Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Di parastina nasname û zimanê kurdî de rola jinan mezin e’

Seroka Komeleya Ji Ewil Zarok Cevahîr Sadak û rojnameger Roza Metîna diyar kirin ku di parastina nasnameya kurdî û zimanê kurdî rola jinên kurd pir mezin e. Sadak û Metîna destnîşan kir ku ji bo civakek bikare pêşeroja xwe li ser hîmekî xurt ava bike û xwedî li nasnameya xwe derkeve, wêje û ziman girîng e

Bi tevlêbûna helbestkar, nivîskar, senarîst, edîtor, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên partiyên sivîl û rêxistinên civaka sivîl di 3’yê mijdarê de ‘Komxebata Jin û Nivîskariyê’ pêk hat. Di 10’ê mijdarê de jî encamnameya komxebatê hate aşkerakirin. Di encamnameyê de damezirandina Platforma Pênûsa Jinan a Mezopotamyayê hate ragihandin. Têkildarî mijarê seroka Komeleya Ji Ewil Zarok Cevahîr Sadak ku di heman demê de xebatê zimanê kurdî dimeşîne û nivîskara kurd û rojnameger Roza Metîna ji Jinnewsê bi Bêrîtan Canozer re axivîn.

Cevahîr Sadak di serî de bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û wiha domand: “Divê zarok ji ewil bi zimanê xwe perwerde bibin. Divê zarokên kurd ji nasnameya xwe qut mezin nebin. Vê jî bi vegotina dîrok û nirxên civakî em dikarin bi ser bixin. Divê zarokên me nivîskarên kurd û pirtûkên kurdî bizanin. Em ji kesayetên ku berhem li pey xwe hiştin hînî dîroka xwe bûn. Divê em jî ji zarokên xwe re tiştekî bihêlin. Li dijî kurdî êrîşên mezin û polîtîkaya pişaftinê heye. Girîngiya nivîskarên jin ên kurd mezintir e. Di dîroka me de gelek nivîskar û helbestvanên jin hene. Lê em nas nakin û naxwînin. Niha platformek hate avakirin û em jî parçeyekê wê ne. Nivîskarên jin biryara mezinbûn û belavbûnê dan. Li hêlekê dê nivîskarên kurd bidin nasîn û hem jî jinan teşwîqî nivîsandinê bikin. Dê vê mijarê de xwedî proje ne.”

‘Di pêşxistina zimanê kurdî de rola jina kurd mezin e’

Têkildarî mijarê Roza Metîna jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ji bo ku civakek bikare pêş de biçe, ji bo ku pêşeroja xwe li ser hîmekî xurt ava bike, ji bo ku bikare xwedî li nasnameya xwe derkeve, girîngiya wêje û ziman zêde ye. Di parastina nasname û pêşxistina zimanê kurdî de rola jinan mezin e. Divê li ser girîngiya nivîskarên jin ên kurd bê sekinandin. Jinên navdar ên weke Mestûre Kurdistanî, Dayê Tewrêza Hewramî û Rihan Xanima Lorîstanî hîmê dewlemendiya îro avêtin e. Armanca me ya sereke ya avakirina vê platformê ew bû ku berhemên nivîskarên jin ên kurd bi civakê bidin nasîn û berhemên wan bidin xwendin. Her wiha divê dengbêjên jin ên kurd jî neyên jibîrkirin. Ji bo ku di rêça helbestvan û nivîskarên jin ên kurd de em di bin sîwanekî de bên cem hev, komelebûn pir girîng e. Ev bû gavekî ewil.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar