Rojnameger Cevdet Akgun di 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin de ket girtîgehê. Akgun ji ber 5 meh cezayê wî yê girtîgehê hat erêkirin ket girtîgehê
Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Rojnameya Halkin Sesî Cevdet Akgun, piştî cezayê wî yê 5 mehan hat erêkirin, di 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin de ket Girtîgeha Baycuma ya Zonguldakê. Akgun anî ziman ku ji ber wî nûçeya ‘Parêzerê Bank Asya bê ezmûn bû hekîm’ çêkir rastî 5 meh ceza hat. ENQERE