Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di plana qirkirinê de hêsakirina kurdan

Çarşema borî sê beyanên çapemeniyê di rojevê de cihê xwe girt.

Yek ji wan beyanan li Hewlêrê bû. Serbest Lezgîn li ser navê Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê, YPG û PKK kir potayekî û xwest ku êdî çi kes çek nede YPG’ê. Her wisa îdîa kir ku YPG’ê êrîşî pêşmergeyan kiriye.

Beyana duyemîn li Enqereyê bû.

Her du wezîrên derve yên Iraq û Tirkiyeyê axivîn. Fuad Huseyîn ê Serokê Dîwana Serokatiyê ya Başûrê Kurdistanê yê kevn, zêde li ser naveroka hevdîtînê neaxivî. Tenê çend gotinan li ser têkiliyên tîcarî ya Iraq û Tirkiyeyê qal kir û qedand, lê Mewlud Çawişoglu yê tirk, şûrê xwe kişand û li kurdan da. Ew jî YPG û PKK’ê di nav potayekê de heland û hema bi peyvên nezîkî Serbest Lezgîn, êrîşî PKK û YPG’ê kir. Di cihekî de navê Fuad Huseyîn ji bîr kiribe jî wî wekî ‘birayê’ xwe îlan kir û got, “Di Sincarê de peymaneke baş çêkirine û ew ê di nêz de PKK’ê ji Sincarê were paqijkirin.” ‘Birayê’ wî Fuad Huseyîn ne ji peyva ‘Sincar’ê û ne jî ji peyva ‘Kuzey Iraq’ aciz nebû. Di ser de peyvên ‘terorîst’ ên Mewlud Çawişoglu jî Fuad Huseyîn aciz nekir.

Beyana sêyemîn jî li Enqereyê bû.

Serokê partiya faşîst a tirkan, bi awayekî gelek aşkera û vekirî xwest kurd bên qirkirin. Di ser de li hemû partiyan gef xwar û got, “Ya hûn ê ji me bin, ya ji wan.”

Ji niha ve pêşî li êrîşan bigirim da ku bila kesek nebêje, yên van peyvan dinivîse, PKK’ê diparêze. Qet tiştek wisa nîne. Biqasî misqalî zere PKK’ê naparêzim û derdê min jî ne parastina wan e. Bi qasî parastina PKK’ê dikim, ewqas jî parastina PDK’ê dikim. Bi qasî şaşî û kêmasiyên PKK’ê dibêjim, ewqas jî şaşî û kêmasiyên PDK’ê dibêjim.

Her wisa di van sê beyanan de ku min behsa wan kir, pirsgirêk ne PDK û PKK ne. Pirsgirêk, jenosîda kurdan e.

Nijadperestek faşîst behsa tunekirina kurdan dike. Wezîrê wî li ber kurdekî, bi hin peyvên dîplomatîze gotinên şefê xwe yê faşîst dubare dike. Kurdekî din jî –bi zanebûn an bi nezanî– li Hewlêrê rê li ber van planan vedike, karê wan hêsan dike.

Temam! Em PKK’ê rexne bikin. Bang li wê bikin. Bixwazin bila rêz û îhtirama dam û dezgeyên başûrê Kurdistanê bigire. Bila rêz û îhtirama qanûn û yasayên Parlamentoya Kurdistanê bigire. Amenna!

Madem ev bang heq e, bila ev rastî jî biheq be.

Berî her aliyên din ên kurdan, divê PDK rêz û îhtirama dam û dezgeyên başûrê Kurdistanê, qanûn û yasayên parlamentoya Kurdistanê bigire.

Bi hezaran leşkerên tirk bi îcazeta PDK’ê li başûrê Kurdistanê ne, bi çek û cebilxaneyên xwe ve li her dewerên Kurdistanê bi rehetî digerin. Her wiha hemû qanûn û yasayên herêma Kurdistanê jî binpê dikin. Li başûrê Kurdistanê heta niha bi sedan sivîl jî qetil kirine.

PDK, carekê tenê jî dewleta tirk şermezar nekiriye.

Temam, eger kêmasî û şaşiyên PKK’ê hebin, em rexne bikin, heta em şermezar jî bikin, lê beriya wê lazim e PDK  erka xwe bi cih bîne û di nakokiyên navxweyî de rê nede ku dewletên dagirker destwerdanê bikin. Ya herî girîng jî divê banga PKK’ê û ya hemû kurdan cidî bigire û rêya li ber diyaloga navxweyî veke.

Divê qet neyê jibîrkirin. Nijadperestên tirk galgalên vala nakin. Li ser maseya wan planeke qirkirinê heye, bikaribin ew ê cîbicî bikin. Ya din jî, naxwazin piştî guherîna rayedariya Amerîkayê, rê li ber plana çareserkirinên siyasî vebin. Ji ber wê jî di provakasyonên xwe de bi lez û bez in.

Ger PDK ji pêşketin û têkîliyên siyasî ne aciz e; ger PDK ji serketina rojavayê Kurdistanê ne aciz e; ger PDK ji dawîlêanîna şer ne aciz e, wê demê, heta ku PKK’ê dixe ber dafikê divê bi erka xwe rabe û rê li ber diyaloga navxweyî vebike.

Ger ev yek pêk bê, rêz û îhtiramgirtina li başûrê Kurdistanê ya herî hêsan e.

Gotina dawî, kurd bila karê xwe hêsan bikin, ne karê neyarên xwe…

Nûçeyên Têkildar