Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest şahiya aştiyê li dar bixe. Lê Walîtiya Êlihê destûr neda şahiyê
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest li Kolana Gulistanê şahiya aştiyê li dar bixe. Lê bi hinceta biryara Walîtiya Êlihê ya qedexeya çalakiyan heye destûr neda şahiyê.
Platforma ku rastî astengiya Walîtiyê hat, li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û nûnerên Platforma Demokrasiyê, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz û gelek kesên din amade bûn. Dema Platformê daxuyanî da, polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir. Hevserokê SES’a Êlihê Denîz Topkan, daxuyanî da û helwesta walîtiyê şermezar kir. Topkan anî ziman ku ji bo daxwaza aştiyê bînin ziman û biryara walîtiyê şermezar bikin li vir in.
Wekilê Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Îkram Îrgî jî daxuyanî xwend û qedexeya şahiyê şermezar kir. Îrgî, xwest hemû kesên demokrat û xwedî wîcdan li dijî şer derkevin û li aştiyê xwedî derkevin. ÊLIH