Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Di rojên qedexeyan de wêneyê xizanî û dewlemendiyê

Di 17 rojên qedexeyên derve yên li dijî belavbûna vîrûsa koronayê de wêneyên li Rihayê hatin kişandin, rewşa xizanî û dewlemendiyê radixe ber çavan

Hikûmeta AKP-MHP’ê di çarçoveya tedbîrên li dijî belavbûna vîrûsa koronayê de di navbera 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê qedexeya derketina kolanan îlan kir. Qedexe didomin, lê karker û kesên rewşa wan xizan neçar in di şertên herî xerab de kar bikin. Li gorî daneyên Saziya Venêrtin û Guhertina Bankavaniyê (BDDK), li Tirkiyeyê hejmara kesên milyoner di sala şewbê de ji sedî 35 zêde bûn. Hejmar derket 332 hezar û 94 kesan. Li Rihayê bi destpêkirina qedexeya kolanan re cudahiya kesên xizan û dewlemend betir hat dîtin.

Li Rihayê kesên dixebitin, betir ji kesên 18 salî û kêmtirî 18 salî pêk tên. Tevî şertên giran û qedexeya derketina kolanan neçar in li derve di şertê zor û karên giran de bixebitin. Li Qada Ataturk a Navçeya Xeliliyê ya Rihaye wêneyên hatin kişandin rastiya qeyrana Tirkiyeyê nîşan dide. Welatiyên rewşa wan baş li malên xwe ne, lê kesên xizan neçar in di şertên vîrûsê de li kolanan kar bikin.

Ji ser sergoyan sebze û team kom dikin

Li Duriyana Abide li tenişta otela herî luks, 2 kesên xizan ji konteynira çopê sebze û team kom dike. 2 birayên temenê wan 13 û 20 salî ku ji Sûriyeyê hatine û li Rihayê dijîn, ji bo xwarinê bibin mal, fêkî û team ji ser sergoyê kom dikin, dixin poşetan û dibin malê. Lê li aliyê din jî kesên tên vê otelê şevekê 320 TL û 520 TL heqê otelê didin. 2 birayên penaber di heman demê de ji konteyniran kartonan kom dikin û debara xwe dikin. Penaber ji her 10 kîlo karton tenê 15 TL qezenç dikin.  Penaberên rojê 10 saetan kartonan kom dikin, rojê nêzî 45 TL qezenc dikin.

Li tenişta Gola Masiyan jî disa jinek penaber zaroka xwe xistiye selika fêkî û xistiye çûwalê kartonan. Dayika ku ereboka telisê çopê li pişt xwe kaş dike, zaroka wê ji di ereboke de li pey wê dikişîne. Dayika ku tevî zaroka xwe kartonan kom dike, li nava kolanê digere û kartonan kom dike. Li aliyê din dîsa 3 zarokên din li heman kolanê li ber çavan dikevin û ew ji kartonan kom dikin. Li navçeya Xelîliye ya Rihayê zarokên penaberan ku li kolanan kartonan kom dikin û ji ser sergoyan fêkî û teamên avêtî kom dikin û debara xwe dikin pir zêde bala mirovan dikişînin. Dîsa li tenişta Mizgefta Mezin jî heman dîmen derdikeve pêşberî mirov. Li vir jî du erebok li pişt 2 dayikan e. Li gel wan 5 zarok hene. Dayik tevi zarokên xwe kartonan kom dikin.

Li qada Topçu jî dîsa zilamekî temenê wî 50-60 salî wezn daye pêş xwe û li bendê ye welatiyek bê xwe biwezinîne û bi vî pereyê weznê debara xwe bike.

Dîsa li heman qadê karkerên înşaetê tevî qedexeyan karê înşatê dikin. Karker bêyî tedbîr bên girtin xebatê dikin. Li aliyê din karkerên zarok li tenişta Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihaye (ŞUTSO) ya berê plastîkan kom dike. Li taxa Kamberiye jî disa heman dîmenên welatiyen penaber ku li kolanan kar dikin bala mirovan dikişîne.

16 wêneyên ku li qadê hatin kişandin, rastiya mirovên xizan penaber a di qedexeyê de tîne pêş çavan. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar