Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Di pandemiyê de jiyana dayik û zarokan

Ev demek dirêj e, em hemû ji ber pandemiya koronayê demên zor û zehmet derbas dikin. Gelek nivîs û gotin li ser pandemiyê hatin kirin. Vîrûsa koronayê ket rojeva hemû cîhanê. Ez dizanim di vê demê de yên herî zêde bi bandor bûn, dîsa em jin bûn.

Korona bêguman ji bo hemû malbatan dijwar e. Lê belê, tabloya heya niha derket holê ev e ku kesên bi tena serê xwe zarokan xwedî dikin rewşa wan hîn girantir bû. Bi taybetî niha dîsa li Almanya an jî welatên din zarok naçin dibistanan û perwerdeyê li malê digirin.

Di heman demê de, têkiliyên taybet hatin asta herî kêm, ji ber vê yekê tora ku gelek dê yan jî bavên bi tena serê xwe, zarokan xwedî dikirin ava kiribûn neman. Bapîr, dapîr, heval û cîran ku carinan ji bo lênihêrîna zarokan diketin dewrê, êdî wan alternatîfan nayên bikaranîn. Ew ji bo gelek dayik an jî bavên qetandî, yên ku ji nişkê ve bi tevahî tenê man, tehdîtek mezin e.

Dê yan jî bavên bi tena serê xwe zarokan xwedî dikin bi rastî pir heterojen dijîn. Dayik hene ku li Hamburgê dijîn lê nasên wan û malbatên wan li cihek dûr dijîn û tu tekiliyên wan tune ne bi hev re. Gelek bav hene ku  zarokê hîç naxwazin. Dayik neçar dimînin her tiştî bi serê xwe bikin. Bêguman dê û bav jî hene ku ji hev vediqetin û piştre ji bo zarokên xwe bi hev re bi berpirsiyarî tevdigerin. Lê hejmara wan kesan hindik e.  Li gorî îstatîstîkan hemû kar û bar dikeve ser milê jinan û jin tengav dibin.

Ez ji der û dora xwe dizanim ku di gelek malbatan de yên dê û bavên wan bi hev re dijîn, dîsa hemû kar û barên perwerdeya zarokan karê malbatê li ser milê jinan dimîne. Piraniyan wan herî zedê sîstema perwerdeyê rexne dikin, ji ber ku dewletên wek Almanyayê di hêla perwerdeya online de gelek dereng man û hîn jî gelek pirsgirêkan dijîn.

Sîstema hatiye avakirin asta ku zarok an jî ciwan dersan bigirin nîne. Dersan bi rêya email an jî iserveran dişînin ji bo dibistanên seretayî û mamoste hefteyê 1,5 saet online bi wan re diaxivin an jî zarok hevalên xwe dibînin. Ji bo dibistanên navber û lîseyan rewş hîn xetertir e. Ji ber ku dersên ku zarok û ciwan fêm nakin, nikarin çêkin û tenê dimînin hene. Dema malbat bibe alîkar, pirsgirêk tune ye lê heger zarok an jî ciwan fêm neke û malbat jî nebe bersiv dîsa tengav dibin.

Dayikên ez bi rêya telefonê bi wan re axivîm, hemû gazinan dikin ku ev ji hêla sîstemê û mamosteyan ve tenê hatine hiştin. Barê wan ê ji xwe zehmet bû, bi girtina dibistanan hîn xerabtir û girantir bûne. Derfetên hemû malbatan tune ne ku laptop an jî komputeran bigirin an jî ev hebin jî hinek ji wan çapkarên wan nînin.

Dayikên li mal kar dikin û mala xwe vegerandine Home Office ev jî ji bo zarokan nikarin bibin bersiv. Ji ber ku li aliyekî karê wan, ji aliyekî din jî xwedîkirina zarokan û dersên dibistanê edî ew fetisandine.

Xalek din jî, bikaranîna telefonên biaqil e. Ji ber qutkirina têkiliyan û girtina dibistana zarok û ciwanan bala xwe gelek dane ser lîstikên bi telefonan, temaşekirina televîzyonan, an jî tora medyaya civakî. Malbat çi bêjin jî zarok ji ber aciziyê, demên xwe wisa derbas dikin.

Welhasil wek Johann Wolfgang von Goethe gotiye: “Hûn dikarin ji kevirên ku li ser rêça we hatine danîn jî tiştek xweş çêbikin.” Divê em vê demê ji bo afirandina fikir û ramanên nû baş bi kar bînin û li ber xwe bidin heya ev rojên zehmet derbas bibin.

Nûçeyên Têkildar