Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

‘Di rewşa heyî de ji bo Sûriyeyê çareseriyek xuya nake’

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di civîna Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de axivî. Di civînê de bi sedan endamên saziyên sivîl jî amade bûn.

Îlham Ehmed anî ziman ku aloziya Sûriyeyê didome û ji bo demekî kin jî çareseriyek xuya nake. Ehmed wiha domand: “Em di pêvajoya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê re derbas dibin. Ne ji bo Sûriyeyê û ne jî ji bo Rojhilata Navîn ji bo demekî kin çareseriyek xuya nake.”

Bi domdarî jî Ehmed qala vîrûsa koronayê kir û wiha domand: “Ji ber belavbûna şewbê gelek dewletan ziyaneke mezin dît. Pergalên tenduristî û aboriyê têk çûn. Vê jî bandor li hemû aliyên jiyanê kir. Sedema sereke ya belavbûna vîrusê jî pergala cîhanê bi xwe ye. Li hêla din pergalên li Rojhilata Navîn li ser bingeha neteweperestiyê hatine avakirin. Guhertina wan nebe nabe ye.”

Cezayên li dijî rejîmê

Di berdewamê de jî Ehmed bal kişand ser cezayên aborî yên ku dê li Sûriyeyê bên birîn û wiha pê de çû: “Her çiqas ceza li rejîmê bên birîn jî, yên ku herî zêde ziyanê dibînin gel bi xwe ye. Hewl didin bi vê rêbazê rejîma Sûriyeyê neçarî qebûlkirina çareseriya siyasî bikin. Berpirsiyariya vê yekê rejîm e û divê çareseriyê qebûl bike.”

Armancên dewleta tirk

Herî dawî jî Îlham Ehmed behsa armancên dewleta tirk kir û wiha derbirî: “Dewleta tirk dixwaze Sûriyeyê parçe bike. Dema ku dîtî çeteyên wê nikarin planên wê pêk bîne, raste rast derbasî Cerablus, Bab û Efrînê bû û ev herêm dagir kirin. Xwest projeya me têk bibe. Tirkiye îdia dike ku yekitiya xaka Sûriyeyê diparêze. Lê rastî berovajî vê ye. Dibistanên tirkî vedike, demografyayê diguherîne û bi vê yekê re jî Sûriyeyê parçe dike.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar