Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Di rêveberiya R.Erdogan de destê DYA û Ingilîz

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Piştî hilbijartinan, di destnîşankirina nuh a koma/ekîba rêveber a R.Erdogan de zelaltir hat dîtin ku yekser DYA, Ingiliz û hevbendiya wan çawa dest avêtin e, him hilbijartinan û him jî rêveberiyê.

Di hilbijartinan de li ser, çendîn zordarî û sixtekerî û lîskên teknîkî hatine bikaranîn pir gotin û şîrove hatin kirin. Bêgûman, ev hilwest û kiryarên neyînî yên li ser encamên hilbijartinan, ji aliyê hêzên dervê yên mijara gotinê û dewleta tirk, bi hev re koordineyî hatine meşandin.

Îca, di aşkerekirina rêveberiya nuh de, xebata vê koordinasyona hevkar û bi giranî jî, destê hêza hegemon(eqlê jor) hîn xurtir hat xuya kirin.

Ev destê derve, hema yekser mirov dikare di mînaka erkdarkirina Ibrahim Kalin, Mehmet Şimşek, Yaşar Guler, Cevdet Yilmaz û hwd. de aşkere bibîne.

Ji bo Mehmet Şimşek gelek gotinên berovajî hetin kirin. Xwedêgiravî, R.Erdogan li ber wî digeriya, da ku wî qani bike û wî erkdar bike.

Lê naxêr. Rastî berovajî ye; ji aliyê Ingilistanê û DYA’yê, weke erkdar/misyoner hatiye şandin û R.Erdogan, bêdilî xwe, ew ji neçarî qebûl kiriye û herwiha bi karê giring ê Xezînê û Darayî erkdar kiriye. (Nebati jî, bêhemdî xwe Mehmet Şimşek weke mirovê Înglîz nîşan dabû, Receb jî di dema wezîrtiya wî ya kevn de gelek peyvên xerab ji bo wî gotibû)

Mînaka dudan a balkêştir û hinek jî veşirtî, erkdariya Ibrahim Kalin e!

Ev kes, weke tê zanîn ji demek mêjve berdevkê(kontrolorê) R.Erdogan bû. Niha jî, di dewletekê de karê herî giring û jiyanî yê istixbaratê(MIT’ê) dan destê wî.

Xala balkêş û girng jî ev e ku ev erkdarê ‘mezin’, berî hilbijartinan du caran li pey hev(meha Adar û Nîsanê), bi tena serê xwe çibû DYA’yê. Jixwe berê jî, hemû caran li gel R.Erdogan, mîna çavderê wî beşdarî hemû hevdîtinên giring dibû; bi taybetî jî hevdîtinên rayedarên bilind ên DYA’yê, Israil û Rûsyayê û hwd.

Ma gelo nayê zanîn ku di dewletekê de du qad û qonaxên herî giring û bingehîn: Xezîne-Maliye û Agahî(istixbarat) ye!

Li gel van her du erkdariyên giring û misyonerî, bêgûman qada leşkerî û siyasî jî giring e. Ji bo karê leşkerî Yasar Guler erkdar kirin ku ev kes jî, li gel Hulusi Akar mirovekî wan ê kevn e û di wê senaryoya bi navê derbeya FETO ya 15-16’ê Tirmeha 2016’an de, rolên xwe weke dihat xwestin lîstibûn!

Her wiha ji bo qada siyasî jî, bi erkdariyek balkêş Cevdet Yilmazê “kurd” mîna cigirê R.Erdogan nîşan dan. Ev erkdariya, dibe ku her weke caran, mijarek asayî were dîtin. Lê naxêr, ev qad, ne bi tenê ji bo Tirkiyê an ji bo bakûrê Kurdistanê bi tenê ye. Belê yekser ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û bi vêya ve girêdayî objektif têkildarî mijarên her çar dewletên dagirker; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ye. Li gel van her çar dewletan, ev mijar û ev qad yekser têkildarî hemû pirsgrêkên welatên herêmêne jî.

Jixwe divê ev jî, ji nedîtî ve neyê dîtin ku, van dewletên hegemonên cihanê yên mijara gotinêne, bi taybetî li herêmê û bi giştî li cihanê, di nava hewldana dizaynek mezin de ne û ev mijara ku bahsa wê hat kirin jî bi vê mijara mezin ve girêdayî ye.

*  *  *

Hema yekser divê behsa Îranê were kirin. Bi taybetî DYA’yê, ji mêjve ye, dixwaze dewleta tirk li dijî Îranê bide şerkirin!

Heta niha biçûk be jî hinek kelem li pêşiya daxwaza DYA’yê hebûn. Lê niha ne “dewleta kûr” ne jî hêza ‘kemalistan’ heye ku bibin asteng.

Hema hema mirov dikare bêje, biryar hatiye standin ji bo êrîşa li dijî Îranê û ji aliyê R.Erdogan ve jî hatiye pejirandin. Jixwe li aliyê din; li rojhilatê Îranê jî Talîbanên Efxenistanê û Pakistanê jî tên amade kirin ji bo vê planê!

Ji têkiliyên Îranê û Tirkiyê yên vê dema dawî jî, nîşanên nexweşiya navbera wan tên der. Her wiha, bi taybetî ji têkilî û peywendiyên dîplomasiya Îranê yên van mehên dawî, li gel hinek dewletan, vê nakokî û nexweşiyên navbera tirkî-îranê bêhtir radixe ber çavan.

Li gel xurtbûna têkiliyên bi Iraqê re, niha nexasim geşkirin û xweşkirina têkilî û peywendiyên Îranê li gel dewleta Erebistana Siûdî û bi saya Siûdî, firehkirin û xurtkirina têkiliyên li gel dewletên Kendavê û hwd., rê li ber diplomasî û bazirganiya R.Erdogan tengav dike.

Her wiha, ew propaganda ji bo lihevhatina li gel Sûriyê ya berî hilbijartina dikir jî, wisa diyar dibe ku derew bû. Jiber ku li rex Îranê, Sûriye jî li gel dewletên ereb, navbêna xwe sererast dike û berî çend rojan, B.Esed li Ciddeya Siûdiyê beşdarî Civîna Bilind a Komkara Erebî bû.

*  *  *

Ji bo ku 4 kesên kurd (bi taybetî jî cîgirê xwe Cevdet Yilmaz) jî xistiye koma xwe ya rêveber, gelek gotin tên kirin.

Ev jî mijarek giring e, jiber ku ne bi tenê çar erkdarên bilind e. Têkilî û peywendiyên li gel Malbata Berzanî(Nêçîr, yek ji kesê ewil bû ku R.Erdogan pîroz kir û çû merasima serkeftina wî) û beşdarkirina parlemenê ya HUDA PARê û hwd., nîşanê hilwestek berfirehtir a li dijî Tevgêra Azadiya Kurdistanê yê.

Ev siyaset û projeyek alternatif a mezintir e li himber Tevgêra Azadiyê ye; him di asta çar parçeyê Kurdistanê de him jî li seranserî Rojhilata Navîn û cihanê.

Ev ewqas amadekariyên mezin, ne ji xurtbûnê tê, berovajî, ji lawazî û tirsa dijberî(alternatîfê) xwe tê.

Hilbet divê her hêz, li goreyî van şerd û mercên nûjen xwe amade bikin û tevbigerin.

Her wiha mijarek gelek girîng û pêdivî jî ev e ku; ji bo vê pêvajoya hilbijartinan, divê her hêz karibe aşkere, zelal, bêdudilî, bi rastî û durustî xwe rexne bike û ji kêmasiyên xwe dersan derbixin.

Nûçeyên Têkildar