Li navçeya Belen a Hatayê, qemyonek ku ji kontrola ajokar derket, da nava qelebalixiyê. Di bûyerê de agir bi gelek wesayitan ket.
Hate ragihandin ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên tirk gotin, “Li herêma Topbogazli ya Antakyayê di qezaya trafîkê de agir bi qemyon û otobusekê ket. 12 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, 31 jî birîndar bûn ku rewşa 3 ji birîndaran giran e.”
Lê her çiqas wek qeza bê xuyakirin jî baweriya mirov li ev desthilata xwînmij nayê. Di be ku ne qeza be jî?