Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Di rastiya Îmraliyê de CPT û DMME li ser sûc hatin zevtkirin

Hêlîn Umît diyar kir ku dema mijar dibe Rêber Apo, Îmrali û di rastiya xwe de têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê kurd rewşa taybet û qanûnên taybet dixin meriyetê û wiha got: “DMME qaşo saziyeke ku li tevahiya cîhanê bi bandor e. CPT saziyeke ku îdîa dike rewşa li girtîgehan di ser dewletan re, di ser neteweyan re kontrol dike. Di rastiya Îmraliyê de ev herdu sazî li ser sûc hatine zevtkirin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û nirxandinên girîng kir. Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan silav kir ku li Îmraliyê xwedî sekneke bêhempa û berxwedaneke dîrokî ye û wiha got: “Fêhmkirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ji bo fêhmkirina sîstema cîhanê rastiyeke gelekî girîng e. Di nava 15-20 rojên derbasbûyî de têkildarî Îmraliyê nîqaş ketin rojevê. Hem CPT daxuyanî da, hem piştre Wezareta Edaletê xwe spart vê yekê û daxuyanî da. Têkildarî Rêber Apo û sê hevalên pê re rewşek hebû. Dema cezayê ya hevalê Veysî Aktaş temam bûbû. Bêyî ku hinceta wê jê re bê ragihandin berdana wî ji bo saleke din hate taloqkirin. Di vê der barê de daxuyanî hebûn. Armanca van hemûyan diyar e, di çaçroveya plansaziyekê de têne kirin.

Me timî ev yek got; polîtîkayên Îmraliyê ne tenê polîtîkayên têkildarî Îmraliyê ye, qadeke têkoşînê ye ku polîtîkayên têkildarî gelê kurd û herêmê diyar dike. Divê mirov bala xwe bidin ser armanca hêzên navneteweyî ya ji avakirina sîstema Îmraliyê. Çima? Ji ber ku her kes pê zane ku dewleta tirk xwedî wê hêzê nebû ku di sala 1999’an de komploya navneteweyî bike. Ji bo propagandayê gotibin jî her kesên bi aqil bi vê baş zane. Eger ne ji piştgiriya hêzên navneteweyî bûya, ne ji operasyoneke navneteweyî bûya îro Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî nebû. Têkoşîn wê bigihiştibûya qonaxeke hîn cuda, berê pêşketinan wê cuda bûya. Ji bo pêşîgirtina li van hemûyan, komployeke bi vî rengî ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate kirin û Îmrali bi destê van hêzan hate avakirin. Rola Tirkiyeyê bi rastî jî ji bilî gardiyaniyê ne roleke cuda ye. Dewleta tirk nobeda vê sîstema qirkirinê dike ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye avakirin.”

Hewl didin gelê kurd tune bikin

Hêlîn Umît destnîşan kir ku bi sîstema qirkirinê ya Îmraliyê re dewleta tirk jî dîl hatiye girtin û wiha domand: “Dîlgirtin dibe ku nirxandineke gelekî hişk be, lê belê hêzên naventeweyî di ser sîstema qirkirinê ya Îmraliyê re dewleta netewe ya tirk di bin kontrola xwe de dihêle. Bala xwe bidinê, dixwazin şerê hebûn û azadiyê yê gelê kurd bi vî rengî biqedînin. Yanî dixwazin têkoşîna li Îmraliyê bi encam bikin. Timî lampeya kesk ji bo Tirkiyeyê vedixin, timî hêviyê didin. Dibêjin, hûn şer, êrîşê dewam bikin. Ya ku wê sîstemê li ser piyan dihêle rastiyeke bi vî rengî ye.”

Hêlîn Umît anî ziman ku saziyên mîna CPT û DMME’yê ne tenê saziyên veşartina vê yekê ne û wiha p»de çû: “Mînak, parêznameyên Rêberê me hene. Rêberê me di sala 1999’an de piştî ku dîl hate girtin di serî de Parastina Komara Demokratîk bi parêznameyên Parastina Atîna, piştre jî Parastina Gelekî, piştre jî parêznameya ji pênc bergî guhertina paradîgmayê pêk anî û asoyekî nû da sosyalîzma demokratîk. Ya rast bi van parêznameyan komplo pûç kir. Di destpêka hemû parêznameyan de jî nameyên ji bo DMME hene. Ji DMME û CPT re xîtab dike.

Rêber Apo ji bo aşkerakirina derewa sîstema navneteweyî têdikoşe

Weke gelekî têkoşer, hêzeke têkoşer, partiyek û rêxistineke îdeolojîk em nikarin xwe bixapînin. Bendewariyeke me ji demokrasiya Ewropayê nîne. Em zanin ku ev yek sîstemeke ku ji bo kontrolkirina têkoşîna sedan salan a gelên Ewropayê hatiye avakirin. Rêberê me jî bi vê zane. Rêberê me dema serî li DMME’yê dide, dema ku CPT dike muxatab, ji bo aşkerakirina derewa sîstema navneteweyî têdikoşe. Dema ku ev derew aşkera nebe çi dibe? Mîna ku her tişt li gorî pîvaneke azadî, edalet û wekheviyê dimeşe tê nîşandan. Çima? Ji ber ku di pîvanên cîhanê de hin qanûn hene ku gelan, civakan qebûl kirine. Di destpêka van de jî ev sazî hene. DMME qaşo saziyeke ku li tevahiya cîhanê bi bandor e. CPT saziyeke ku îdîa dike rewşa li girtîgehan di ser dewletan re, di ser neteweyan re kontrol dike. Di rastiya Îmraliyê de ev herdu sazî li ser sûc hatine zevtkirin. Daxuyaniyên wan ên niha mîna mikurhatinekê ne. Di rewşa heyî de berpirsyariyê dixin stuyê hev. Ji ber ku bi rastî jî rewşeke gelekî giran heye ku nayê qebûlkirin. Li Îmraliyê hem sozên rayedarên CPT ên ku sala 1999’an dan, hem jî xusûsên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de têne binpêkirin.”

Hêlîn Umît anî ziman ku ev saziyên Ewropayê bi rola nixumandina şermê radibin û got, “Ya rast ji bo parastina berjewendiyên sermayeyê yên sîstema mêtingeriyê ya kapîtalîst hatine avakirin. Niha jî bi roleke ji vê zêdetir radibin, rewa dikin. Em vê yekê ji çi fêhm dikin? Piştî van nîqaşan çi bû? Wezareta Edaletê ya li Tirkiyeyê daxuyaniyek da. Got, li Îmraliyê maf nayê binpêkirin, rewşeke qutkirina têkiliyê ya bi temamî nîne. Hem ji bo Îmraliyê hem jî ji bo sê hevalên li Îmraliyê bi Rêber Apo re ne got, ji hemû mafên xwe sûdê werdigirin.

Dema mijar dibe Rêber Apo qanûn taybet dikevin dewrê

Mirov nizane çi bibêje. Însaf! CPT ji xwe bi şermokî jî be rewşê nîşan dide. Got, rewşeke taybet e, cihekî taybet e Îmrali. Yanî ne weke zindanên din e, ne weke deverên din e. Ya rast vê yekê cara yekemîn di vê astê de qebûl dikin. Ji ber ku li qada hiqûqê qanûna wekheviyê heye. Dema ku di vê çarçoveyê de hate nirxandin, rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Gelek doz ji bo dozên din dibin mînak. Lê dema ku mijar dibe Rêber Apo, Îmralî û di rastiya xwe de têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê kurd, wê rewşa taybet û qanûnên taybet dixin meriyetê. Ne rewşeke welê ye ku em pê nizanin. Lê belê di vir de ya girîng ew e ku gelên Ewropayê vê yekê bibînin. Ev gelekî girîng e. Ji ber ku ev yek ne rewşeke ku me pê dixapînin. Em pê naxapin. Em vê rewşê zanin, hewl didin aşkera bikin. Gelê kurd ji bo aşkerakirina vê yekê têdikoşe. Bi şev û roj li kolanên Ewropayê, di nobedê de ye, çalakiyê dike. Ji ber çi? Ne ji bo dewletên Ewropayê lê ji bo gelê Ewropayê hewl dide hin tiştan vebêje.

Gelên Ewropayê, hêzên demokrasiyê divê vê rastiyê bibînin û têkoşînê bilind bikin. Ji ber ku ev yek şermeke mirovahiyê ye, lê belê bi taybetî ji bo demokrasiya Ewropayê, ji bo şaristaniya Ewropayê, ji bo cografyayeke ku qaşo dibe hêvî ji mirovahiyê re û ji bo mafên mirovan pîvanekê destnîşan dike, şermek e. Lewma divê têkoşîn li wê qadê hîn bêhtir bê xurtkirin.

Eger îro CPT gihîştibe wê nuqteyê ku DMME’yê sûcdar bike, di vir de bandora têkoşîna çend salên dawî ya dostên ewropî, hevrêyên enternasyonal, hevalan, mirovahiya berpirsyar, hêzên demokrasiyê, femînîst, anarşîst, yanî her kesên ku li derveyî sîstema kapîtalîst li cîhanekê digerin, dixwazin cîhanekê biafirînin, zêde ye. Her wiha gelê me gelê kurd, dostên gelê kurd bênavber û bi biryar li ber xwe didin. Vê yekê CPT gihandiye vê noqteyê. Lewma divê ev yek li vê qadê dewam bike.”

PDK gladiyoya kurdan e

Niha dixwazin bi aktîvkirina baskê hevkariyê li Hewlêrê pêşde biçin. Heta niha PDK bikar anîne. Ew dikarin ji niha û pê ve jî bikar bînin. Ez ji bo PDK’ê heman tiştan nabêjim. Ger hûn bala xwe bidinê, min nirxandina xwe ji perspektîfa gelê herêmê kir. PDK tiştekî cuda ye. PDK wek Gladîoya Kurdî ye.

PDK niha di rewşeke pir dijwar de ye. Helwesta xiyanet û hevkarî ya ku PDK’ê bi dewleta Tirk re nîşan da, bi rastî wê ji civaka Kurdistanê îzole dike. Dê her ku diçe bêtir îzole bibe. Ger dev ji vê bernede, poşman nebe, ev yek wê hîn zêdetir pêş bikeve. Gelê kurd ne miletekî bênamûs e! Gelê Kurd miletekî bindest e. Hêzên navneteweyî ji bo ku timî kontrol bikin ev erdnîgarî bi salan veguherandin qada şer. Civaka kurd civakeke aştîxwaz e, ne civakeke şerxwaz e. Civakek ji dewletê re girtî ye, bêtir xwedî taybetmendiyên civaka xwezayî ye. Niha PDK ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ketiye rewşeke dijwar. Yekane rêya derketina ji vê yekê bi dawîkirina wan têkiliyan e.

Hevdîtina Edogan û Ozel dişopînin

Hevdîtina Tayyîp Erdoğan û Ozgur Ozel hevdîtineke pir bi nakok bû. Çawa ku peywendiyên Iraq û Tirkiyê di rojevê de bûn, ev hevdîtin jî di rojevê de bû. Çapemeniya nîqaşa wê hevdîtin çêbibe yan na dikirin. Hin beşan gotin bila bibe, hin beşan gotin nabe. Lê di dawiyê de hevdîtineke wiha pêk hat. Helbet em jî wek tevger û gel dişopînin. Ev civîn li ser çi bingehê pêk hat, wê encamên wê çi bin, wê çawa di derdora siyasî û geşedanên leşkerî yên Tirkiyê de cih bigire? Em hewl didin van fêm bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar