Êrîşên dagirkeriya qirker ên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê didomin. Gerîlayên YJA Starê ku di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de cih digrin Dersim Baran, Nûcan Heqî û Nûjiyan Spertî êrîşên dagirker û berxwedana gerîla ji ajansa ANF’ê re nirxandin.
Dersim Baran diyar kir li dijî êrîşên dagirker ên li ser xaka Kurdistanê li her deverê bibin bersiv û wiha got: “Em gerîlayên YJA Starê ji bo ku li dijî dagirkeriyê rawestin em hazir in ku peywira xwe bi cih bînin. Îro di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de berxwedaneke bi lehengî tê kirin. Hemû cîhan vê dibîne. Dewletatirk a dagrker her cure êrîşan tîne. Êrîşê tîne ser gelê me, şehîdgehên me, ziman û nirxên me. Lê li gel van jî bi pêşengiya heval Serhed, Dîlan, Rûken û Sara bi berxwedaneke ku hatî kirin me dît ku dijmin çawa pûç bûye.
Em li dijî her cureyên êrîşên dijmin hazir in
Dijmin bi her cure rêbazên hov êrîş anî ser qadên gerîla, divê her kes bibîne bê ka em bi dijminekî çawa re şer dikin, dijminekî çawa li pêşberî me ye. Nexasim gelê me û dostên me divê vê bibîne. Helbet li dijî her cure êrîşên dijmin em hazir in, dema ku hewce be em berdêlan bidin em ê bidin. Gerîlayên YJA Starê û HPG’ê bi taktîk û rêbazên nû li her deverê derban li dijmin dide.
Dewleta tirk îro êrîşê dibe ser hemû kurdên berxwedêr. Li dijî dijmin li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me divê bibe yek. Dema ku parçeyek rabû yên din bêdeng bimîne nabe. Bi hezaran ciwanên kurd îro li van çiyayan ji bo Rêbertiya xwe û gelê xwe canê xwe feda dike. Divê gelê me jî vê rastiyê bibîne û destkê bide gerîla. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê me, nexasim ciwan divê li vê berxwedanê xwedî derkevin.”
Gerîla bi moraleke geş li ber xwe didin
Gerîla Nûcan Heqî jî da zanîn ku gerîlayên YJA Starê bi moralekî geş li dijî êrîşên dijmin li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Em bi felsefeya Rêber Apo têdikoşin. Dijmin dema ku şerê me dike herî pir pişta xwe bi teknîkê germ dike lê berxwedana gerîla vê teknîka wan pûç dike. Dijminekî hingî wiha tirsonek e dema ku li Mam Reşo nekarî berxwedan û vîna hevalên me bişkîne çeka kimyewî bi kar anî. Em fedayiyên Rêber Apo û vî gelî em ê têkoşîna hevalên xwe yên şehîd heta dawiyê bi cih bînin. Ez bawer dikim gelê me jî bi me re wê li ber xwe bide û dijmin têk bibe.”
Artêşa tirk newêre derkeve pêşberî gerîla
Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Spertî jî destnîşan kir ku ne tesadûf e ku dewleta tirk di salvegera Qirkirina Ermenan de êrîş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin û ev nirxandin kir : “Ez gerîlayeke ku di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de cih digirim li dijî êrîşên dijmin têdikoşim. Weke ku tê zanîn dewlet her tiştê xwe dixe vî şerî. Dibêjin ew li dijî PKK’ê şer dikin lê armanca wan ew e ku kurdan tune bikin. Ne tesadûf e ku di salvegera Qirkirina Ermenan de êrîş li dijî qadên gerîla dane destpêkirin. Dixwazin wiha li gelê kurd jî bikin. Lê li bara berxwedana gerîla nikarin nêzî tûnelên hevalan jî bibin. Pêşî çeteyên xwe şandin, dema ku bi ser neketin çeka kimyewî bi kar anîn. Artêşa tirk newêre derkeve pêşberî gerîla. Ev jî nîşan dide ku gerîla çendî xwedî vîn û serkeftî ye.
Berxwedana li Mamreşo morale me geş kir û hêz da me
Dijmin propaganda dike ku di şerê Mamreşo de bi ser ketiye lê em dizanin bê ka li wir çi berxwedan bûye. Berxwedana li Mamreşo moralê me geş kir û qewet da me. Divê dijmin zanibe ku gelê kurd ne bêxwedî ye. Ji roja ku PKK hatî avakirin ve ev wiha ye. Beriya wê dibe ku partiyeke rêxistinî nebû lê îro PKK pir xurt e û xwedan vîneke mezin e, her roj em derbeke girantir li dijmin didin. Di çalakiyên Amed, Êlih û Şirnexê de derbên giran li artêşa tirk hat xistin.
Ev şer ne tenê şerê PKK’ê yan jî şerê hêzen çekdar e, ji ber vê ji destê kê çi were divê bike. Heval Qasim Engîn digot, ‘Em bimirin jî em ê ji mêtingeran re bibin şevreşk’. Wekî ku dijmin nahêle kurd li ser xaka xwe bi azadî bijîn, em ê jî jiyanê li wan bikin jehr. Dijmin li başûrê Kurdistanê gelek baregeh danîne, zor li gel dikin ku sîxûriyê, cerdevaniyê bikin. Divê gelê me yê Başûr jî li dijî vê bibe xwedi helwest. Gelê me divê têkoşîna xwe geştir bike û xeyala şehîdên me bi cih bîne.” BEHDÎNAN