PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Di rapora Îbrahîm Layik de tespîta ‘mirina biguman’

Birayê Îbrahîm Layik, Omer Layik bertek nîşanî gotinên ‘Ji ber ku jina jê hez dikir ji ber kurdbûna wî red kir, întîhar kir’ da û wiha got: “Şîrketê dawî li karê birayê min aniye û mirinekî bi gumane. Birayê min wiha bi hêsanî dawî li jiyana xwe nayîne.” Di rapora mirinê ya Layik de jî mirina wî weke ‘mirina biguman’ hatiye destnîşankirin

Welatiyê bi navê Îbrahîm Layik li Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê weke personelê ewlehiyê dixebitî. Hat îdiakirin ku Layik rojek berê întîhar kiriye. Piştî mirina bi guman a Layik, li Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavutkoy a Stenbolê kar û barên otopsiyê bi dawî bûn. Hat ragihandin ku rapor dê piştre bê aşkerakirin. Hat gotin ku di rapora mirinê ya Layik de tespîta ‘mirina biguman’ heye.

Hat zanîn ku Malbata Layik dê cenazeyê kurê xwe bi otobûsa ku kirê kirine, di danê sibehê de bibin Nisêbîn a Mêrdînê. Tê payîn ku cenazeyê Layik sibê bê definkirin.

Îbrahîm Layik 20 meh berê li Balafirgeha Ataturkê dest bi kar kiribû. Li vir karê barkirina bagajê dikir. Piştî ku 3’yemîn Balafirgeha Stenbolê hate vekirin, karê xwe li vir domand. Birayê Layik, Alî Layik jî li heman balafirgehê karê barkirina bagajê dikir.

Malbatê bertek nîşan dan

Malbata Layik da zanîn ku ew bi mirina kurê xwe bi gumanin. Têkildarî mijarê birayê Layik, Omer Layik wiha got: “Em dixwazin ev yek bê lêkolînkirin. Gotinên weke ‘Ji ber ku kurd bû jina ku jê hez dikir ew red kir’ nerastin. Birayê min kesekî wisa nîne ku bi tiştên wiha yên biçûk întîhar bike. Kuştina birayê min bi şik e. Şîrketa birayê min lê dixebitî heta niha tu agahî nedane me. Bi qasî agahiya me girt, şîrketê dawî li karê birayê min aniye. Piştî Şîrketa Ewlehiya Balafirgehê dawî li karê wî anî, birayê min bi awayekî guman dawî li jiyana xwe anî. Ev mirinekî bi guman e.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar