Hiqûqnas Ercan Kanar ê ku gelek caran çûye Girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye derbarê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ku derbarê binpêkirina mafan ên li Îmraliyê de weşand axivî.
Kanar sepanên ji roja Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û heta îro wek ‘qorsaniyê’ pênase kir û hem jî ev sepan li dijî hiqûqa hundirîn û navnetewî ne û diyar kir ku ji roja CPT hatiye avakirin û heta îro herî zêde Tirkiyeyê ziyaret kiriye û di her warî de herî zêde li ser Tirkiyeyê rawestiyaye û herî zêde Tirkiyeyê şermezar kiriye.
Rapor erênî ye lê kêm e
Kanar destnîşan kir ku gelek caran daxuyaniyên CPT’iyê razber in û bi kêmasî ne û wiha got: “Zimanek dîplomatîk bikar tîne. Bi helwestek cidî nêzî problemê nabe. Di taliyê de CPT ji wan nûnerên dewletên Ewropayê ku Konseya Ewropayê saz kirine ve pêk tê. Organek Ewropayê ye. Dema em li vê rapora dawî ya CPT’iyê ya derbarê Îmraliyê de dinêrin gelek erênî ye lê bes gelek bi aliyên xwe kêmasî jî hene.”
Tespîtên girîng hene
Di axaftina xwe de Kanar da zanîn ku CPT di rapora xwe de tespîtên girîng ên ji bo Ocalan û girtiyên li cem wî aşkera kiriye û ev tespîtên li ser tecrîdê gelek girîng in. Kanar got ku CPT dibêje ku hefteyekê 159 saet li Îmraliyê tecrîd heye û tenê ew girtî hefteyekê 6 saetan hev dibinin û destnîşan kir ku wek CPT diyar kiriye cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê dijqanûnî ne.
Aliyên kêm
Kanar destnîşan kir ku gelek aliyên kêm ên raporê jî hene û divê di raporê de li ser mafên ragihandinê jî rexne bihatana kirin û got ku CPT’iyê di rapora xwe de behsa astengkirina mafê telefonê nekiriye û behsa nedana weşanan nekiriye yek ji van weşanan jî Rojnameya Yenî Yaşamê ye.
Biryarên pêşniyazê
Di berdewamê de Kanar tespîta di warê ‘divê rejîma guhertina înfazê’ de jî nirxandin kir û wiha pêde çû: “Gotiye divê rejîma înfazê biguhere lê negotiye wê çawa bibe. Halbûkî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) heye û biryara pêşniyaza Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ya ji bo rewşa girtiyan were başkirin heye. Di biryara wezîran de tê gotin hêviya azadiyê ji bo her kesî ye. Dibêjin lazim e cezayên heta hetayê di navbera 8 û 14 salan de li ber çavan werin girtin. Dibêjin heke pêwîst be divê ji nûve ceza li ber çavan were derbaskirin û pêwîst be girtî were berdan an jî cezayê wan were kêmkirin. Ev biryarên pêşniyazê gelek girîng in. Mesela CPT dikare vê biryara pêşniyazê di rapora xwe de bianiya ziman.”
Kanar anî ziman ku CPT di rapora xwe de li ser cezayê heta hetayê ranewestiyaye û ev jî kêmasiya raporê ye û gelek xisûsên li Îmraliyê hatine rexnekirin lê çareserî nehatiye diyarkirin.
‘Dijqanûnî hat darizandin’
Kanar bal kişand ser bêhiqûqiya dema pêvajoya darizandina Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ocalan bi awayek aşkera li dijî qanûnan hat darizandin. Ev dijqanûnî û bêhiqûqiya li dijî Ocalan didome. Birêz Ocalan ji roja hatiye girtin û heta niha her tişt li dijî wî qorsanwarî pêk tê û dijqanûnî ye. Li Îmraliyê Pergala Îşkenceyê heye û ev di qanûnên navnetewî û hundirîn de jî qedex ne. Lê li dijî Ocalan pêk tê.”
‘Divê Ocalan were berdan’
Her wiha Kanar destnîşan kir ku hêzên navnetewî li dijî ewqas binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê ji bo berjwendiyên xwe bêdengiyê tercîh dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewletên Yekitiya Ewropaya Nû ji sedî sed ji bo mafê mirovan sadiq nîn in. DMME jî wisa ye. Car carna têkildarî girtîgehan hin biryaran didin. Lê li ser biryarên DMME’yê jî serweriya dewletan heye. Pêwîst e cezayê heta hetayê yê heta mirinê ji ser birêz Ocalan were rakirin û pêwîst e biryara ji bo Ocalan li ber çavan were derbaskirin û divê were berdan.” STENBOL