Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, di roja 114’mîn de didome. Di roja 114’emîn a berxwedana Guven de bi hezaran girtî ketin grevê
Berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 114’mîn de, didome. Guven, dema di 8’ê mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bernade. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir di 12’ê çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 deqe hevdîtin hat kirin. Guven diyar kir ku bi dîtina 15 deqeyan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê çileyê de hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 114 roj in bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.
Bi hezaran çalakger li ber xwe didin
Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 101’emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 75’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî di roja 76’emîn de berdewam dike. Heta roja îro li 67 girtîgehan zêdetirî 331 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bûn. Lê belê herî dawî jî li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya bi daxuyaniyekê aşkera kiribû ku dê ji 1’ê adarê ve yanî îro li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hemû girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Di çarçoveya vê daxuyaniya Denîz Kaya de îro li hemû girtîgehan girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. AMED