Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di rastiya kurd de şaxê neteweyî

Di Newroza 1973’an de civîna koma me ya pêşî çêbû. Min têgîna ‘Kurdistan mêtingeh e’ pêşkêşî civînê kir û di wan rojan de ev têgîn diviyabû weke sirr û razekê bihata veşartin. Her çiqasî nûnerên du komên sereke yên meylên asîmîlasyonîst hevkar ê wê demê Kemal Burkay û Mumtaz Kotan îdîa bikin ku ew têgîn bi kar anîne jî ez yeqîn nakim ku rast e. Eger wisa bûya min hewce nedidît vê têgînê weke sirrekê veşêrim

Hewl didan rastiya kurd di çarçoveya pirsgirêka kurd de bikin têgîn. Dema ku behsa pirsgirêka kurd dikirin, serwextî û bîrbirineke berfireh çênebûbû û nizanîbûn bi rastiyeke çawa re rûbirû dibin. Beriya her tiştî hewl didan rastiya kurd bi aliyên wê yên ziman û çanda cuda piştrast bikin. Her wiha ji ber ku îdeolojiya fermî bi kampanyayeke dijwar a înkar û îmhayê dor li rastiya kurd girtibû, piştrastkirina hebûna kurdan dibû pirsgirêka pêşî ya di rojevê de cih bigire. Ev ji bo rastiya kurd dibû nêzîkatiyeke çewt û gelekî paşvemayî. Jixwe hebûneke li naverastê hebû û piştrastkirina wê dişibiya guftûgoya roj heye yan tuneye. Ev jî dihat wê maneyê ku axaftinên dihatin kirin vala û pûç bûn, dem bê mane dibihurî û ava diherikî aşê rejîma qirker û mêtinkar digerand. Ya rastî, guftûgo jî ji aliyê Jon Kurdên di asîmîlasyonê re hatibûn derbaskirin dihatin meşandin. Di bin navê guftûgokirina pirsgirêka kurd de ya rastî hebûn û statuya xwe guftûgo dikirin.

Dema min dest avêt van karan, min xwe zêde nekir destikê van guftûgoyan. Her çiqasî min a rast hûrûkûr analîz nekiribû jî min bawer kiribû rêbaza rast ew e ku divê pirsgirêk ne weke guftûgoya hebûn û tunebûnê, belê bi têgînên rizgarî û azadiyê bê îfadekirin û min li ser vî bingehî gav avêt. Sedema herî girîng a pê em ketin pêşiya komên heqîqetê yên ji hev belawela, ev rêbaza gavavêtinê bû ku me ji xwe re kir bingeh. Piştî ku me rêbaz rast hilbijart, zû dereng wê em bigihandana rastiyê bi xwe. Lê kêmasiyeke ku vê rêbazê rê li ber vedikir hebû, wê rê li şîroveya dogmatîk a rastiya kurd vekiribû. Jixwe pêşhukmên xurt hebûn ku weke her rastiya gelekî yan jî neteweyekî dikarîbûn rastiya kurd binirxînin. Weke rastî guftûgonekirina rastiyê çiqasî rêbazeke rast be, mirov pêşnebîne ku çawaniya wê dikare pirr guhertî be û bi guman nêzîkî nebe jî ewqasî rêbazeke kêm bû.

Di Newroza 1973’an de civîna koma me ya pêşî çêbû. Min têgîna ‘Kurdistan mêtingeh e’ pêşkêşî civînê kir û di wan rojan de ev têgîn diviyabû weke sirr û razekê bihata veşartin. Her çiqasî nûnerên du komên sereke yên meylên asîmîlasyonîst hevkar ê wê demê Kemal Burkay û Mumtaz Kotan îdîa bikin ku ew têgîn bi kar anîne jî ez yeqîn nakim ku rast e. Eger wisa bûya min hewce nedidît vê têgînê weke sirrekê veşêrim. Paşê guftûgoyên der barê kurdan de li ser têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ meşiyan. Pirraniya çepgirên tirk bi gotina “Tevahiya Tirkiyeyê mêtingeh e, yan jî nîv-mêtingeh e” hewl didan pirsgirêkê ji ciddiyetê dûr bikin. Li gorî min hebûna kurdan bi şêwazekî şoreşgerî, di serî de Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û hevalên wan, kengî di berdêla canê xwe de weke gotin ev têgîn anîne ziman piştrast bûye. Ji vir û pêve, pirsgirêk azadî û rizgariya ji vê statuyê re bû. Teoriya Kurdistana Mêtingeh li ser vê rêyê destpêkeke rast bû.

Rasyonalîzm û emperîzm, di rastiya kurd de weke du rêbazên bingehîn ên lêkolînê bikêrhatîbûna xwe nîşan dan. Rasyonalîstan wer bawer kiribûn ku ew ê karibin bi piştrastkirina rastiya kurd bigihîjin armanca xwe. Rewşenbîrên bûrjûwa yên bi awayekî hay ji xwe heyî komele ava dikirin, kovar diweşandin û bi tevgerên partiyan ên destên xwe ji ava sar di ya germ de danedikirin, yeqîn dikirin ku wê bi vê rêyê bigihîjin encamê. Bendewar bûn ku wê rojekê mentiqê modernîteya kapîtalîst ber bi bextê wan ve çerx bike. Kesên di nava hewldanên teng ên ceribandinê de bûn, bêhtir tercîh dikirin ku hisên îsyankar biteqin û serî rakin. Li gorî konjonkturê ciwanên şoreşger ketin vê rewşê. Bêguman darbeya 12’ê Îlonê bi hêsanî karîbû bêhnê li herdu aliyan biçikîne, ber bi teslîmiyetê ve bibe û wan îmha bike û lê bi vî awayî hêza wan a heqîqet û îradeyê derxist holê. Yên bi xwe ji sîstemê qut nebûbûn li ser rêya teslîmiyetê dewam kirin, yên li derveyî sîstemê lêgerînên wan hebûn wê li pey îradeyeke bi hêz û lêgerîneke hûrûkûr bibeziyana.

Min darbeya 12’ê Îlonê ji van herdu meylan cuda bi lêgerîneke heqîqetê û bihêzkirina îradeyê pêşwazî kir. Rasyonalîteyeke min a diyar hebû. Hewldanên min ên îradeyî jî nabe ku biçûk bêne dîtin. Piştre, kengî min xwe di ber çavan re derbas kir, ez li cudahiya xwe serwext bûm. Ya min cuda dikir ew bû, min teorî û pratîk di zikhev de, ne bi gotinê lê bi xwe pêk dianî. Min gotin û çalakî spartibûn sedemên teorîk û pratîk û bi vî awayî meşiyabûm. Vê yekê hişt ku ez karibim pêngava 15’ê Tebaxê 1984’an û vegotina aştiyê ya 1993’an bikim. Ez li ser heman rêyê meşiyam û di pêvajoya Îmraliyê de bi pratîkên çareseriya demokratîk ez gihiştim serwextbûna modernîteya demokratîk.

Rastiya netewe û gelê kurd di dîrokê de cara pêşî ye ku gihiştiye asta herî bilind a bîrbirin û serwextbûnê. Li vir serwextbûn û bîrbirina em behsa wê dikin, ji qîmkirin an jî qîmnekirinê, bîrbirin û serwextbûna li rastiyê ji komeke elît an jî partiyekê wêdetir e, jê bihurî ye. Gel û netewe weke qurmê bingehîn ê rastiyê, li rastiya xwe serwext bûye. Ez behsa gel an jî neteweyekî li xwe serwextbûyî dikim. Netewe bi xwe weke têgîn, rewşeke zêhniyetê îfade dike. Ji bo kurdan ev rewşa zîhniyetê pêk hatiye. Lê em heman xusûsê nikarin ji bo bigewdebûnê bibêjin. Ji ber ku bi tenê jiyan bi zîhniyetê nabe, bi gewdebûna wê pêkhatineke girîng e, ango rewşa heqîqetê îfade dike û wê bike.

Min serdema çanda neolîtîk weke serdema bi heybet a Proto Kurdan şîrove kiribû. Heta bi modernîteya kapîtalîst Proto Kurdan bi awayekî qewmî di sîstema şaristaniya navendî de weke rastiyeke bi hêz a kurd gav avêtibûn. Komînên ji federasyonên qebîle û eşîrên serdema destpêkê heta bi ceribandinên împaratoriyan rêbazên polîtîk nas kiribûn, nexasim bi sîstema baweriyê ya Zerdeştî forma gelbûnê bi dest xistibûn. Formên pêşî yên kurdan li gorî dema xwe ne paşvemayî bûn, bi roleke pêşeng radibûn. Her çiqasî ev form bi îslama serdema navîn bêne berevajîkirin jî hem ji aliyê zîhniyetê ve hem ji aliyê bedenê ve kurdan formên xwe yên qewmî xurt kiribûn. Her qebîle û eşîr bi qasî misilman bûn ewqasî jî kurd bûn. Her wiha her mezhebî rastiyeke çînî ya diyar îfade dikir. Forma gel an jî qewm, gava pêşî ye ku etnîsîte di nava xwe de dabeş dibe û vediguhere çîna civakî. Eşîr û qebîle hebûna xwe diparêzin, lê destûr didin ku di nava wan de çînên civakî pêk bên. Rastiya etnîk û rastiya çînî di zikhev de ne. Dînên yekxwedayî hinekî jî forma îdeolojîk a vê dizikhevdebûnê, perdeya wê pêk tînin. Çi bi awayekî begtiyên serbixwe bin, çi jî yekeyeke girêdayî sîstema împaratoriyê bin, tebeqeyên jor ên qebîleyan rastiya çînan a bûye navenda desthilatdariyê îfade dikin. Xwe weke elîta serdest a xanedaniyê bi nav dikin.

Di serdema navîn de bi maneya desthilatdariyê ji bo qewman a pirsgirêk ew e, qraltiyeke navendî pêk bînin. Di xet û rêzên Ehmedê Xanî de ev hesret tê ziman. Ereb, fars û tirk jî dilê xwe dibijînin derketina holê ya qraltiyên navendî ango saltanatiyê. Ji bo kurdan jî wer dihesibînin ku qraltiyeke navendî ya kurdan a bi vî rengî pêk bê, kes nikaribe li pêşiya wan bisekine û bi vî awayî pirsgirêk  çareser bibin. Di rastiya qewmî ya kurd a serdema navîn de pirsgirêkeke bi vî rengî heye. Dînamîzmek e ku her diçe hêza wê ya pêngavê zêde dibe îfade dike. Me berê diyar kiribû ku ji beşên xizan ên gel re ên ku ji qebîle û eşîran vediqetin kurmanc tê gotin. Çawa ku li cem ereban bedewî, li cem tirkan tirkmen û li Îranê ecem tê gotin. Kurmanc pêşî li gundan, paşê li bajaran hejmara wan her ku çû zêde bû. Ev kategorî bi firotina keda xwe yan jî kirêkirina wê debara xwe dike. Di çînîbûnê de ev beş tebeqeya jêr a bi heqdest dixebite û tê kirêkirin pêk tîne. Ev bi awayekî proleterbûn e. Nexasim dema ku bi heqdest û kirêkirinê dixebitin weke zehmetkêş an jî karker têne binavkirin. Di nava şert û mercên kapîtalîst de wê ev pêvajo bi leztir bibe. Bi pêvajoya gelbûnê re wê veguherîna ji çanda qebîle û eşîrê ber bi çanda gel ve pêk were. Di nava vê rewşa çandî ya maddî û manewî de wê bigihişta qonaxa pêkhatina netewe.

Tê gotin, bazar netewe pêk tîne. Lê ev fikrek e ku şêwazê pêkhatina rastiya netewe ya bûrjûwa îfade dike û yek ji têgînên şaş ên netewe yên sosyalîzma pêkhatî ye. Di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de du cure rêbazên sereke yên netewe hene. Mirov dikare rêbazan cûrbicûr bike. Rêbaza yekemîn ew e, li ser bazarê divê serdest bibe, ji bo vê jî divê çîtên feodal ango sîstema begtiyê rake, para karê û xistina mal a bazarê zêde bike. Bi vê armancê bi slogana bazara neteweyî radibe. Ji ber ku ev rêbaza netewebûyînê di dema pêşî ya milletperestiya bûrjûwayê de beşekî berjewendiyên hevpar ên herkesî îfade dikir weke hêmaneke pêşdebir a civakê hatiye nirxandin. Di çarçoveya netewe de desthilatdarî û sermayeyê xwe bi rêxistin kirine û vê yekê herdu beş jî bi hêz kirine, lewma dewletdariya netewe xurt destek kirine. Neteweperestiyeke bi vî rengî alîkariya xwe ji neteweperestiya destpêkê re her ku diçe kêm dike û diterikîne. Neteweperestî her ku diçe li ser bazarê û kesên bi heqdestê xwe dixebitin, li ser dezgehdar, dikandar, li ser bazirgan û zenaetkaran vediguhere amûrê îdeolojîk ê zordestî û mêtinkariyê. Duyemîn rêbaza sereke ya netewebûyînê, li dijî hêzên desthilatdarî û sermayeya hundir û derve neteweparêziya demokratîk a tebeqeyên kedkar e. Neteweparêziyeke bi vî rengî hem weke meyleke îdeolojîk, hem jî weke çalakî hewl daye bi bandor bibe. Diyardeyên ji wan re demokrasiyên Ewropayê tê gotin, di bingehê wan de ev bandor heye. Têgîna demokrasiya bûrjûwayê şaş e. Jixwe demokrasiya bûrjûwayê nabe, weke şêwazê dewletekê jî demokrasî hîç nabe. Rewşa li Ewropayê pêk hatî jî mirov dikare wiha îfade bike; tebeqeyên kedkar ên têkoşîna heq meşandin bi yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê re li hev kirin.

Piştî ku hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ên Rojava ketin herêmê, çawa ku li gelemperiya Rojhilata Navîn bû, pêşdeçûna neteweyî ya diyardeya kurd jî ji dînamîkên hundir qut bûye. Ev pêvajoya ku di serê sedsala 19’emîn de bi lez bûye pêvajoyên netewebûyînê çeloxwarî kirine. Hêzên hegemonîk bi destek an jî astengkirinan hewl dane şêweyekî bidin netewebûyînên di nava Împaratoriya Osmanî de û di vê de jî pîvana diyarker berjewendiyên sîstemê ne. Li gorî berjewendiyên xwe neteweyan pêk tînin an jî ditepisînin, heta rê li ber tunebûna wan vedikin. Împaratoriya Osmanî demeke dirêj li dijî netewebûyînê li ber xwe da. Hewl da bi rêbazên netewetiya lihevçêkirî dewam bike. Li gorî rêzê rêbazên hatin ceribandin osmanîgirî, panîslamîzm û pantirkîzm e. Piştî ku ev rêbaz têkçûn û li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk gelek dewletên netewe derketin holê, bi tenê li dawiyê ji neteweparêziya Anatolyayê re zemînekî di cih de ma. Pêvajoya em jê re neteweparêziya komarê û Rizgariya Neteweyî dibêjin rastiya vê pêvajoyê îfade dike. Ev meyla ku dixwazin weke kemalîzmê jî nîşan bidin, me çîroka wê gotibû. Ji dubarekirina wê zêdetir, mirov di çarçoveya neteweperestiya kurd, tirk, cihû û ereb de binirxîne wê bêhtir kêrhatî be û mirov ê baştir jê hîn bibe.

Neteweparêziya Anatolyayê bi pêşengiya Mustefa Kemal weke tevgera rizgariyê bi gewde bû. Di vê de para rastiyê heye. Destpêkê îsyaneke li dijî hêzên hegemonîk kiribû bingehê xwe. Di vê tevgerê de kurd û cihû bi rola damezirîner radibin. Tevî xwediyên erdan û eşrafên kurd, sermayedar û kadroyên elît ên cihû, bi hêmanên milletperest burokratîk ên tirk re hevgirtin. Xiristiyan li derveyî vê hevgirtinê man û bi giranî bûn hedefa wê. Ev hevgirtin di qonaxa damezrandina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de dibe û di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de tê pêkanîn. Di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de (1919-1922) tê tengkirin û dewamkirin. Her çiqasî hin gumanên xwe hebin jî pirraniya rewşenbîr û eşrafên kurd destekê didin vê hevgirtinê. Protokola Amasyayê, Kongreyên Erzirom û Sêwazê, pêkhênerên pêşî yên Meclisa Tirkiyeyê vê hevgirtinê aşkera nîşan didin. Bi Qanûna Reforma Kurd a di 10’ê Adara 1922’an de ev hevgirtin tê xurtkirin. Bi îmzekirina Peymana Lozanê û îlana komarê re qonaxeke nû dest pê dike. Arîşeya Mûsil û Kerkûkê ya bi îngilîzan re dewam dikir, hewl dan bi peymaneke gelekî trajîk a li dijî kurdan bigihînin encamê. Peymana Enqereyê ya bi fransiyan re her çiqasî ji Mîsaq-î Millî paşvegavavêtinek bû û hinekî jî li dijî kurdan û tirkmenên li Sûriyeyê bi encam bûbe jî di asta felaketê de pêk nehatiye. Beşekî Kurdistanê ji Franseyê re hatiye hiştin. Lê ji ber neyêniyên wê yên li ser rastiya netewe ya kurd divê mirov bi girîngî li ser raweste.

Li ser bingehê avakirina Iraqê Kurdistan hat parçekirin û ev bi awayekî aşkera binpêkirina Mîsaq-î Millî bû. Vê bûyerê li parlamentoya Tirkiyeyê û di navbera kurdan de rê li ber tengezariyeke mezin vekir. Ev peymana di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi îngilîzan re hatiye mohrkirin, gelek aliyên wê yên tarî hene. Şert e ku mirov vê peymanê weke destpêka dîroka qirkirina kurdan binirxîne. Çawa ku tê zanîn, Mustefa Kemal di vê mijarê de jî gelekî tengav bûye û di warê hesabdayînê de ketiye zehmetiyê. Bi vê peymanê, dînamît xistine bingeha lihevkirina dîrokî ya kurd û tirkan. Ya rastî, îsyana sala 1925’an a bi serokatiya Şêx Seîd ji bo sergirtina vê xiyanetê hem hatiye provokekirin, hem jî bi awayekî gelekî bêmane bi xwînrijandin û bêrehm hatiye tepisandin. Di vê çarçoveyê de sala 1925’an, ne bi tenê îsyan, bi awayekî rastî dema destpêkirina komplo, xiyanet û qirkirinê ye. Di vê de dîplomasiya Îngilîz û hêmanên cihû bi rola diyarker rabûne. Çawa ku tê zanîn, di vê demê de ji ber ku Fethî Okyar gotiye ‘Ez destê xwe bi tevkujiya kurdan nakim’ ji serokwezîrtiyê hatiye xistin û li şûna wî Îsmet Înonu hatiye wezîfedarkirin. Fethî Okyar ji zarokatiya xwe ve hevalê Mustafa Kemal bû û herî zêde ji wî piştrast bû. Di dema ceribandina Firqeya Serbest de kengî hat dîtin ku serketiye, dîsa ji aliyê Îsmet Înonu ve hatiye xistin. Aşkera ye ku di van salan de bi tenê hêmanên çepgir û îslamî nayên tesfiyekirin, bi awayekî rastî yên weke netewe têne tesfiyekirin kurd in. Wekî din, M. Kemal û koma wî gelekî bêhêz hatine hiştin. Ne ku komareke demokratîk, lê sîstemeke dîktator a tesfiyeker derdikeve holê.

Ji bo rastiya hemdem a kurd û tirk û têkiliyên di navbera wan de rast bêne fêhmkirin, pêwîst e ku pêvajoya komploya 1925’an bi awayekî berfireh were analîzkirin. Îmajeke ‘Atatirk’ heye ku fikra fermî her tiştî pêve girêdide û ev îmaj li Tirkiyê di tevahiya têgihiştinên zîhnî de bi awayekî hegemonîk hatiye bicihkirin. Li gorî zîhniyeta îslamî ya gelekî bi hêz e, ev îmaj serdesttir hatiye kirin. Ev zîhniyeta ku xwe weke neteweperestiya tirk a laîk nîşan dide ji sedî sed diyardeyeke nû ya dînî ye. Laîktî û neteweperestiya tirk weke dînekî pozîtîvîst hatine avakirin. Mînaka herî nêz a vê yekê li Franseyê di salên 1880’î de weke Komara Franse ya Sêyemîn hatiye avakirin û neteweperestiya tirk ev mînak ji xwe re weke model girtiye. Ji vê jî ya girîngtir ew e, di vê avakirina neteweya laîk de ne bi tenê milletperestiya tirk, milletperestiya cihû ya siyonîst jî gelekî bi bandor bûye. Heta di vê avakirina neteweya nû de milletperestiya cihû ya siyonîst di mijarên polîtîka derve, eskertî û rejîma ekonomîk de bi rola pêşeng rabûye. Di dîroka hemdem a Tirkiyeyê de xusûsa herî zêde tê veşartin naveroka vê rolê ye. Beriya Îsraîlê milletperestiya siyonîst li Anatolyayê xwe bi maskeya neteweperestiya tirk ango ‘Tirkê Spî’ serwer û ava kiriye. Proto Îsraîlek mewzûbehs e.

Neteweperestiya tirk a spî di bin rejîma dîktatoriyeke hişk de domandina herdu neteweperestiyan e. Li vir, di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de hêmanên çepgir, îslam û kurd ên di çand û polîtîkayên hundir û derve de hev girtibûn, bi komployan têne tesfiyekirin. Komplo di nava xwe de bi dijwarî û bêrehm hatiye meşandin. Weke hedef kurd hatine hilbijartin, îsyan hatiye provokekirin (Komeke biçûk a jendermeyan dişînin ser Şêx Seîd ê li Pîranê û di şerê li vir de du esker têne kuştin û ev bûyer bi temamî provokasyon e) û di encamê de bi rêbazên bigihîjin qirkirinê kurd ji sîstemê hatine tesfiyekirin û bi ‘hukmê tunene’ hatine hesibandin. Ji koma Mustafa Kemal çar general (koma ji pênc generalên îsyankar) bi dekûdolabên cûrbicûr li derveyî koma elît a desthilatdariyê têne hiştin û bi vî awayî Mustafa Kemal bi tenê dihêlin û bi kurdan re tînin beramberî hev (Ji koma Mustafa Kemal hevalê wî yê herî nêz Fethî Okyar ji ber ku got ‘Ez destê xwe bi tevkujiya kurdan nakim’ kirin ku ji serokwezaretiyê dest bikişîne), beşek ji vê dekûdolabê bi hewldana reşkujiya li Îzmîrê dewam kiriye û bi vî awayî Mustafa Kemal kirine rewşa kesayeteke sembolîk a bi tenê. Heman dekûdolab di tesfiyekirina hêzên çepgir û îslamî de jî hatine gerandin. Li vir, du hêzên diyarker ên xuya dikin, serokwezîr Îsmet Înonu û Serokê Fermandariya Giştî Fewzî Çakmak in. Lê ya rastî, li pişt wan jî hegemonya îngilîz a wê demê û komên sermayê yên di nava wê de rejîma nû çêdikin, pêk tînin û dewam dikin. Yek ji van komên sermayeyê koma cihû ye (ne tevahî) û ji bo cihûyan li welatekî digere. Ji bo li Filistînê welatekî cihûyan bê avakirin, pêşî hewl dane Ebdulhemîd bi kar bînin lê ji ber ku bi temamî weke dixwazin tevnagere darbeya 9’ê Adarê (provokasyona wê) dikin bahane û wî ji text tînin xwarê, dikevin Şerê Cîhanê yê Yekemîn, şertên şer firsendê didin wan ji bo qirkirina ermeniyan, mudaxeleyî Şerê Rizgariya Neteweyî dikin, pêşengiya pratîk pêk tînin, xiristiyanên bi koka xwe rûm ên mayî tesfiye dikin, di dema şer û piştî şer de tevî hevgirtiyên çepgir û îslamî hevgirtiyê stratejîk kurdan tesfiye dikin û bi vî awayî komplo di 1925’an de digihîje serketinê.

Çawa ku tê gotin di sala 1925’an de Mustafa Kemal di asta herî jor de xwedî hêz nîne, ew kirine xwediyê hêzeke sembolîk, ew di dînê nû de rakirine mertebeya xwedatiyê û ew kirine ‘îkon’ekî li Çankayayê mehkûmkirî û kesekî ji perestinê re terikandine. Komploya herî hûrûkûr, nexasim îsyanên kurdan weke firsend hatine dîtin, li dijî naveroka şoreşger a Şerê Rizgariyê (komara demokratîk, Destûra Bingehîn a 1921’ê) û îsyanê yan jî li dijî serokê rastî yê şer Mustafa Kemal pêvajoyek heta dawiyê hatiye meşandin û bi vî awayî raûnda pêşî bi serketî temam bûye. Di vê mijarê de pirsgirêk mezinkirin an jî biçûkkirina M. Kemal Atatirk nîne, divê mirov wî di nava dîroka rastî de bi cih bike û bi vî awayî rola rastî ya kesayeta wî ya ji mîtolojiyê şûştî deyne holê.

Dema mirov pêvajoya 1925-40’î binirxîne divê baş zanibe ku Îngilistan hegemonê dinyayê ye, di Şerê Rizgariya Neteweyî de têk neçûye bi tenê alî guhertiye û ev yek ji bo berjewendiyên sîstemê kiriye. Komar li dijî Îngilîstanê nehat avakirin, berevajî bi alîkariyeke diyarker a Îngilistanê hat avakirin. Bi vê du armancên Îngilistanê hebûn: Yekemîn, di wê demê de Yekitiya Sovyetê çavê xwe berdabû şoreşa dinyayê û dixwest Tirkiye li ser rêya wê ya Başûr di tewazuneke stratejîk de bihêle; duyemîn, ji bo dewleta netewe ya tirk a nû jê re nebe tehlûke dixwest wê di nava sînorên teng de bigire. Peymana Lozanê encama vê nêzîkatiyê ye. Jê û pêve propagandaya erzan a serketinê ye. Li ser komarê kontroleke xurt a Îngilistanê heye. Vê kontrola xwe bi Proto Îsraîlê pêk tîne. Li dinyayeke ev çend hegemonîk bi tenê rewşenbîrên jihevdeketî û kêmaqil ên bûrjûwaya biçûk dikarin behsa ‘serxwebûna temam a komarê’ bikin. Di wan şert û mercan de ne bi tenê li Anatolyayê, li tu devera dinyayê serxwebûneke temam mewzûbehs nîne. Jixwe sîstema şaristaniya navendî ya temenê wê ji pênc hezar salî bihurî karekterê xwe yê hegemonîk bi modernîteya kapîtalîst re mezintir kiriye. Serxwebûn di şertên xweser de bi tenê nisbî dikare pêk bê. M. Kemal Atatirk jî ev şert û merc di nava balansa Îngilistan û Rûsyayê de nirxandine û bi qasî jê hatiye, hewl daye polîtîkaya serxwebûnê bimeşîne.

Eger em heta li Proto Îsraîlê serwext nebin, em ne dikarin damezirandina Komara Tirkiyeyê fêhm bikin û ne jî dewamkirina wê. Lê belê ji bo ev herdu dewletên netewe yên ketine zikhev pêkan bibin û dewam bikin, pêdivî bi ‘ya din’ heye. Ew ‘a din’ jî bûn kurd. Kurd kirin hedef û di vê de berjewendiyên Îngilistanê jî hebûn. Komareke kurd-tirk a Mûsil û Kerkûk jî kiribe nava xwe (li gorî Mîsaqî Millî), wê ji aliyê petrolên Iraqê ve bibe derbeke ciddî li Îngilistanê bikeve. Bi vî awayî M. Kemal Atatirk anîn serê duriyan, ango wê yan komar an jî Mûsil-Kerkûk hilbijarta. Herdu bi hev re nedibûn. Eger herdu bikirana armanc, diviyabû şerê bi hegemonya dinyayê re li ber çavan bigirta. M. Kemal bi qasî ku vê yekê neke realîst bû. Ha ji vê nuqteyê û pêve wê pêvajoya komplo, qirkirin û trajediya mezin a kurd dest pê bike ku heta roja me ya îro dewam dike. Mebest ji tratejiya kurd ev e: Komar ji bo karibe bimîne, neçar dibe Mûsil-Kerkûkê ji Îngilistanê re bihêle. Hiştina Mûsil-Kerkûkê ji Îngilistanê re bi xencerlêdana ser dilê kurdan re yek tişt bû. Komara Tirkiyeyê ya Proto Îsraîl û hegemonyadariya îngilîz ji bo berjewendiyên xwe yên pîroz li qurbanekê geriyane û ew qurban jî bûne kurd. Ya ji vê jî girîntir ew e, trajediya kurd a hemdem ku mirov dikare bi 1925’an bide destpêkirin, bi awayekî bêhtir girankirî heta roja me ya îro bênavber dewam dike.

Di dema Serokkomariya Îsmet Înonu de betoneke stûr rijandin ser rastiya kurd. Piştî salên 1950’î li ser zîhnên mirovan wisa ferz kirin ku ev rastî nabe bikeve ber lêpirsînê û nabe ku weke pirsgirêk bê dîtin. Kirin ku weke tabûyeke rêveberiyên komara tirk bê parastin û kirin weke xeteke sor a polîtîkayên wê. Şaxê neteweyî yê rastiya kurd hê serê xwe dernexistibû qurmiçandibûn û gotin li cih be, bi erdê re kiribûn yek. Kurdistan kiribûn çar parçe û vê yekê qîma wan nedikir, li ser her parçeyî jî polîtîkayên yek ji ya din xirabtir dimeşandin û bi van polîtîkayan hebûn ji hebûntiyê dikirin. Ji lewra mirov rastiya neteweya kurd a piştî 1925’an weke rastiyeke ketiye pêvajoya qirkirinê binirxîne ev ê nêzîkatî û nirxandineke rastî be. Di vê nuqteyê de teza mêtingeriyê kêm e. Bêguman ji hemû aliyan ve mêtingerî tê pêkanîn û meşandin, lê belê kirinên ji mêtingeriyê wêdetir ên bi armanca jiholêrakirina hebûna kurdan mewzûbehs in. Jixwe navê vê jî qirkirin e.

Mirov pirsgirêka kurd piştî salên 1970’î weke pirsgirêka azadiyê binirxîne ji aliyekî ve rast be jî, ji aliyê din ve kêmasiyeke girîng bi xwe re tîne. Ew jî pirsgirêka kurd a hebûnê ye, ango pirsgirêka kurd a ontolojîk e. Jixwe rastiyeke hebûna wê bi îmhayê re rûbirû be, pirsgirêka wê ya pêşî azadî nîne, berê pêşî divê hebûna xwe biparêze û ev yek çiqasî pêkan be, ew û azadî wê di zikhev de pêk bên. Tişta nebe azadiya xwe jî nabe ango tişta hebûna wê tunebe azadiya wê jî nabe. Azadî bi tenê bi hebûnê mumkîn dibe. Xweseriya rastiya neteweya kurd a hemdem di vê nuqteyê de ye. Dîsa ji qirkirinên ermenî û cihû yên di demên nêz de qewimîn cudatir (di van qirkirinan de îmhaya fizîkî li pêş e) di qirkirina kurd de qirkirina çandî (di zêhn de dev ji xwebûnê berdan) li pêştir e. Komeke çandê ya dev ji xwebûnê berdayî, çi fizîkî çi zîhnî pêk hatibe, yan ketiye ber çerxa qirkirinê yan jî pêvajoya wê ya qirkirinê temam bûye. Kurd kirine çar parçe û li ser hebûna her parçeyî bi sedema kirinên cuda yên tesfiyeyê pêvajo (qirkirin) bi awayekî cihê meşiyaye û her parçeyî di asteke cuda de para xwe ji qirkirinê girtiye. Ji ber karekterê qirkirina li ser tê meşandin ev pêvajo hê jî dewam dike. Rastiya kurd a ji vî alî ve, bi dagirkerî, mêtingerî, asîmîlasyon û kokqelandinê re rûbirû ye, divê di çarçoveya vê pêvajoyê de bê nirxandin: Rastiyek e ku dixwazin wê ji kirasê nasnameya neteweyî derxin!

Di roja me ya îro de hewl tê dayîn ku rastiya kurd weke nasnameya kurd bê îfadekirin. Gotina nasnameyê li miqabilî hebûnê tê. Di vê rewşê de xusûsa bingehîn a divê were nirxandin xisletên der barê nasnameya kurd de ye. Mirov kengî dikare li pêkhatina rastiya kurd, bi gotina aktuel nasnameya kurd serwext bibe? Dema ku mirov, çiqasî bi rabihuriyeke dirêj a dîrokî, ewqasî jî bi kirinên xweser ên dema ‘niha’ tevahiya aliyên wê yên dixwazin wê pê ava bikin an jî bikin ji xwebûnê derxin binirxîne, hingê wê lê serwext bibe. Ango wê di warê heqîqetê de bi nirx bibe. Lêgerînên der barê pêkhatina kurd an jî Proto Kurdên nava dîrokê de çiqasî girîng bin, rastiya kurd bi awayekî rojane bi çi cureyên kirinan re rûbirû ye ewqasî girîng in. Ji ber ku me hewl dabû em têkiliya di navbera dîrok û niha de analîz bikin, ez ê dubare nekim. Lê divê mirov ji bîr neke ku mirov di nava dîrokê de li rastiyê negere, tu diyardeya civakî bi tenê bi rêbazên analîtîk ên rojane nayên nasandin û eger li derveyî dîrokê bêne nirxandin wê rastiyên civakî gelekî kêm bimînin û şaş bêne fêhmkirin. Ji ber vê sedemê, her rastiya civakî ya em dinirxînin, em timî wê di çarçoveya dîroka wê de lêdikolin.

Her çiqasî min lêkolîna me ya dîrokî bi awayekî pêşnûme kiribe jî ez yeqîn dikim ku min bi awayekî berfireh kiriye. Em hewl bidin rastiya kurd an jî bi gotineke din nasnameya kurd, li gorî rojanetiyê ango dema niha bi rêbaza analîtîk analîz bikin.

Nûçeyên Têkildar