Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di sala 2020’an de têkoşîna jinan

Em hatin dawiya sala 2020’an. Ev sal ji bo tu kesî ne wek salên berê bû. Jiyana me hemûyan bibandor bû. Tekiliyên me kêm bûn em ji hev dûrketin.  Şahiyên me bi hev re pîroz dikirin hatin astengkirin. Şîn zêdebûn û tazî bi peyaman an jî bi telefonan bûn. Bi kurtî jiyan di sala 2020’an de di hêla tekiliyên civakî de gelek tengav bû.

Vîrûsa koronayê her çiqas li me bandor kiribe jî jinan tekoşîna xwe hem li Kurdistan hem cîhanê domand. Jinên kurd û yên cîhanê dîsa li kolanan bûn ên nikarîbûn dakevin qadan mafê xwe li ser tora civakî xwestin û tekoşîna xwe li wir domandin.

Dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet û bi hişmendiya xwe ya mêr/dewlet, tundî, tacîz û tecawizê dîsa kir meriyetê di sexşê jina kurd de xwest kurdan bênirx bihêle û tune bike, lê jinên kurd yên jiyana hovên wek DAIŞ’ê tengav kiribûn îjar ketibûn xewên wezîrê karên dervê yê Tirkiyeyê. Jinên kurd xewên wî direvandin, ji ber vê sedemê bû ku wisa hovane êrîşê jinan dikir.

Ne tenê li Bakur li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat berxwedan û tekoşîna jinên kurd domand û wê bidomîne, heta jinên kurd, gelê kurd azad bibin.

Hem li Kurdistanê hem li cîhanê gelek bûyer qewimîn. Ez ê di vê nivîsa xwe da hewl bidim bûyerên di vê salê de qewimîn binivîsim.

Rojava

Li rojavayê Kurdistanê, cih û warên jinên pêşeng, tekoşer û şoreşgeran, jinan tekoşîna xwe ya azadiyê di sala 2020’an de jî berdewam kir.

Dewleta tirk a rûreş jinên pêşeng ji xwe re kir armanc û di 23’yê hezîranê bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Helince yê Kobanê kir. Di vê erîşa hovane de 3 jin hatin qetilkirin, yek ji wan Koordinasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî bûn.

7’ê tîrmeha 2020’an Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan a Sûriyeyê ji bo kujerên Hevrîn Xelef werin cezakirin dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Navendê ew îmzeyên komkirin, pêşkêşî dadgeha navneteweyî kirin. Hevrîn Xelef sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bû û di 12’ê cotmeha 2019’an de ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve, bi plankirî hatibû hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû.

Jinên Rojava kar û xebatên xwe di dema pandemiyê de jî bênavber domandin. Meclisa jinan a PYD’ ê di 4’ê îlonê de bi dirûşma “kuştina jinan rawestînin” pêngaveke ragihand.

8’ê cotmehê Kongra Starê dest bi pêngava “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” kir. Kongra Starê meşên dirêj li hember tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist. Di 22’yê Cotmehê de Kongra Starê kongreya xwe ya 8’an li dar xist û di vê kongreyê de Remziye Mihemed bû berdevka giştî ya Kongra Starê.

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî jin li dijî zilm û faşîzma dewleta tirk li kolanan bûn. Jinan bi pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” dest bi salê kir. Gulistan Doku bixwe xwendakara zanîngeha Munzûrê ya Dersimê bû û ji 5’ê çileyê ve wenda ye û hîn jî der barê wê de tu agahî tune ye. Hewildanên jinan ji bo daxwaza lêpirsîna Zeinal Abarakov ji hêla dewletê ve wek bûyerên din nehat qebûlkirin.

Rêxistin û meclisên  jinan  kar û xebatên xwe wiha domandin:

18’ê çileyê Meclisa Jinan a HDP’ê konferansa xwe ya 3’an li Enqereyê li dar xist. Konferans bi slogana “Em di azadiyê de bi israr, di têkoşînê de bibiryar in” dest pê kir. Konferans bi tevlîbûna 300 delegeyan du roj kudiya. Di encamnameyê de hate gotin, “Herêm û welatê bi kurjerî û şer dorpêçkirî ye. Konferansa me tespîta wê yekê kir ku hêzên sermayeya global û dîktatorên herêmê yên statukoparêz ên li pey têkoşîna hegemonyayê ne, ji bilî zext, zilm, tundî, komkujî, serdestiya mêr û şer tiştekî din pêşkêşî jinan nakin. Yek ji alternatîfên çareseriyê li ber me ye, modela Rojava ye ku barbariya DAIŞ’ê û hêzên herêmê yên emperyal têk birin û bi şoreşa jinê, destûra bingehîn a jinê, meclisên jinê, akademiyên jinê û hêzên xweparastinê yên jinê civaka serdestiya mêr veguhert.

1’ê sibatê Tevgera Jinên Azad TJA‘yê konferansa xwe li darxist. Konferans bi tevlîbûna 700 delegeyan bi dirûşma, “Em jin in, em ji bo azadiya xwe hene, em li ser piyan in” pêk hat û Ayşe Gokan wek berdevka TJA´yê hat hilbijartin.

8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê tevî hemû astengiyan li qadan hat pêşwazîkirin. Bi pêşengiya TJA’yê li Wan, Çolemêrg, Mêrdîn, Amed, Riha û Êlihê belavok hatin belakirin çalakî hatin lidarxistin.

3’ê nîsanê endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek di roja 288‘an a çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê di bin zilma dewletê de hat veşartin. Hêlîn Bolek tevî hevalê xwe Îbrahîm Gokçek, bi armanca şermezarkirina zext û fişarên li ser koma muyzîka wan, li Dêrsimê Meydana Seyîd Riza dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn. Endamên koma muzîkê dixwestin qedexeya konserên li ser koma wan were rakirin û qedexeyên li ser Navenda Çanda Îdilê bi dawî bibin.

4’ê hezîranê meclisa Tirkiyeyê wekîltiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven xist.

26’ê hezîranê endama TJA‘yê Sevîl Rojbîn Çetîn li Amedê bi îşkenceyê hat binçavkirin. Dema binçavkirinê polîsan bi kûçikan îşkence lê kir. Rûniştina çaremîn a doza hevşaredara navçeya Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn a qeyûm danîn şûna wê û hevşaredara navçeya Artemêtanê ya berê Rojbîl Sevîl Çetîn ku ji ber karên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi rê ve birine û bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin 24 kanûna 2020´an hat lidarxistin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hat lidarxistin û her du hevşaredar jî bi rêya dîmen û deng ji girtîgehên lê girtî ne beşdarî rûniştina dozê nebûn. Şandeya dadgehê biryar da ku hevşaredar girtî bimînin û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de danişînê taloqî 11’ê adara 2021’ê kir.

14’ê tîrmehê Erdogan biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê da. Rexistinên jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna xwe ya li hember vê biryarê kirin yek û vekişandin qebûl nekirin. Rejîma AKP‘ê bi vê gengeşeyê hewl da ku mêran wêrek bike û kuştin, tacîz tecawiz û şîdetê normalîze bike.

Dewleta tirk rêbazên xwe yên şer li Kurdistanê bi tacîz û tecawizê didomîne. 16’ê tîrmehê jî çawişê pispor ê dewleta tirk Musa Orhan dest avêt Îpek Er a 18 salî. Îpek Er li ser vê bûyerê xwe kuşt, lê Orhan nehat girtin an jî cezakirin, dadgehê daneşîn taloqê 25´ê sibata 2021´ê kir. 27 ‘ê tîrmehê jî nûçeya qetilkirina Pinar Gûltekin li ajansan hat weşandin. Pinar Gultekin ji hêla Cemal Metin ve bi hovane hatibû qetilkirin.

28’ê tebaxa 2020’an Parêzer Ebrû Tîmtîk di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Parêzer Ebrû Tîmtîk a ji bo darizîneke bi adilane di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bi cubeyê parêzeriyê spartin axê.

15’ê îlona 2020’an Tevgera Jina Azad-TJA li Amedê starta kampanya “Em xwe diparêzirin” da. Ev kampanya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, erîşên li ser zimanê kurdî, tacîz, tecawiz û siyaseta qirkirinê hat destpêkirin û wê heta 8’ê adara 2021’ê bidome.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Jinê, jinên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî şîdetê daketin qadan.

Di meha dawîn a salê de dîsa dewleta tirk jin û zarok kirin hedefa xwe. 5’ê kanûnê li gundê Hîsar ê Kercewsê 27 kesên di nav de çawişên pispor, polîs, cerdevan tecawizê zarokeke 15 salî û 2 jinên din kirin. Çanda tecawizê ya dewleta tirk û polîtîkayên şerê taybet ji hêla sazî, siyasetmedar, hunermendan û saziyên civakî ve li ser tora civakî bi hashtag a #LiKercewsêÇiDiqewime,  hat şermezarkirin.

8’ê kanûna 2020’an jinan li ser ser twîtterê ji bo teşhîrkirina nivîskar Hasan Alî Toptaş hashtaga #BilaXweliWeBiherime dan destpêkirin. Jinan li ser tora civakî kesên  tacîzker û tecawizker îfşa kirin.

21’ê kanûna 2020‘an dewleta tirk 22 sal cezayê zindanê da hevseroka KCD’ê Leyla Guven. Polîsan şeva 21’ê kanûnê Leyla Guven  binçav kir û şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa E ya Xarpêtê.

Ewropa

Jinên kurd li Ewropayê jî sala 2020’an kar û xebatên girîng kirin. Yek ji van jî kampanyaya TJK- E´yê ya bi navê  “100 sedem ji bo darizandina dîktator” bû.  Kampanya 25’ê Mijdarê dest pê kir û wê heta 8’ê Adara 2021’ê bidome. Jinên ciwan 25’ê çileyê kongreya xwe li dar xist. Jinên kurd bi pêşengiya TJK-E‘yê di salvegera komploya 15’ê Sibatê de li qadan bûn. 8’ê Adarê jinên kurd bi pêşengiya TJK-Ewrûpayê tevî sazî û jinên ewropî li qadan bûn. 8’ê tîrmehê Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer TEKO-JIN hat ragihandin.

7‘emîn Festîvala Sakîne Cansiz 16’ê tebaxê li bajarê Swîsre Zurîhê bi dirûma “têkoşîna jinê ber bi sed-sala jinê ve” hat lidarxistin.

30’yê tebaxê yekitiya Jinên Kurd a Almanya-YJK-E‘yê li bajarê Darmstadtê 3‘emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de peyamên mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn.

9’ê cotmehê bi pêşengiya Tevgera Kinên Kurd a Ewropayê li Bruksel û Strasboûrgê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. Di çarçoveya pêngava KJK û KCK’ê de li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê pêk hat û 19’ê cotmehê aktivîstên TJK-Ewropayê çalakî dewr girt.

Rojnamevanên Jinên Kurdistanê ROJIN‘ê li Belçikayê 5’ê kanûnê konferansa xwe ya 2’yemîn li dar xist.

Cîhan

Jinên cîhanê li hember pergala kapîtalîst û mêrserdest tekoşîna xwe xurt kir û deskeftiyên girîng bi dest xistin.

21’ê çileyê li Amerîkayê, di çalakiyên “Women’s March” de, jin li dijî zayendperestiya Donald Trump, daketin qadan. Wekî din jinan li Amerîkayê nehişt Donald Trump careke din bibe serokê Amerîkayê.

Li Yewnanistanê cara yekem jinek bû serokomar. Di hilbijartinên 22’yê çilê Katerina Sakellaropoulou ya 63 salî, bû yekem serokomara jin li Yewnanistanê.

30’ê çilyê hikûmeta Şîliyê bi saya têkoşîna jinan qanûneke nû derxist ya cezayên kujerên jinan giran dike.

9’ê sibatê  li paytexta Hindistan Delhiyê bi sedan kes ji bo wekheviya zayendî daketin qadan.

Li Sûdanê sinetkirina jinê hat qedexekirin. Li Zelandaya Nû  û Arjantînê qedexeya li ser kurtajê rabû.

Li Koreya Başûr partiya jinan hat avakirin û 8’ê Adarê xwe wek Partiya Femînîst ragihand. Pîştî vê 15’ê adarê Partiya Femînîst serbixwe beşdarî hilbijartinan bû.

17’ê cotmehê li Zelandaya Nû di hilbijartina ji bo hikûmetê de partiya serokwezîr Jacinda Ardern bi ser ket. Di qabîneya Ardern de gelên xwecihî jî cih girtin. Yek ji wan jî wezîra karê derve Nanaia Mahuta ye.

Li Erebistana Siûdî wezareta parastinê  di nav artêşê de yekîneya jinan ava kir.

Astronot Christina Hammock Koch 6’ê sibatê piştî 328 rojan li Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî bi rekora herî bilind vegeriya cîhanê.

1’ê mijdarê li Moldovyayê hilbijartina serokomariyê çebû. Maia Sandu di tûra duyem ya 15’ê mijdarê de bi ser ket û bû serokomara vî welatî.

25-26’ê mijdarê li Bolîvyayê wezareteke nû ya bi navê “Wezareta li dijî serweriya mêr” hat avakirin. Sabîna Orellana ku ji tevgera cotkarên niştecihên Bolîvyayê ye, weke seroka wezaretê hat hilbijartin.

Jinan cîhanê îsal ne tenê bi bûyerên tiştên baş derbas kirin gelek bûyerên xerab jî hebûn. Yek ji wan bûyeran Kimia Alisadeh Zenoozi bu. 12’ê çileyê lîstikvana tekvandoyê Kimia Alisadeh Zenoozi ya xwedî madalyona bronz, ji ber durûtî û bêedaletiyê welatê xwe Îranê terk kir.

Li Meksîkayê ji bo jina 25 salî Ingrid Escamilla Vargas ku ji aliyê hevalê xwe ve hatibû qetilkirin jin daketin qadan û ev bûyer protesto kirin. Meha gulanê, cenazeyê parlamentera meksîkî Francis Anel Bueno Sanchez ya meha nîsanê ji aliyê kesên çekdar ve hatibû revandin hat dîtin.

10’ê tîrmehê li seranserê Fransayê jin li dijî wezîrê karê hundir Gerald Darmanin ku bi sûcê tecawizê hatibû darizandin daketin qadan û ew protesto kir.

Hikûmeta muhafezekar a Polonyayê bi îdiaya “parastina malbatê” xwest  ji Peyama Stenbolê xwe vekişîne, lê li hember vê hewildanê gelê polonî çalakî li dar xist heta qedexeya kurtajê hat sekinandin.

28’ê tîrmehê li gelek eyaletên Amerîkayê bi sedan kes daketin qadan û ji bo teknîsyena Breonna Taylor ku 23’ê adarê ji hêla polîsan va hatibû kuştin edalet xwest.

Li Afganistanê 10‘ê kanûnê rojnamevan û aktîvîsta mafê jinan Malala Maiwand bi sûîkastê hat kuştin.

Jin wê di sala 2021‘ê de jî tekoşîna xwe ya li hember tundî, tacîz, tecawiz, tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bidomînin heta mafê xwe û azadiya xwe bi dest bixin.

Nûçeyên Têkildar