Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di sala 2021’an de li 7 parzemînan berxwedana jinan

Li seranserê cîhanê jin îsal li qadan bûn. Jinan li dijî tundiya mêr-dewletê bi berxwedana xwe bûn hêz û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê

Li cîhanê 2021’ê de jin li qadan bûn. Ji Tunusê heta Amerîkayê, ji Îranê heta Arjantîn, Afganistan û Cezayirê  jinan ji bo mafên xwe û mafên hatin xespkirin têkoşiyan. Jinan li dijî pergala kapîtalîst, pergala netew-dewlet, tundî, tecawiz, şer, newekhevî û hilweşîna aborî çalakiyên xwe meşandin û dengê xwe bilind dikin.

Jin xwe amade dikin ku bi awayekî xurt bikevin sala 2022’yan. Ajansa Jinnewsê ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê, ji Asyayê heta Ewropayê têkoşîna jinan a salekê parve kir.

  • Çile

Li Îranê qanûna ku 10 sal in tê xwestin ket meriyetê. Li welat bi awayekî fermî nehat îlankirin lê di rûpela hikûmetê de li gorî agahiyan tundî, heqeret, kuştin û tecawiz sûc hatiye qebûlkirin.

Li Arjantînê ji 1920’an heta niha, kurtaj ji bo ducaniya di encama îstîsmara zayendî de hatiye jiyîn an jî jiyana jinan di xetereyê de bûna destûr dihat dayîn. Serokomar Alberto Fernandez di meha çileyê de qanûn erê kir û bi vê re kurtaj fermî bû. Bi vî awayî heta hefteya 14’an beyî şert destûra kurtajê hat dayîn.

Li Porto Rîko hefteyê herî kêm jinek di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dida. Li dijî vê OHAL hat îlankirin û di qanûnan de çûn guherînê. Di danezana hat weşandin de ji bo parastina jinan komîte hat avakirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê  biryar dabû ku kurtajên di rewşa ku fetus bi qusur re, tê kirin de li dijî destûra bingehîn e. Li dijî biryarê bi hezaran jin li Varşovayê daketin kolanan. Li ser bertekan jinan qanûn hat taloqkirin. Lê hikûmeta Polonyayê qanûn di rojnama fermî de weşand û got ku kurtaj bi giştî qedexe ye.

Ji 1991’ê heta niha li Somaliyê ku şerê navxweyî heye, jinan li ber xwe dida ku di parlamentoyê de cih bigirin. Bi vî awayî li welat kota hat pêkanîn û ji sedî 30 kotoya jinan hat avakirin. Lê rêxistinên jinan gotin ku vê bikin bin ewlehiyê û diyar kirin ku wiha gotin kota qels e.

  • Sibat

Jin di vê mehê de li ser pêya bûn û beriya 8’ê Adarê li Belçîkayê jinan ji bo keda jinan bê dîtin gotin dê di 8’ê Adarê de bikevin grevê.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî  ji serokê Dadgeriya Îranê  re der barê girtiya siyasetmedara kurd Zeynep Celaliyan ku di şert û mercên tecrîd û îşkencê de tê girtin, name hat şandin û di nameyê de hat gotin ku bila şert û mercên wê bên başkirin û bê berdan.

Li Kuveytê jinan li ser çapemeniya civakî li dijî tacîzê dengê xwe bilind bikin.  Bi dehan jinên ku rastî tacîz û êrîşê hatibû li ser çapemenya civakî ‘Em bêdeng namînin’  yanî bi erebî ‘Lan Asket’ parvekirin kirin.

Di Sibatê de ji bo 8’ê Adarê, Tora Têkoşîna Otonom ya Jiyanî (E.A.S.T)  jî amadekarî kir û bi navê Manîfestoya Grevê ya Jiyanî daxuyaniyek weşandin û li diji tundî, pergala kapîtalîst banga têkoşînê kirin.

Rêxistina Alîkariya Zarokan di rapora ‘Save the Children’ ya amade kir de da zanîn ku li herêmên pevçûnê bi giştî 426 milyon zarok dijîn û ji her 6 zarokan yek di bin rîska îstîsmara zayendî de ye.

  • Adar

Di adarê de li bajarê Celalabad a Afganistanê sê xebatkarên jin ên kanala televîzyonek taybet hatin qetilkirin û du jin jî birîndar bûn. DAIŞ’ê êrîş girt ser xwe. DAIŞ’ê her wiha rojnameger Malalaî Meyvand jî di 2020’an de qetil kiribû.

Li bajarê Zurîch a Swîsreyê  di nav de jinên kurd û femînîst jî hebûn, gelek jin li qada Helvertîa hatin gel hev û xwestin bimeşin. Lê polîsan êrîş kir û gelek kes binçav kirin. Tevî hemû astengiyan jin meşiyan.

Li eyaleta Arkansas a DYA’yê mafê kurtajê hat rakirin. Qanûna mijara gotinê ducaniyên encama tecawiz û ensestê de jî dihewand. Yekitiya Azadiya Sivîlan a Amerîkayê ACLU qanûn bi dadgehê û got ku ev zaliman e û li dijî destûra bingehîn e.

Li London a Îngilistanê polîs Wayne Couzens jina bi navê Sarah Everard ya 33 salî qetil kir û li seranserê welat bi hezaran jin daketin kolanan û protesto kirin.

Li Avustralayê li merciyên bilind ên siyasî îdiayên êrîşa zayendî û tacîz derket holê. Li ser vê bi hezaran jin daketin kolanan û rewş şermezar kirin.

Li Îranê komek aktîvîstên jin bi armanca pêkanînên rejîmê yên li hember jinan protesto bikin rûyê wan girtî dansa ‘Las Tesîs’ kirin. Ev li ser medyaya dîjîtal bi lez belav bû.

Li Tirkiyeyê bi biryarnameya serokomariyê re ji Peymana Stenbolê hat vekişandin û vê di hemû çapemeniya cihanê de cih girt.

  • Nîsan

Li paytexta Hartum a Sudanê bi pêşengiya Koalîsyona Rêxistina Femînîstan bi sedan jin bi armanca daxwazkirina reformên di qanûnên newekhev de daketin qadan û ji bo qanûn ji nûve bên sererastkirin çalakî pêk anîn.

Li Erebistana Siûdî ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Siûdî ve ‘Koma Lihevkirina Piştgiriya Mexdûrên Tacîzê’ hat avakirin. Armanca komê ev bû ku ji bo mexdûrên tacîzê û malbatên wan piştgiriya psîkolojîk, perwerde, civakî û qanûnî bê dayîn.

Li Fransayê li dijî kesên di bin temenê 15 de her cureyê têkiliya zayendî û ensest di çarçoveya tecawizê de cih girt. Biryar di parlamentoyê de hat erêkirin.  

  • Gulan

Li Tirkiyeyê feshkirina Peymana Stenbolê di rojeva cîhanê de bû. Ev di parlamentoya Swêdê de hat nîqaşkirin. Koma jinan a femînîst FEMEN jî li 40 nokteyên cuda yên  Almanyayê ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê afîş daliqand.

Li Tunusê jina bi navê Rîfka Cehrnî ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin. Li ser vê welat rabû ser pêyan û kampanyaya ‘Rîfka ne jina ewil û ne jî dawî ya hatiye qetilkirinê ye’. Hunermendên jin piştgiryek mezin dan kampanyayê.

  • Hezîran

Li Swîsreyê yekem car di 1991’ê de greva jinan pêk hatibû û bi wesîleya 30’emîn salvegera wê jin li bajarên Cenevre, Lozan, Zurîch, Bern, Basel û Bîenne daketin kolanan. Jinan li dijî tundî û her wiha heqdestê wekhev, daxwazên xwe anîn ziman.

Li paytexta Sana ya Yemenê, Dadgeha Husî Mîlîs, cezayê darvekirinê da parêzera Dîrektora Weqfa Xurtkirina Jinan Zaafaran Zayed û hevjînê wê Fouad Al Mansoorî.  Piştî vê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinen jinan bi armanca piştgiriya Zaafaran û hevjînê wê kampanya dan destpêkirin.

  • Tîrmeh

Hikûmeta Spanyayê pêşnûme qanûna ku her cureyê têkiliya zayendî ku daxwaz têde tune, tecawiz vedinasî erê kir.

Parlamentoya Belçîkayê der barê êzidiyan de biryarek girîng girt û komkujiya DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de li hember êzidiyan pêk hat wek qirkirin nas kir.

Li Başûrê Sudanê, Partiya Tevgera Rizgariya Gel a Sudanê (SPLM) ji bo serokatiya parlamentoya nû hat avakirin Gemma Nuno Kumba anî. Bi vî awayî Gemma yekem unvana jinan hatiye peywirê girt. Gemma bi nasnameya xwe ya aktîvîstbûnê di plana pêş de ye.

2’yemîn Konferansa Jinan a Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn, li paytexta Beyrut a Lubnanê pêk hat û du rojan berdewam kir. Nêzî 100 jin tev li bûn û biryara avakirina Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hat girtin.

  • Tebax

Li paytexta Yenî Delhî ya Hîndistanê zarokek di nav de rahîbek jî hebû ji aliyê 4 kesî ve hat tecawizkirin û qetilkirin. Li ser vê li welat jin daketin kolanan û gumanbar hatin binçavkirin.

Li Endozyayê dawî li testa bekaretê ya di nav artêşê de dihat kirin, anîn. Rêxistinên mafê jinan demek dirêj bû ji bo vê têdikoşiyan.

Li Fasê, xebatek yekem hat jiyîn û yekem car ji bo serokatiya kluba futbolê ya profesyonel jinek hat hilbijartin. Dîrektoriya Federasyona Al-Fateh Sporê diyar kir ku Nawal Khalîfa tayînê şûna Hamza Al-Haîwî bûye.

Piştî ku yekîneyên NATO’yê ji Afganistanê vekişiyan Talîban dest danî ser rêveberiyê. Piştî ku Talîban li Afganistanê ji nûve hêz bidest xist, jinên Afganistanê, bi pêkanîn, qedexe û zextên salên 90’î re dîsa hatin rû hev.

  • Îlon

Di meha îlonê de li eyaleta Texas a DYA’yê, qanûna ku mafê kurtajê ji bo jinan asteng dikir ket meriyetê. Qanûn ji hefteya 6’an a ducaniyê şûnde qedexeyê tîne.

Li Meksîkayê jî qedexeya kurtajê, ji aliyê dadgeha bilind a eyaleta Coahuîla ve li dijî destûra bingehîn hat dîtin û hat betalkirin. Jinan ev biryar wek pêşketineke girîng nirxandin.

Yek ji welatên din ku kurtaj lê qedexeya Komara San Marîno ye. Li welat ji bo qanûna ku kurtajê ceza dike bê rakirin sererastkirin di referandumê de hat derbaskirin û ji sedî 77 kesî erê bikar anî. Bi vî awayî kurtaj heta hefteya 12’emîn a ducaniyê dikare bê kirin.

Li bajarê Lyon a Fransayê, şaredariya Lyon navê siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef ku di 12’ê cotmeha 2019’an de li Girê Spî ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat qetilkirin, da qadekê.

Yekemîn Bankaya Jinan yanî Fîrst Womens li bajarê Chîcago ya DYA’yê hat vekirin.

  • Cotmeh

Li Texas ku qanûna kurtajê ket meriyetê, bi hezaran jin li bajarê Washîngton û gelekên din çalakî pêk anîn.

Li Fransayê komîsyona li dêra Katolîk lêkolîn kir û got ku di 70 salî de 3 hezar û 200 kesên li hember zarokan îstîsmara zayendî pêk anîne ji sêyan du rahîb in.

Li gorî hilbijartinên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê, li herêma Federal a Kurdistanê 23 namzetên jin hilbijartin qezenc kirine û ketine parlamentoya Iraqê. Ji bajarê Hewlêr û Silêmaniyê herî zêde parlamenterên jin derketin.

Li Îtalyayê di encama têkoşîna jinan de qanûna ‘ji karê wekhev re heqdestê wekhev’ ji meclisê derbas bû.

Li Îranê girtiyên jin ên li girtîgeha Urmiyê, qursên ku rêveberiya girtîgehê ferz kiribûn, qebûl nekirin. Ji bo jinan qedexeya hevdîtinê anîn. Girtiyên jin betaniyên xwe  şewitandin û serî hildan.

Parlamentoya Katalonyayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî fermî nas kir.

Peymana Stenbolê ji aliyê Parlamentoya Modovayê hat erêkirin. Bi vî awayî heta niha 35 welatî peyman îmzekiriye.

  • Mijdar

Di nav de siyasetmedar, nivîskar, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî hene 29 kesî, Înîsiyatîfa Ji bo Kurdan Edalet a Navneteweyî ava kirin.

Wezareta Jin, Zarok û Malbatê ya Tunusê, li dijî tundiya li hember jinan di çarçoveya kampanyaya global a 16 rojî de gelek çalakî pêk anîn.

Li Îtalyayê Kolezyum bi sor hat ronîkirin, navê jinan li abîdeya Roma hat nîşandan. Li Yewnanistanê jî avahiya seferatxaneya Kanadayê bi rengê turuncu hat ronîkirin.

Li Îskoçyayê, li parlamentoyê ji bo jinên hatine qetilkirin deqeyek rêz hat girtin.

Dadgeha Bilind a Frankurtê ku endamekî DAIŞ’ê ji ber bibû sedema mirina zarokekî êzidî didarizand. Di rûniştina dawî de dadgehê cezayê seranserê jiyanê da gumanbarê DAIŞ’ê.

Rêxistina Siyonîst a Jinan a Navneteweyî (WIZO) bi daneyên wezaretên hikûmetê, ofîsa kontrolê ya dewletê, polîsên Israîl û Xizmetên Girtîgehan a Îsraîlê raporek weşand û diyar kir ku tundiya li ser jinan ji sedî 315 zêde bûye.

Piranî jê welatiyên Herêma Federal a Kurdistanê, bi hezaran kes li sînorên Belarus-Polonyayê hatin sekinandin û bi pêkanînên dij mirovahî re hatin rû hev. Heta niha ji penaberên li sînor hatine sekinandin herî kêm 13 kes jiyana xwe ji dest dan.

  • Kanûn

Li Zurîhê di nav de Yekitiya Jinên Kurd jî heye 156 rêxistinên jinan  ‘Tifaqa Nî Una Menos’ ava kirin.

Li Îranê aktîvîstên mafê jinan ji bo testa bekaretê ya beriya zewacê tê kirin, bê rakirin kampanya dan destpêkirin û demek kurt de 25 hezar îmze hat komkirin.

Jinên Fîlistinê li dijî tundiyê kampanyaya ’16 rojan aktîvîzm’ dan destpêkirin.

Li Îranê girtiyên polîtîk di meha kanûnê de li dijî zextan dengên xwe bilind kirin.

Seranserê salê geşedanên pêk hatin wiha ne:

*Nivîskara DYA’ê Mary Cahtherîne Bateson di 81 salî xwe de jiyana xwe ji dest da.

*Ji aliyê Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê ve, aktîvîsta mafê jinan a Erebistana Siûdî Loujaîn hêjayî xelata Mafê Mirovan a Vaclav Havel hat dîtin.

*Di xelatên Kureya Zêrîn de yekem car jineke asyayî ya derhêner Chole Zhao xelata derhêneriya herî baş girt.

*Yekane pîlota pêşbirka 24 Hours Nurburgrîng, Sabîne Schmitz di 51 salî de jiyana xwe ji dest da.

*Yek ji damezirîna Dayikên Plaza De Mayo, Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da.

*Aktîvîsta mafê mirovan Alaa Al Sîddîq li Londonê  di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

*Xelatên Şaredariya Cîhanê (World Mayor Award), îsal dan 9 şaredarî.

*Seroka Yekitiya Jinên Yemen a ewil Mohsen Qasim Al Khaîlî li Sheffîel a Brîntanyayê jiyana xwe ji dest da.

*Serokomarê Tunusê Kays Saîd, Necla Bouden Romdhane wek serok tayîn kir. Necla bû seroka jin a ewil a welat.

*Ji bo gerînendeya giştî ya rojnameya The Washîngton Pos, Sally Buzbe anîn.

*Lîderê Partiya Komunîst a Sor a Hîndistanê Sharmîstha Cohoudhury di 47 saliya xwe de ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.

*Li Iraqê yek ji pêşenga helbesta modern Lamîa Abbas Emara li DYA’yê jiyana xwe ji dest da.

*Hunermenda kurd Aynur Dogan hêjayî Xeleta Hunermendiya Fuara Muzîka Cîhanê ya Navneteweyî WOMEX2021 hat dîtin.

*Xelata Aştiyê ya Nobelê îsal hêjayî derhênera giştî ya malpera nûçeyan a Fîlîpîn Rappler, Marîa Ressa û derhênera weşana giştî ya Novaya Gazete Dmîtry Muratov hat dîtin.

Çavkanî: Jinnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar