derdiketin operasyonê, gerîla konvoya leşkerî ya ku derdiket operasyonê kirin hedef û 13 dagirker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) bi daxûyaniyeke nivîskî diyar kir ku, konvoya leşkerî ya ku di 30’ê nîsanê de derket operasyonê hatiye derbkirin, wesayîteke leşkerî hatiye rûxandin û 13 dagirker hatine cezakirin. Her wiha hate ragihandin li heman herêmê di 10’ê gulanê de di encama operasyona ku derketiye de du gerîla şehîd bûne.

Di daxûyaniyê de detayên êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîne û pevçûnên ku di encamê de rû dane wiha ne:

“1. Herêma Amedê;

-Artêşa tirk a dagirker ji demsala zivistanê ve hewl dide li herêma Şehîd Serxwebûn a navçeya Licê ya Amedê gir bigire û bi cih bibe. Di heman demê de li herêmên Girê Geliyê Cuma, Gundê Sîverekê, Gundê Medrese û Girê Mêrgê dest bi çêkirina qereqolan kir. Li gel van hewldanan, artêşa tirk a dagirker di 6 mehên dawî de li herêmê operasyon pêk tîne û kemînan datîne.

Hêzên me 30’ê nîsanê saet di 20:15’an de li heman herêmê di navbera Gundê Mêrgê û Gundê Sîverekê de bi taktîkên sabotajê karwanê leşkerî ya ku derdiket operasyonê asteng kir. Di encamê de  wesayiteke leşkerî hat rûxandin û 13 dagirkerên têde hatin cezakirin. Operasyonên li herêmê heta 5’ê gulanê berdewam kirin û bê encam bi dawî bûye.

– Artêşa tirk a dagirker 10’ê gulanê li heman herêmê operasyon da destpêkirin û di êrîşên dijmin de hevrêyên me Dilgeş Zagros û Bawer Korkmaz şehîd bûn.

  1. Herêma Zapê;

— Di 16’ê gulanê saet 14:20’an de dagirkerên ku êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kirin, rastî xweparastina hêzên me hatin.

  1. Herêma Metîna;

— Di 18’ê gulanê saet 14:20’an de dagirkerên ku êrîşê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî kirin, rastî xweparastina hêzên me hatin.

  1. Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker kiriye;

— Di 17’ê gulanê de Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, derdora gundê Sêgirê û qada Deşta Kafya ya Garê 22 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin.

— Di 16, 17 û 18’ê gulanê de çeperên berxwedanê yên Qada Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Hêmin, herêmên Çilûçar, dora ava Lolanê û Sîda yên Xakûrkê 37 caran bi obus, tank û çekên giran bomberdûman kirin.

— Di 17’ê gulanê de derdora Girê Mozelan, Koordîne, Stûna, Serzêrê û gundê Tirvaniş ên Metîna 7 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar